CÎHAN
Hemû Nûçe
-
CDÛ dixwaze duwelatîbûnê rake
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan (CDÛ) a ku hevparê mezin ê desthiladariya Elmanyayê ye, di kongreyê de têkildarî rakirina duwelatîbûnê pêşniyar kir, Serokwezîr Angela Merkel li dijî vê derket. -
Li Endonezyayê erdherj: Ji 100 zêdetir mirî
Di erdhejê de ku li gireva Sûmatra ya Endonezyayê pêk hat, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome, hat diyarkirin ku heta niha ji 100 zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane. -
Li Yemenê keştiya rêwiyan noqî avê bû: Ji 60 rêwiyan 26 hatin rizgarkirin
Hat ragihandin ku li peravên Girava Sokotra ya Yemenê keştiyek rêwiyan noqî avê bû, di encam de bi dehan kes winda ne. -
Li Pakîstanê balafirek rêwiyan ket xwarê
Li bakurê Pakîstanê balafirek bi 40 rêwiyan û xebatkaran ket xwarê. -
Hikûmeta Kanadayê wê budçeya ji bo dibistanên bi zimanên xwecihî zêde bike
Hikûmeta Kanadayê da xuyakirin, ku ew ê ji bo parastina zimanên xwecihiyên Amerîkî yên xeterî li ser hene, budçeyeke zêdetir veqetîne. -
Peymana Brexîtê wê heta Cotmeha 2018'an bê amadekirin
Piştî ku Brîtanyayê bi rêya referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) derkeve, ji bo zelalkirina bernameya muzakereyên derketinê, kar tê kirin. -
Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê hewldanên diyalogê pûç dike
Li Venezûelayê, ku bandora krîza aboriyê lê giran dibe, mûxalefeta rastgir hewldanên diyalogê yê bi desthilatdariya sosyalîst re, pûç dike. -
Karê Merkel di hilbijartinê de zehmet e
Angela Merkel ku ev 11 sal in li Elmanyayê serokwezîr e, duh careke din ji bo serokatiya CDU hat hilbijartin. Li gorî anketên dawî, rêjeya dengên partiya wê hê jî li dora ji sedî 30 e. -
Siûdiyan her carê bi 'şaşitî' li Yemenê sivîl kuştine
Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ku tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye û di bomberdûmanan de heta niha bi sedan sivîl kuştiye, ji bo komkujiyeke din jî got 'bi şaşitî' hatiye kirin. -
Angela Merkel dîsa bû Seroka CDÛ’yê
Angela Merkel ku 11 sal in Serokwezîr a Elmanyayê ye, piştî 17 salên serokatiya CDU, ji bo du salên din ên serokatiya partiyê hate hilbijartin. -
IMF'ê qetê duyemîn ê krediya ji bo Iraqê serbest berda
Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) qetê duyemîn ê krediya daye Iraqê serbest berda. -
Parlamenta Îsraîlê koloniyên xwe yên nû erê kir
Parlamenta Îsraîlê wê destekê bide pêşnûmeya ku rê li ber çêkirina 4 hezar lojmanên nû li herêmên dagirkirî yên Şerîa Rojava vedike. Mûxalefet nerazîbûnê nîşanî pêşnûmeyê dide. -
Nelirêtiya li Brezîlyayê: Wezîfeya Serokê Senatoyê hate rawestandin
Îdîayên li ser nelirêtiya li Brezîlyayê, ku Dîlma Roûsseff ji serokdewletiyê kir, vê carê jî wezîfeya Serokê Senatoyê Renan Calheîros sekinand. -
IUCN: Xeterî li ser cureyên Semasî û Pisîkmasî yên li Derya Spî heye
Di rapora dawî ya IUCN de hişyarî hat dayîn, ku xeterî li ser zêdeyî nîvê cureyên Semasî (Selachii) û Pisîkmasî (Siluriformes) yên li Derya Spî heye. -
Kêm ma ye mezintirîn çiyayê ji qeşayê yê li Antarktîkayê biherife
Mezintirîn çiyayê ji qeşayê yê li Antarktîkayê Larsen C, ji salal 1990'an û vir ve dihele. Li gorî agahiyan, kêm ma ye parçeyê herî mezin ê vî çiyayî biherife. -
Sîrte bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin
Bajarê Sîrte yê girêdayî Lîbyayê yê ku nêzî 2 sal bûn, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin. -
Di nava futbola Îngilîz de skandala pedofîlî: 55 kulûp gumanbar in
Futbola Îngilîz bi skandala pedofîlî diheje. Polîs 55 kulûbên profesyonel û amator dişopînin. -
Di çalakiya Fête de L'Humanîte de AKP hate şermezarkirin
Di çalakiya Fête de L'Humanîte de, ku li herêma Bretagne ya Fransayê hate lidarxistin, terora dewletê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. -
Li peravên Lîbyayê zêdeyî 730 koçber hatin rizgarkirin, 2 jê ji sermayê mirin
Li peravên Lîbyayê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 730 penaber hatin rizgarkirin. Du ji koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Awûstûryayê namzetê serbixwe serokkomarî qezeç kir
Li Awûstûryayê namzetê serbixwe Alexander Van der Bellen hilbijartina Serokkomariyê qezeç kir. -
Ji bo Castro merasîma cenaze destpê kir
Xweliyên lîderê şoreşa Kubayê Fîdel Castor îro li bajarê Santîagoyê bi merasîma heybet ve hate spartina axê. -
Castro li Montrealê hate bibîranîn
Li Montrealê lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro bi bernameyekê hate bibîranîn -
Awûstûrya ji bo hilbijartinên serokkomartiyê diçe ser sindoqan
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomartiyê ku li Awûstûryayê meha Gulanê hatibû lidarxistin, lê dûvre hatibû betalkirin, hilbijêr diçin ser sindoqan. -
Îtalya ji bo referandûma destûra bingehîn diçe dengdanê
Li Îtalyayê îro gel ji bo referandûma destûra bingehîn a ku wê siberoja Serokwezîr Matteo Renzî û welêt a di nav Yekîtiya Ewropa de diyar bike, diçe ser sindoqan. -
CDÛ: Divê li dijî şantajan Yekîtiya Gumrikê were rawestandin
Rêveberê partiya desthilatdar a Almanyayê Volker Bouffîer, ji bo destekê nedin polîtîkayên qirkirina AKP’ê û li dijî şantajên li hember Ewropayê daxwaz kir ku betalkirina peymana Yekîtiya Gumrikê bixin rojevê.