Ji bo Castro merasîma cenaze destpê kir

Xweliyên lîderê şoreşa Kubayê Fîdel Castor îro li bajarê Santîagoyê bi merasîma heybet ve hate spartina axê.

Xweliyên lîderê Kubayê Castor ku beriya bi 9 rojan mirî, piştî ku li gelek bajarên Kubayê hate gerandin îro li Santîagoyê, li Cuba li axê tê veşartin.

Di merasîma cenazeyê de ku birayê Castro Raul pêşengî jê re dikir bi deh hezaran kes amade bûn. Ji bo cara dawî hurmeta xwe ji bo Castro nîşan bidin Kubayî herikîne Santîagoyê.

Xweliyên Castor w êli cem xweliyên Jose Martîn ku lehengê serxwebûna Kubayê ya sedsala 19’ê werin veşartin.

Raul Castor di destpêka merasîmê de diyar kir ku Castro beriya ku bimire qeywatî kiriye ku navê wî li ti kuçe, kolan û meydanan neyê danîn.