Di pêvajoya çekberdan û entegrasyonê de Iraq: Di hevsengiya hêzê de serdema nû

Pêvajoya çekberdanê ya li Iraqê, weke nîşaneya ji hêza çekdarî derbasbûna bandora siyasî tê dîtin. Serkeftina pêvajoyê, li gel pêşeroja Bexdayê wê bandorê li berê reqabeta Îran-DYE’yê û mîmariya ewlehiya Rojhilata Navîn bike.

Bes ne navenda têkoşîna bandorê ya di navbera Îran û DYE’yê de di heman demê de tiştên ku li Iraqê diqewimin ku mazûvaniya hin rêxistinên derveyî dewletê ku li Rojhilata Navîn gelekî pêş ketine û xwe birêxistin kirine, dike  diyar dikin ku wê Iraq di salên pêş de bibe xwediyê modeleke çawa û weke xaleke şikestinê ya dîrokî tê nirxandin.

Li Iraqê hebûna komên çekdarî yên dervyî artêşa navendî ev demeke dirêj e dibin sedema derketina nîqaşan. Di demên dawîn de sedema mezinbûna van nîqaşan jî rola Heşdî Şabî (Hêzên Seferberiya Gel) a şerê navbera DYE û Îranê de ye.

Hebûna Heşdî Şabiyê ku ev demeke dirêj e di navbera DYE û Iraqê de bûye sedema derketina nîqaşan, di gel ku ev kom piştgiriyê didin Îranê di heman demê de rê li ber yek ji mezintirîn krîza têkiliyên di navbera DYE û Iraqê de vekiriye.

Her çend DYE ev demeke dirêj e îtîrazê li beşeke hin komên çekdarî yên ne li Iraqê yên ne girêdayî artêşa navendî û birêxistinkirî dike jî bêguman di derketina holê ya hin ji van koman û bihêzbûna van ya roja îroyîn de rola herî mezin a geşedanên têkildarî dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYE’yê ve ya di sala 2003’yan de ye.

DAGIRKERIYA DYE’YÊ YA DI SALA 2003’YAN DE Û HÊZÊN ÇEKDARÎ YÊN IRAQÊ

Artêşa Iraqê ya ji 450 hezar kesan pêk dihat û girêdayî rejîma BAAS’ê ya beriya serdema 2003’yan,  li gel dagirkeriya DYE’yê ya di sala 2003’yan de di Gulana 2003’yan de li gel biryarnameyeke ku ji aliyê Rêveberiya Demkî a Hêzên Koalîsyonê ve hate weşandindin ku rêveberiya berbehs di pêşengtiya DYE’yê de hate avakirin, hate rakirin  û di sala 2006’an de di bin navê Hêzên Çekdarî yên Iraqê de bi awayekî modern ji nû ve hate vesazkirin.

Artêşa nû, bi awayekî xwezayî di bin kontrola DYE’yê de hate avakirin. Lê belê komên çekdarî yên ji valahiya otorîteya li welêt a piştî dagirkeriya DYE’yê sûd wergirtin û dabeş bûne sê koman, bi demê re li dijî artêşa navendî ya nû hate avakirin bûne yek ji rastiyeke Iraqê.

KOMÊN ŞÎE

Hema bibêjin temamiya komên çekdarî yên Şîe yên roja îroyîn li Iraqê dixebitin, girêdayî stratejiya ku weke ‘’Mihwera Berxwedanê’’ tê binavkirin, tev digerin. Rejîma ku piştî Şoreşa Îranê ya 1979’an de li Îranê hate avakirin, xwe di asta herêmî û gerdûnî de li ser xeteke îdeolojîk a li dijî DYE û Îsraîlê  pêş xistin. Ev xeta ku heya Libnan, Yemen û Sûriyeyê dirêj dibe û dibe xwedî bandoreke berfireh, helbet xwe li Iraqê jî nîşan da.

Roja îroyîn jî hikûmeta navendî û rêveberiya DYE’yê ku dibêjin divê çek bes di destê dewletê de bin. Her wiha yek ji hevsengiya siyasî ya herî hesas a li pêşiya plana wan a bi temamî rakirin yan jî entegrekirina hemû hêmanên çekdarî yên derveyî dewletê  asteng e, ji pêvajoya rikibana van komên berbehs ên alîgirên Îranê ne.

HÊZA ÇEKDARÎ YA DI NAVA DEWLETÊ DE: HEŞDÎ ŞABÎ

Di serî de baskê leşkerî yê Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê Tûgayên Bedir ku yek ji komên çekdar ên Şîa ye û di dema Şerê Îran-Iraqê de bi piştgiriya Îranê ava bû, her wiha Hîzbûllah a ku bi giranî bi piştgiriya Îranê ava bû, temamiya komên çekdar ên girîng ên Şîa îro di bin sîwana Heşdî Şabî de ne.

Çarçoveya Koordînasyonê ya Heşdî Şabiyê digire nava xwe jî roja îroyîn jî piraniya avaniya siyasî ya Şîe li dora xwe dirûvîne.

Heşdî Şabî ya ku cara ewil di sala 2014’an de li dijî DAÎŞ’ê hate avakirin, piştî ku rêxistinê Musil bi dest xist armanc kir ku li gel fetwaya serokê olî yê Şîe yê Iraqê Ayetullah Sistanî hemû hêzên çekdarî bine li ba hev. Piştî fetwayê gelek komên çekdarî di bin banê Heşdî Şabiyê de kom bûn.

Heşdî Şabî ya ku di bin banê xwe de zêdetirî 40 koman digire û xwediyê nêzîkî 238 hezar milîsan e, îro hem weke hêza dewletê ya fermî hem jî weke aktoreke siyasî-leşkerî ya xweser e.

Heşdî Şabî ya ku li rex komên mezin ên weke Rêxistina Bedîr (Tûgayên Bedîr), Tûgayên Hizbullaha Iraqê (Ketaib Hizbullah el-Iraq), Asayib Ehil El-Hak, Tevgera Nucebayê, Tevgera Cîhadê, Tûgayên Horasanê, Tevgera Ketaîbî Rîsalî, Tûgayên Seyyîd Şuhedayê, (Ketaib Seyyîd el-Şuheda), Ensarullah el-Evfiya û Tûgayên Îmam Elî ji avaniyên biçûktir pêk tê, di heman demê de weke organîzasyoneke ku rayedarên wê gelek caran dibêjin ‘’Di parastina Iraqê de hêze sereke ye’’  derdikeve pêş.

BLOKA SADR: SERAYA SELAM

Tevgera Sadr a ku di serdema piştî 2003’yan de li dijî dagirkeriya DYE’yê bû yek ji aktorê girîng, bi demê re hewl da xeteke ku neteweperestiya Iraqê derxîne pêş û tan ne girêdayî Îranê ye pêş bixe. Ji ber vê yekê car caran di navbera Tevgera Sadrê û komên nêzîkî Îranê de nelihevkirin çêbûn.

Serokê Tevgera Neteweyî ya Şîe Mukteda es-Sadr ê kupiştevaniya yekem da biryara DYE’yê ya teslîmkirina çekan a ji dewtê re da û li gel daxuyaniyên xwe yên di demên dawîn de bi gotinên xwe yên ‘’li dijî çekên derqanûnî’’ derdikeve pêş, vê nêzîkatiya xwe li gel perspektîfa serweriya neteweyî diyar dike. Sadr, diyar kir ku ji meha Çileyê û pê ve Seraya Selam a girêdayî tevgera wî li bajarên weke Basra û Kutê xebatên xwe dane sekinandin. Biryara tesfiyekirina yek ji baskê çekdarî yên tevgera Şîe û li Iraqê xwediyê mezintirîn piştevaniya civakî ye, rê li ber zêdebûna zexta siyasî ya li ser komên din vekir.

Sadr ê ku piştre ji hemû hêzên fermî û nefermî yên  Saraya Selmê daxwaz kir ku li Kerbelayê çekên xwe deynin, di 27’ê Gulanê de ragihand ku Seraya Selamê ji wan veqetiyaye û anî ziman ku ew hêvî dike ku piştî hemû pêkhateyên girêdayî Heşdî Şabiyê çekên xwe teslîmî dewletê kirin, dev ji pergala partîzan berdin.

NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ XWEFESIXKIRINA HEŞDÎ ŞABIYÊ

Yekem hişyariya têkildarî belavkirina Heşdî Şabiyê di sala 2024’an de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken, di hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Muhammed Şiya es-Sudanî ya 13’ê Kanûna 2024’an de ji Iraqê daxwaz kiribû ku hêzên Heşdî Şabiyê yên nêzîkî Îranê belav bibin. Blinken di hevdîtina berbehs de da zanîn ku ger ev yek pêk neyê wê ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve were kirin.

Donald Trump jî beriya ku dubare were ser serokatiya DYE’yê di 5’ê Çileya 2025’an de peyamek da, daxwaz kir ku milîsên alîgirên Îranê yên li Iraqê belav bibin û têkildarî vê mijarê Sudanî hişyar kir. Trump di peyama xwe de ji Sudanî daxwaz kir ku  komên çekdarî xebatên xwe bidin sekinandin, wan belav bike û bixe bin kontrola dewletê.

Piştre Serokwezîrê wê de demê Muhammed Şiya es-Sudanî di merasîmekê de axivî, diyar kir ku Heşdî Şabî di parastina Iraqê de weke hêzeke sereke ye û ev yek anîn ziman: ‘’Hikûmeta girêdayî xurtkirina Heşdî Şabiyê bû. Çawa ku piştgirî da hêzên ewlehiyê bi vî rengî piştgirî da Heşdî Şabiyê jî. Heşdî Şabî di mijara ewlehî û aşitiyê de faktora sereke bû. Rê li pêşiya destpêkirina projeyên xizmetê, pêşketinê, reformên îdarî û aborî vekir.’’

Sadr jî di yekem peyama xwe ya têkildarî çekên derqanûnî û berhevkirina çekên di destê hêzên derveyî dewletê de got: ‘’Na ji çekên derqanûnî re, na ji çekên di destê koman de’’ û helwesta hê di destpêkê de nîşan da.

Piştî zextên têkildarî fesixkirina komên çekdarî yên li Iraqê û îtîrazên li dijî vê yekê welêt gihîşt li ber qonaxeke krîtîk. Li Iraqê pêvajoya hilbijartinên 11’ê Mijdara 2025’an a pirsa ‘’DYE yan Îran?’’ derket pêş çêbûn. Di vê pêvajoyê de DYE û hin welatên Rojavayî yên lawazkrina Îranê armanc dikirin, Îranê jî hewl da ku li ser partiyên Şîe bandora xwe kûr bike. Suadî yê ku hewl dida ku hem têkiliyên xwe yên nêz yên li gel Îranê biparêze hem jî li gel DYE, Tirkiye û welatên Kendavê kanalên xwe yên hevkariyê vekirî bihêle jî piştî hilbijartinên 11’ê Mijdara 2025’an nekarî hebûna xwe ya siyasî biparêze.

Nêzîkî hilbijartinan bandora DYE’yê ya li ser Iraqê zêdetir diyar bû. DYE demeke kurt beriya hilbijartinan li dijî yasaya dihat xwestin têkildarî Heşdî Şabiyê were kirin bû asteng û çar rêxistinên milîs ên Şîe yên nêzîkî Îranê Tevgera Nucebayê, Tûgayên Seyyîd Şuheda, Tevgera Ensarullah el-Evfiya û Tûgayên Îmam Elî li lîsteya Rêxistinên Terorî yên Biyanî (Foreign Terrorist Organizations) zêde kirin. DYE’ya ku di destpêkêde digot ku divê Heşdî Şabî bi temamî ji holê rabe, piştre pêşniyareke têkildarî entegrekirina Heşdî Şabiyê ya ji hêmanên ewlehiya Iraqê re pêêşkêş kir.

HIKÛMETA NÛ- HEVSENGIYA HÊZÊ YA DIGUHERE- SÊGOŞEYA KOMÊN ÇEKDARÎ

Piştî xitimandina siyasî ya piştî hilbijartinan namzedê Çarçoveya Koordînasyonê Ali Felah Zeydî, ji bo avakirina hikûmetê ji aliyê Serokkomarê Iraqê Nizar Amedî ve hate erkdarkirin.

Di hikûmeta nû ya li Iraqê hate avakirin de wezîrtî dîsa di çarçoveya etnîkî, mezhebî û parvekrina hêzê ya xwe dispêre kotaya partiyan de hate belavkirin. Bloka Şîe (Çarçoveya Koordînasyonê) ya piraniya parlamentoya kabîneya di bin serokatiya Ali Zeydî de pêk tîne, ji sedî 52’ê wezîrtiyan di destê xwe de girt, Sunî ji sedî 26 û Kurdan jî nûnertiyeke jisedî 17’an pêk tê bi dest xistin.

Dengdana li parlamentoyê ya têkildarî 14 wezîrtiyên ji 23 wezîrtiyan bi encam bûn, dengdana ji bo wezîrtiyên din hatin sekinandin. Dema ku nîqaşên nûnertiya siyasî yên têkildarî asta wezîrtiyê berdewam dikirin, Tom Barrack ê Nûnerê Taybet ê Iraq û Sûriyeyê yê Serokê DYE’yê Donald Trump bû yek ji kesên ku di destpêkê de Ali Zeydî pîroz kirine.

Serokwezîr Alî Zeydî piştî ku hate ser wezîfeya xwe weke karê yekem lihevkirinên ji aliyê hikûmetê ve hatine kirin, lêkolîn kirin û bêyî ku zêde wext derbas bibe mijara fesixkirina komên çekdarî ya ku DYE’yê bi salan li ser zext dikir, xist rojevê.

Piştî ku hikûmet hate avakirin, Alî Zeydî çû Necefê û bi Alî Sistanî re hevdîtinek kir. Zeydî ji Sistanî daxwaz kir ku di mijara ku komên çekdarî çekên xwe teslîm bikin de piştevaniyê bide hikûmetê. Çarçoveya Koordînasyonê jî ku nûnertiya baskê siyasî yê Şîeya di nava hikûmeta Iraqê de dike, diyar kir ku ew di mijara kontrolkirina çekên di destên koman de piştgiriyê didin.

Komîsyona Qutkirin Têkılıyan û Berhevkirina Çekan a Di Bin Kontrola Dewletê De ku wê kontrola pêvajoya teslîmkirina çekan bike û di bin kontrola hikûmetê de kar bike,  di çarçoveya biryara berhevkirina çekan ya ji aliyê dewletê ve hate avakirin.

CARA EWIL SADRÊ ÇEK TESLÎM KIRIN

Serokê tevgera muxalefeta herî mezin Mukteda es- Sadr ku di parlamentoyê de cih nagire, bersiv da banga berdana çekan û diyar kir ku wî hêza xwe ya çekdarî Seraya Selam fesix kiriye. Di 4’ê Hezîranê de li gel beşdarbûna rayedarên leşkerî yên hikûmeta Iraqê û merasîmeke li baregeha Seraya es- Selamê ya li Samarrayê çek bi awayekî fermî ji hikûmeta Iraqê re hatin teslîmkirin.

YEKEM NAKOKIYA DI NAVA HEŞDÎ ŞABIYÊ DE: ASAİB EHL EL-HEQ

Di nava Heşdî Şabiyê de jî zêdetirî çil avaniyên çekdarî di nava xwe de digire û weke koalîsyoneke berfireh xuya dike, meylên cuda hene. Girêdayî van meylan, avaniyên nêzîkî entegrebûna ji dewletê re û komên ku dixwazin xeta berxwedana çekdarî bidomînin, hene.

Rêxistina Asaib Ehl el-Heq, weke yek ji bandortirîn avaniya çekdarî ya li Iraqê dixebite, di demê re ji avanîbûna leşkerî dûr ket û bi navbeynkariya Tevgera Sadikûnê li parlamentoyê jî nûnertiya wê hate kirin.

Zexta DYE’yê ya têkildarî ku divê çek bes di bin kontrola dewletê de bin û bidestnexistina nûnertiyê ya rêxistinê ya di asta wezîrtiyê de, berê avaniyê dan tercîhekê. Rêxistinê bi armanca parastina hêza xwe ya siyasî dev ji baskê xwe yê çekdarî berda.

Li vir pirsa girîng a ku ger rêxistina çekdarî bi awayekî fermî were tesfiyekirin wê rêxistin di rastiyê de bandora xwe ji dest bide yan na derket holê.

TÛGAYÊN ÎMAM ELÎ ENVANTERA XWE YA ÇEKAN TESLÎM KIR

Tûgayên Îmam Elî ku yek ji komên çekdarî yên li Iraqê ye, di 2’yê Hezîranê de daxuyaniyek da û da zanîn ku wê têkiliya xwe ya li gel Heşdî Şabiyê bi dawî kiriye.

Tûgayên Îmam Elî, envantera xwe ya çekan û agahiyên endamên xwe di 10’ê Hezîranê de teslîmî komîsyona ku ji aliyê hikûmeta Zeydî ve hate avakirin, kirin.  Teslîmkirina çekan, li gel merasîmeke ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Iraqê ve hate lidarxistin;  li gel beşdariya Serokê Komîsyonê Orgenaral Kays el-Muhammedavî, endamên komîteyê û nûnerên Tûgayên Îmam Elî pêk hat.

YÊN BERDANA ÇEKAN RED KIRIN

Her wiha şeş komên ku xweweke ‘’Berxwedana Îslamê ya Iraqê’’ bi nav dikirin, dan zanîn ku ew çekên xwe bernadin. Navên van koman wiha ne; Hizbullaha Iraqê, Tûgayên Seyyîd Şuheda, Tevgera Nucebayê, Seraya Evliya el-Dem, Eshabul Kehf û Tûgayên Kerbelayê.

Eshabul Kehf di daxuyaniya xwe ya di 2’yê Hezîranê de bal kişand ser otorîteya olî ya Şîe û got: ‘’Kesên ku dixwazin em dev ji berxwedanê berdin, divê ji me re nivîsa fermî ya Mereiyetê (otorîteya olî ya Şîe) bînin.’’

Tevgera Nucebayê jî di 3’yê Hezîranê de daxuyaniyeke tund da, diyar kir ku ‘’çekên di destê wê de ji bo parastina Iraqê, gelê Iraqê û pîroziyên olî ne’’ û bang li hemû komên berxwedanê kirin ku ‘’heya nîqaşa çekberdanê jî red bikin.’’

Hizbullaha Iraqê jî bi zimanekî tinazker diyar kir ku ew berdana çekan red dikin û got: ‘’Em amade ne jimariya çekên ku dixwazin çekên xwe berdin bikin. Tew em dikarin çekên taybet ên weke  IHA, moşek û tanksavarên ku dewlet nikaribe bi kar bîne, bi buhayê wan bikirin.’’

PROJEYA WEZARETA EWLEHIYÊ YA FEDERAL

Aliyekî din ê nîqaşên çekberdanê jî ji Projeya Wezareta Ewlehiyê ya Federal e.  Projeya ku armanca wê ya sereke berhevkirina çekên derveyî dewletê, yekkirina hêzên ewlehiyê û kontrolkirina wan û her wiha daxilkirina hêzên pêşmergeyê ye, bû sedema derketina hin nîqaşan.

Îdîayên ku piştî destwerdanên DYE’yê bandora Bexdayê ya kontrola dahatên petrolê, deriyên sînor, pergala mûçeyan û belavbûna budceyê her ku diçe di xeta Bexda-Hewlêrê de veguheriye meyleke navendî  û ev yek tên armanckirin, bi hêz bûn.  Xwenîşandana vê meyla navendîbûnê ya di qada ewlehiyê de jî weke geşadeneke ku dibe di pêşerojê de bandorê li avaniyên îdarî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bike, tê dîtin.

Her çend daxuyaniyeke têkildarî ku ev proje wê hêzên pêşmergeyan jî eleqedar bike nehatiye dayîn jî dema ku encamên demdirêj ên reformên ewlehiyê yên li Iraqê li ber çavan tên girtin, ev mijar weke yek ji girîngtirîn serenavên krîtîk derdikeve pêş.

HEVDÎTINÊN TÊKILDARÎ NÛNERÊ TAYBET Ê NÛ

Pıştî hevdîtina di navbera Tom Barrack ê Nûnerê Taybet ê Iraq û Sûriyeyê yê Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokwezîrê Iraqê ya li Iraqê de pakêteke ewlehî û aboriyê ya têkildarî fesixkirina hemû komên çekdarî û destpêkirina projeyên stratejîk ên şîrketên weke Starlink, Chevron û TI Capitalê hate ragihandin.

Ev pakêt weke ku Washington dixwaze reformên ewlehiyê li gel entegrasyona aborî bi rê ve bibe, hate şîrovekirin û divê were bibîrxistin ku hemû nîqaşên di pêvajoya berdewam de helbet xwe dispêrin tecrûbeyên berê.

Di vê serdema ku li ser bernameya hikûmetê ya Zeydî, pêvajoyên çekberdan û entegrasyonê nîqaş tên birêvebirin de wê rewş jî di rojên pêş de diyar bibe ku wê ser bikeve yan na.