CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerên Çînê yên li Pasîfîkê aloziya bi DYA re zêdetir dike
Çîn, li giravên Behra Çînê ku îdîaya gelek welatên cîran a serweriyê li ser heye, giravan ava dike û li van giravan bargehên xwe yên leşkerî zêde dike. Li ser vê jî ji bilî daxuyaniyên welatên cîran, daxuyaniyên DYA yên li dijî vê balê dikşînin. -
Obama ji bo Rûsya û Pûtîn gotinên hişk kir
Obama, di konferansa çapemeniyê ya Qesra Spî de axivî, ji ser îdîayên êrîşên sîber, berê xwe da Rûsyayê. Obama, ji ser êrîşên sîber hişyarî da Rûsyayê, pênaseya ‘welatê biçûk ê bêhilberîn’ bal kişand. -
Rûsya: Tahliyeyên ji Helebê temam bûn
Navenda Çavdêriyê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê, da xuyakirin ku tevahî jin û zarokên li rojhilatê Helebê hatine tahliyekirin. -
Li Elmanyayê 36 hezar penaberî li dijî 'parastina demkî' doz vekirin
Li Elmanyayê, hejmara penaberên li dijî mafê 'mayîna ji bo demekê' li dadgehên îdareyê doz vekirine gihîşt 36 hezarî. -
Muçeya xebatkaran di sala 2015'an de tenê ji sedî 1,7 pûanî zêde bû
Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), muçeya xebatkaran tenê ji sedî 1,7 pûanî zêde bû. Newekheviya navbera muçeya xebatkaran jî her zêde bû. -
Li Fransayê hejmara nexweşên kronîk ên giran di nava 20 salan de bi du qatan zêde bû
Li gorî daneyên dawî yên li Fransayê hatin weşandin, yek ji 6 kesan bi nexweşiyeke kronîk a giran e. -
Lêkolîn: Rojavayî hejmara Misilmanên li welatê xwe gelekî zêde dihesibînin
Li gorî lêkolîna şîrketa Îpsosê, ku li 40 welatên rojavayî kir, beşeke mezin a rojavayiyan têkildarî Misilmanên li welatên xwe, xwedî agahiyên şaş û nepixandî ne. -
YE ji bo 'pêşîgirtina li koçberiyê' wê alîkariya malî bide Afrîkayê
Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ji bo 'pêşîgirtina li koçberiyê', ew fonekî ji sedan mîlyon Euroyî ji Afrîkayê re veqetîne. -
Bi zexta Elmanyayê re biryara taloqkirina deynê Yewnanîstanê hat sekinandin
Polîtîkaya teserûfê ya dijwar, ku di dawiya hefteyê de li Yewnanîstanê rê li ber greva giştî û protestoyan vekir, têra Eurogroup nake. Eurogroupe biryara sivikkirina deyn sekinand. -
Li Îtalyayê Senatoyê hikûmeta nû erê kir
Hikûmeta ku ji hêla Paolo Gentîlo hat avakirin, ji hêla Senatoyê hat erêkirin. -
Li Kolombiyayê destûra ji bo lezandina hevpeymana aştiyê
Dadgeha Destûra Bingehîn a Kolombiyayê, lezandina hevpeymana aştiyê ya mabeyna tevgera gerîla FARC’ê û hikûmetê erê kir. -
Pentagon: Rejîma Sûriyeyê li Palmîrayê çekên xwe hiştin û reviyan
Wezareta Parastinê ya Amarîkayê, têkildarî dubare dagirkirina bajarê Palmîra ya Sûriyeyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve daxuyaniyek da. -
Le Figaro: Pûtîn û Erdogan pakt îmze kirine
Di rojnameya Le Figaro ya Fransiz de analîzek berfireh hat weşandin, hat diyarkirin ku mabeyna Erdogan û Pûtîn de têkîldarî Sûriyeyê paktek hatiye îmzekirin. -
Li Helebê şer dîsa dijwar bû
Li Helebê agirbest bi dawî bû, di navbera rejîm û komên çekdar ên muxalîf de ji nû ve şer dijwar bû. -
Germa li Arktîkayê bi 3,5 pileyî zêde bû, yek ji çar parên qeşayê heliya
Li gorî daneyên Daîreya Atmosferê û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa li Cemsera Bakur (Arktîka) gihîşt asta rekorê ya 115 salên dawî. -
Bi hezaran leşkerên Amerîkî wê di ser Elmanyayê re derbasî Polonyayê bibin
Yekîneya leşkerî ya ji 4 hezar kesî, ku wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bişîne Polonyayê, piştî salên dûr û dirêj wê di ser axa Elmanyayê re derbas bibe. -
DYA sewqiyata cebilxaneyê ya ji bo Siûdiyan sekinand
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar da sewqiyata cebilxane û fîşekan a ji bo Erebîstana Siûdî ku bi komkujiyên li Yemenê di rojevê de ye, bisekinîne. -
'Ji CO2 bêhtir divê bal li ser zêdebûna gaza metanê be'
Li gorî lêkolînekê ku di kovara bi navê Earth System Science Data de hate weşandin, rêjeya gaza metanê ku yek ji gazên herî xetere yên li atmosferê ye, di salên dawî de zêde bûye û li pêşiya têkoşîna li dijî germahiya global dibe asteng. -
Berdêla nelirêtiya li Brezîlyayê wê ji gel bê girtin
Li Brezîlyayê, ku piştî Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat kirin hêzên rastgir bûn desthilatdar, wê berdêla nelirêtiya hatiye kirin ji mîlyonan mirovî were girtin. -
YE ji bo ji nû ve avakirina Kolombiyayê fonek ji 95 mîlyon Euroyî veqetand
Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo destekkirina karên ji nû ve avakirina Kolombiyayê, fonek ji dehan mîlyon Euroyî veqetand. -
Li YE bê edaletiya navbera mûçeyên xebatkaran dewam dike
Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), mûçeyên herî kêm û yên herî zêde, gelekî dûrî hev in. -
Gûterres: Divê NY xwe nû bike
Antonîo Gûterre ku wê di 1'ê Çileyê de bibe Sekreterê Giştî yê NY û duh sond xwar, da xuyakirin ku ji bo destwerdana li hemû pirsgirêkên cîhanê divê NY xwe biguherîne û nû bike. -
Di navbera YE û Kubayê de peymana li hevkirin û gotûbêjan
Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kubayê de hewildanên gotûbêjan didome, cara yekem e ku peymana lihevkirinê hate îmzekirin. -
Li Fransayê di lêpirsîna qetlîama Nîce de 11 kesên din jî hatin binçavkirin
Lêpirsîna qetlîama ku 14’ê Tîrmehê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li bajarê Nîce yê Fransayê pêk hat didome, dozgeriyê diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de 11 kesên nû hatine binçavkirin. -
Li Hollandayê Wîlders ê rastgir dengê xwe zêde dike
Li Hollandayê, parlamenterê partiya populîst a rasgirt a tund Geert Wîlders, li gorî anketan dengê xwe zêde dike.