Duh, wesayîteke keşfê ya binavê ya aîdî DYA’yê ji hêla Çînê hatibû desteserkirin û vê jî alozî zêde kiribû.
Li ser Giravên Spratly ên li Behra Çînê, ji bilî Çînê îdîaya heqê ya welatên mîna Fîlîpîn, Vîetnam, Malezya û Bruneî dewam dike, di du salên dawî de Çînê lez da xebatên xwe yên leşkerî yên li vir.
Tê ragihandin ku sîstemên yekem li bargehên li Behra Çînê ji hêla Çînê ve hatine avakirine, hatine bicihkirin.
Li gor wêneyên satalaytê, li ser tehtên li behrê, pîstên balafiran û sîstemên çekan ji hêla Komara Gel a Çînê hatine bicihkirin. Tê dîtin ku ji bilî pîstên balafiran, gelek hangar hene û sîstemên parastina hewayî hatine danîn.
FIKAR EW E KU BANDORA ÇÎNÊ ZÊDE BIBE
Ji ber li vê herêma Behra Çînê ya ku mafê serweriyê ya Çînê li ser teqez nebûye, tevgerek wisa leşkerî heye û li ser xetên girîng ên behrê ne, dibe sedema bertekên welatên din jî.
Fermandarê Hêzên Pasîfîkê yê DYA Amîral Harry Harrîs têkîldarî mijarê rojên bihurî li Entstîtuya Lowel a li Sydneyê axivî, li hemberî bandora Çînê ya li herêmê zêde dibe, hişyarî dabû. Harrîs gotibû ku eger Komara Gel a Çînê rêyên behrê yên li ser Behra Çînê bigire, ‘wê vê tolere nekin’.
Harrîs, anîbû ziman ku dema trafîka behrê bê astengkirin jî ‘yekîneyên DYA ji hevrûbûnê re amade ne’.
MAŞÎNEYA BINAV A BÊMIROV JI HÊLA ÇÎNÊ HAT DESTESERKIRIN
Her wiha duh ji Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagonê) daxuyanî hat dayîn, hat ragihandin ku maşîneyek binav a bêmirov ku li Behra Çînê bû, ji hêla Çînê hatiye desteserkirin.
Hat gotin ku bûyer roja Pênçşemê qewimiye, tê îdîakirin ku ev maşîneya binav a artêşa DYA ‘ji hêla sivîlan tê bikaranîn’.
Li gor agahiyên rayedarekî pentagonê, têkîldarî aqûbeta maşîneyê hê ji Çînê ti bersiv nehatine.