Di navbera YE û Kubayê de peymana li hevkirin û gotûbêjan
Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kubayê de hewildanên gotûbêjan didome, cara yekem e ku peymana lihevkirinê hate îmzekirin.
Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kubayê de hewildanên gotûbêjan didome, cara yekem e ku peymana lihevkirinê hate îmzekirin.
Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kubayê de “Peymana Gotûbêjên Siyasî û Lihevkirinê” îro li Brûksel a paytexta Belçîkayê bi fermî hate îmzekirin. Li ser navê YE yê Federîca Mogherînî û li ser navê Kubayê jî Wezîrê Karê Derve Bruna Rodrîguez Parrîlla peyman îmze kirin.
Têpayîn ev peyman di navbera YE û Kubayê de rê li ber pêşketinên gotûbêj û di mijarên bazirganiyê de li hev bikin. Helwesta YE’yê ya sala 1996’an a li hember Kubayê ku girêdayî belgeya bi navê Helwesta Hevpar bi ‘Pêşektinên Mafê Mirovan’ jî cihê xwe ji peymanên nû re bihêle.