Li Hollandayê Wîlders ê rastgir dengê xwe zêde dike

Li Hollandayê, parlamenterê partiya populîst a rasgirt a tund Geert Wîlders, li gorî anketan dengê xwe zêde dike.

Li gorî anketa ku di rojnameya referansê ya heftane ya Enstîtuya Maûrîce de Hond de hate weşandin, Wîlders dengê xwe zêde dike. Ev anket piştî ku Wîlders ji cihêkariyê hate mehkûmkirin, hat kirin.

Li gorî anketê, eger hilbijartinên di meha Adarê de werin lidarxistin vê hefteyê pêk were, wê Partiya Azadiyê (PVV) a Wîlders li baskê jêrîn ê parlamentera ji 150 kursiyî, 36 kursiyan bi dest bixe û bibe partiya yekemîn.

Li gorî anketa hefteya bihurî PVV du kursiyên din jî bi dest xistiye. Partiya Wîlders ku bi gotinên xwe yên li dijî Îslamê tê naskirin, di rewşa heyî de xwedî 12 kursiyan e.

Wîlders di Îna bihurî de di doza cihêkariyê de mehkûm bû bû. Wîlders piştî hilbijartinên şaredariyê yên Adara 2014'an daxuyaniyek da bû û soz da bû ku wê li Hollandayê hê kêmtir Fasî hebin. Parlamenterê 53 salî Wîlders hat mehkûmkirin, lê ceza lê nehat birîn. Wîlders ev darizandin bi siyasîbûnê sûcdar kir û got, ew ê li ber biryara dadgehê rabe.