CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Daxwaza ji bo refandûma serxwebûna Bavyerayê nehat qebûlkirin
Daxwaza referandûma ji bo serxwebûna eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, nehat qebûlkirin. Hikum hat dayîn ku ev serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin, neyê nirxandin. -
Zanyaran ji Trûmp xwest bi Îranê re li hev bike
Donald Trûmp, ku di 8'ê Mijdarê de ji bo Serokatiya DYA hate hilbijartin, soz da bû ku Peymana Nukleerî ya bi Îranê re betal bike. Bi dehan zanyar li dijî vê soza Trûmp hişyarî dan. -
Li Brezîlayê di girtîgehê de îsyan: Herî kêm 60 kes mirin
Hat diyarkirin ku li Brezîlayê li girtîgehê di navbera çeteyên madeyên hişber bikar danîn de şer derket, di şer de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Saarbrucken DAŞI'yê ku amadekariyê plana qetlîamê dikir hate girtin
Hat diyarkirin ku li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê keseke Sûriyeyî yê ku 'Plana êrîşekê' dikir ku di pîrozbahiyên serê salê de li dar bixe hate girtin. -
Li Bexdayê teqîn 35 kes mirin
Li taxa Sadr a paytexta Iraq Bexdayê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ye, êrîşeke xwekujî hate kirin. Di encama teqînê de herî kêm 35 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Swêd wê li NY giraniyê bide ser xebatên ji bo aştî û jinan
Swêd, ji 1'ê Çileyê ve cihê xwe di nava Konseya Ewlekariyê ya NY de digire. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom diyar kir, divê NY hewldanên xwe yên ji bo aştiyê zêde bikin û jin hê bêhtir cihê xwe di nava pêvajoyên aştiyê de bigirin. -
Artêşa Kolombiyayê bi firsenda aştiyê êrîşî ELN dike
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê ya bi gerîlayên FARC'ê re ketiye meriyetê, tê gotin operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên ELN zêde bûne. -
Trûmp wê 'gelek tişt'ên Obama biguherîne
Donald Trûmp ku wê di 20'ê Çileyê de bi rengekî fermî wezîfeya serokatiya DYA dewr bigire, wê gelek pêkanînên Obama xistiye meriyetê, betal bike. -
Bi dehan penaberên berê xwe dan Ceûta, birîndar bûn
Zêdeyî hezar penaberî duh danê sibehê hewl dan xwe bigihînin enklava Spanyay Ceûta ku ji aliyê axa Fasê ve dorpêçkirî ye. Di vê hewldana neserketî de bi dehan polîs û penaber birîndar bûn. -
Gûterres li şûna şer banga diyalog û li hevkirinê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, ku duh bi rengekî fermî dest bi kar kir, ji bo şerê li ser rûyê erdê bê qedandin, banga aştî û diyalogê li hikûmetan kir. -
Operasyona Mûsilê: 2 taxên din hatin rizgarkirin
Hat ragihandin ku taxên Yunis Sebauy û Yafay ên Mûsilê hatine rizgarkirin. -
Li Necefê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin
Li Necefê ya Iraqê êrîşeke bi wesayiteke bombekirî pêk hat, di encamê de gelek kes mirin. -
Cara yekê ye ku wê midûra Muzeyên Vatîkanê jinek be
Ji bo Muzeyên Vatîkanê, cara yekê jinek wek midûr hat tayînkirin -
Çîn wê hilberîna komirê ji 5’an yek kêm bike
Komara Gel a Çînê da xuyakirin ku wê bi qademe hilberîna komirê ji 5’an yekê kêm bike. -
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî agirbest qebûl kir
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku biryara agirbestê ya li Sûriyeyê qebûl dike. -
Li Mûsilê taxek din jî hat rizgarkirin
Fermandarê Odeya Operasyona Nînovayê Ferîq Rûkin Reşîd ragihan ku li Mûsilê Taxa Qudisa Duyem hatiye rizgarkirin. -
Li Ewropayê asta ewlekariyê gihiştiye lûtkeyê
Li paytextên Ewropayê, ji ber pîrozbahiyên serê salê asta ewlekariyê derketiye asta herî jor. -
Li Swêdê lîderê komeke nîjadperest mehkûm bû
Li bajarê Skarabog ê Swêdê, lîderê komeke nîjadperest a bi navê Soldiers of Odin (Leşkerên Odin), ji ber dijminatî li Yahûdî û Misilmanan dikir, mehkûm bû. -
Li Bexdayê teqîn: 18 mirî
Li Bexdayê danê vê sibehê du teqînên cuda rû dan û di encamê de herî kêm 18 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn. -
Pûîgdemont: Di sala 2017'an de wê li Katalonyayê referandûma serxwebûnê pêk were
Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont diyar kir, referandûma serxwebûnê ku di sala 2014'an de hat qedexekirin, wê di sala 2017'an de pêk were. -
Li Elmanyayê 'sûcên ji aliyê koçberan ve tên kirin' kêm bûne
Li gorî daneyên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA), ku ji aliyê televîzyona NDR û rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê ve hatin weşandin, sûcên li Elmanyayê ji aliyê koçberan ve tên kirin, gelekî kêm bûne. -
Baweriya Fransayiyan bi Hollande û Macron zêde dibe
Li gorî anketa Harrîs Înteractîve, di nava gel de qîmeta Françoîs Hollande ku biryar da tevlî hilbijartinên Serokkomariyê nebe zêde bûye. Her wiha desteka ji bo wezîrê berê yê aboriyê Emmanûel Macron zêde dibe. -
Çîn dixwaze pêşî li komkujiya fîlan bigire
Komara Gel a Çînê, dixwaze bazirganiya li ser diranê fîlan qedexe bike, ku ev bazirganî sedema sereke ya komkujiya fîlan a li parzemîna Afrîkayê ye. -
Îstifaya Kaplan bû yek ji 12 girîngtirîn bûyerên sala 2016'an ên li Swêdê û cîhanê
Di sala 2016'an de li cîhanê gelek bûyerên siyasî, şer, teqîn û karesatên xwezayî rû dan. Medya Swêdê, ji nava girîntgirîn bûyerên li cîhanê û Swêdê qewimîn 12 bûyer diyar kirin. -
Rûsya wê bi heman şêwazî bersiva DYA nede!
Hat ragihandin ku wê Rûsya mîna biryara DYA ku dibêje 35 dîplomatên Rûs bi sûcdariya ‘sîxurtiyê’ bên dersînorkirin, bersivê nede.