CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindîstanê keştî noq bû: Herî kêm 26 kes mirin
Li rojhilatê Hindîstanê, keştiyeke ku ji pîrozkirina cejnekê vedigeriya noq bû û di encamê de herî kêm 26 kes mirin. -
Li DYA yekemcar wêneyê jineke reşik li ser zêr tê xistin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), yekemcar wêneyê jineke reşik li ser pereyekî zêr tê xisitn. -
Ji Ebola rizgar bûn, lê pirsgirêkên tenduristiyê li wan der bûn
Li Rojavayê Afrîkayê, di navbera salên 2013-2015'an de zêdeyî 11 hezar kes ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan. Sê ji çar parên bi hezaran kesên ji vê şewbê rizgar bûn, bi nexweşiyên cuda ketin. -
Di sala 6'an a 'şoreşê' de li Tûnisê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin
Salvegera hilweşandina rejîma Zeynel Abîdîn bîn Alî ya li Tûnisê, ku weke destpêka bûyerên bi navê 'Bihara Ereb' tê zanîn û li welatên Ere rê li ber hilşweşîna gelek rejîman vekir, bi xwepêşandanan derbas bû. -
Bi deh hezaran mirovên ji Baskê ji bo girtiyên ji doza ETA'yê meşiyan
Li paytexta welatê Baskê Bîlbaoyê, bi deh hezaran kes daketin kolanan. Çalakgeran piştgirî dan girtiyên endamê ETA'yê. -
Li Derya Spî keştî noqî binê avê bû: Nêzî sed kes winda ne
Li peravên Lîbyayê yên Derya Spî, keştiyeke ku herî kêm 107 penaber tê de bûn noqî binê avê bû. Ji vê keştiyê tenê 4 kes bi saxî hatine rizgarkirin. -
Li sînorê Macarîstanê bi hezaran koçber li ber sermayê li ber xwe didin
Li welatên Ewropayê li gelek cihan pileya sermayê di jêr dehandeye, li sînorê Macarîstanê bi hezaran koçber li der ve dijîn. -
Parlementoya Brîtanyayê ji hikûmetê daxwaza Plana Brexît dike
Li Brîtanayaya Mezin endamên parlementoyê piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) û şûn de, têkildarî siberoja welat zextên xwe yên li ser hikûmetê zêdetir dikin. -
Hikûmeta Kolombiya û ELN li hev rûniştin
Tevgera ELN’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku civînê kin dom kiriye, lê pir baş derbas bûye. Civîn wê îro jî dewam bike û tê payin di civîna îro de j bo danûstandinên aştiyê bi rengekî fermî demek were diyarkirin. -
Li Amerîkayê têgihîna 'gefê' ya der barê Rûsya ji sedî 82 ye
Li gorî lêkolîneke ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)hatî kirin, 4 ji 5 paran diyar dikin ku 'têkildarî Rûsyayê fikarên wan hene'. -
Bi sedan penaber li peravên Îtalyayê hatin rizgarkirin
Bi sedan penaberên hewl didan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê, bi hewldana saziyên alîkariyê hatin rizgarkirin. Hat ragihandin, herî kêm 2 penaber fetisîne. -
Li Misrê 10 kesên pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hebûn hatin kuştin
Li Misrê, di navbera komek hevkariyê bi çeteyên DAIŞ'ê dike û hêzên ewlekariyê de şer derket. Hat ragihandin, di vî şerî de herî kêm 10 çete hatine kuştin. -
Li DYA, di nava 30 salî de yek ji pênc parên hatineya ciwanan kêm bû
Li gorî lêkolînek ku di çarçoveya daneyên Banka Navendî ya Amerîka (FED) de hat kirin, li DYA hatineya ciwanên kêm 30 salî, li gorî mezinên xwe yên salên 1980'î yek ji pênc paran kêm bûye. -
Têkildarî komkujiya Maîllê wê darizandin neyê kirin
Têkidarî kuştina 124 kesan ji aliyê Naziyan ve li komkujiya Maîllê ya Fransayê, lêpirsîn qetiya. Fransayî amadekariye dikin ku li ser vê komkujiya di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de hat kirin, îtirazê bikin. -
Malbatên mexdûrên komkujiya Berlînê dikarin dozê li dewletê vekin
Malbatên 12 kesên li paytexta Elmanya Berlînê di komkujiya DAIŞ'ê ya 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, amadekariyan dikin ku tazmînatê ji dewletê bixwazin. -
Li Nîjeryayê êrîşa întixarî: Gelek kes mirin
Li Nîjeryaya ku di nava hefteya dawî de ku derbên giran li çeteyên Boko Haram ên girêdayî DAIŞ'ê dikeve, di êrîşa întixarî ya hate lidarxistin de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Wê bandora FBI ya li hilbijartina 8'ê Mijdarê bê lêkolînkirin
Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Buroya Lêkolîna Federal (FBI) ku beriya hilbijartina serokatiyê ya meha Mijdarê bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî Hîllary Clînton ket rojevê, xist ber lêpirsînê. -
Faîza kêm a li Elmanyayê rê li ber teserûfa 240 mîlyar Euroyî vekir
Aboriya li Elmanyayê di sala 2016'an de ji sedî 1,9 mezin bû. Bi saya kêmkirina rêjeya faîzê, dewletê di nava 8 salan de bi 240 mîlyar Euroyî teserûf kir. -
Artêşa Amerîkayê mirina sivîlan a li Kûndûzê qebûl kir
Li gorî daxuyaniya artêşa Amerîkayê, îdîayên li ser kuştina 33 sivîlan li gundekî Afganîstanê, bi rengekî fermî hatiye qebûlkirin. -
Bahoza dijwar li bakurê Fransayê jiyan tevlîhev kir
Barîna berfê û bahoza dijwar a li Fransayê çûn û hatine gelek herêman asê kir. Tê gotin elektrîka nêzî 200 hezar xaniyan hatiye birîn. -
Piştî teqîna li komstêrka Cygnûsê, wê stêrkeke nû bafire
Di encama lêkolîna zanyarên Amerîkî de tespît bû, ji ber lihevketina du stêrkên li nava Komstêrka Cygnûsê, stêrkeke nû ya mezin dafire. -
Tê gotin Îsraîlê bombe li balafirgeheke li Şamê barandiye
Hat ragihandin, li Balafirgeha Leşkerî Mazzeh a li paytexta Sûriye Şamê, teqînê rû da. Tê gotin, teqîn ji ber bomberdûmana balafirên Îsraîlê pêk hatiye. -
Hollande: Bi Rûsyayê re axaftin pirsgirêkan çareser nake
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande yê ku wê di meha Gulanê de erka wî bi dawî bibe, diyar kir ku 'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan axaftina bi Rûsyayê re' têrê nake. -
Wezîrê Karên Derve yê Trump: Hevalbendên me yên herî baş Kurdên Sûriyeyî ne
Namzetê Wezareta Karên Derve yê Serok nû yê DYA Trump, Tîllerson diyar kir ku wê piştgiriya Kurdên li Sûriyeyê bidomînin. Tîllerson destnîşan kir ku wê mabeyna Tirkiye û Kurdên li Sûriyeyê hevsengiyekê ava bikin. -
Konferansa Qibrisê wê bi dirûşma "Dîktator Erdogan" dest pê bike
Hevdîtinên li ser Qibrisê ku di bin çavdêriya NY de pêk tên, îro bi konferanseke navneteweyî ya bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên garantor, dewam dike.