CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo qurbanên qirkirinê li Swêdê 200 çalakî hatin lidarxistin
Bi wesîleya '27'ê Çileyê Roja Bîranîna Qurbanên Qirkirinê ya Navneteweyî', ji bo bîranîna 6 mîlyon Yahûdî, Roman û sosyalîst ên di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de hatin kuştin, 120 bajar û navçeyên Swêdê 200 çalakî hatin lidarxistin. -
Di komîsyona Komkujiya Brukselê de rola Tirkiyeyê hat nirxandin
Gumana ku dibêje, 'Rayedarên Tirk bi zanebûn yek ji kiryarên êrîşa 22'ê Adara 2016'an a li Belçîkayê El Bakraoûî radestî vî welatî nekirine û derfet dane vî kesî ji bo li Hollandayê dakeve' careke din ket rojevê. -
Gorbaçov: Xuya ye cîhan xwe ji bo şerekî amade dike
Lîderê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, weke nivîskarekî mêvan nêrînên xwe di hejmara nû ya kovara Tîme de parve kir. Gorbaçov li dijî şerekî mezin hişyarî da DYA, Rûsya û welatên din ên cîhanê. -
Rêveberiya DYA piştgirî da dijberên kurtajê
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku hefteya bihurî bi mîlyonan jin meşiyan, duh jî dijberên kurtajê daketin kolanan Balkêş bû, yekemcar alîkarekî serokê DYA beşdarî vê çalakiyê bû. -
FARC û hikûmetê dest bi paqijkirina zeviyên çandiniya îllegal kirin
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê di meriyetê de ye, hikûmetê û gerîlayên FARC'ê ji bo tinekirina çandiniya îllegal bi taybetî çandiniya kokaînê, dest bi kar kirin. -
Partiya Çep a Swêdê li ser zextên li HDP'ê pêşniyar pirsek pêşkêş kir
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt, li ser zext û girtina parlamenter û endamên HDP'ê duh pêşniyar nameyeke bi nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, mijar di rûniştineke parlamentê de bê nirxandin. -
DYA ji bo dîwarê li ser sînorê Meksîkayê, wê ji sedî 20 baca berhemên vî welatî zêde bike
Ji bo lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê, ku Serokê DYA Trûmp biryarnameya di vî warî de îmze kir, wê baceke zêdetir ji berhemên ji Meksîkayê tê anîn, bê standin. -
Wezîrê Edaletê yê Hollandayê îstifa kir
Wezîrê Edaletê yê Hollandayê Ard van der Steûr, piştî ku hat sûcdarkirin, 'tazmînata bazirganekî narkotîkê ji dewletê girtiye veşartiye' îstifa kir. -
Bi sedan Naziyên di dema Qirkirina Yahûdiyan de amade bûn, hê sax in!
Tê gotin, bi sedan Nazî û hevkarên wan ên di Qirkirina Yahûdiyan de li dijî mirovahiyê sûc kirin, sax in û divê hesab ji wan bê pirsîn. -
Mêlenchon bi biryar e bibe namzetê çep a Fransayê
Jean-Luc Mêlenchon, ku bi soza bicihanîna polîtîkayên çep xwe ji hilbijartina Serokkomariyê ya li Fransayê re amade dike, da xuyakirin, ku ew ê bi ti awayî hevkariyê bi partiya desthilatdar re neke. -
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Gambiyayê li Swîsreyê hate binçavkirin
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Gambiyayê Oûsman Sonko, ku bi daxwaza penaberiya siyasî hatiye Swîsreyê, bi hinceta ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye hate binçavkirin. -
Li Awûstûryayê operasyoneke mezin
Li bajarên Graz û Viyana yê Awûstûryayê bi beşdariya sedan polîsan ve operasyonek berfireh hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin. -
Bi dehan zarok li Afganîstanê ji ber berf û baranê mirin
Li gelek deverên cîhanê îsal baran û berfê bandorekî mezin li ser gel dike. Li herêmek ya Afganîstanê piraniya wan zarok nêzî 30 kesji ber seqema berfê, jiyana xwe ji dest dane. -
'Pêwîstiya cîhanê ya bi enerjiyê wê yek ji sê paran zêde bibe!'
Şîrketa mezin a enerjiyê ya Îngilîz BP rapora xwe ya li ser nirxandina salê weşand û diyar kir, pêwîstiya bi enerjiyê wê di nava 20 salan de yek ji sê paran zêde dibe. Li gorî raporê, hilberîna enerjiya dikare bê nûkirin, wê qat bi qat zêde bibe. -
Rêjeya dengê Martîn Schûlz û Angela Merkel nêzî hev e
Serokê berê yê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz, tê payîn ku di hilbijartinên meha Îlonê yên Elmanyayê de bibe namzetê sosyal demokratan. Schûlz bi qasî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji aliyê hilbijêrên Elman ve tê ecibandin. -
Li Somaliyê li dijî otelê êrîş: Herî kêm 28 kes hatin kuştin
Di encama êrîşê de bi çek û bombeyî ya ji aliyê çeteyên Eş Şebab ê li paytexta Somalî Mogadîşûyê hate lidarxist, herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
ECB di mijara peymanên bazirganiya serbest de hişyarî da Trûmp
Serokdewletê DYA Donald Trûmp, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya aboriya xweparêz, peymanên bazirganiya serbest yek bi yek betal dike. Li dijî van biryarên Trûmp, Herêma Euro hişyarî da. -
Li Elmanyayê wê ne koalîsyona çep ne jî ya rastgir pêkane be
Li gorî anketa dawî ya li ser hilbijartina li Elmanyayê, şensê koalîsyona çep an jî ya rastgir nîne ku bi tena serê xwe bibin desthilatdar. -
Ji girtîgeheke Brezîlyayê 62 mehkûm reviyan
Li girtîgeheke li eyaleta Sao Paûlo ya Brezîyayê, piştî îsyanê 62 mehkûm reviyan. -
Gelê Samî ji 'Peymana Bakurê Samî' ne razî ye
Gelê xwecihî yê Skandînavyayê Samî, ji pêşnûmeya 'Peymana Bakurê Samî' nerazî ye, ku tê gotin ev peyman ji bo ewlekirina mafên bingehîn ên Samiyan hatiye amadekirin. -
Li Elmanyayê 2 çeteyên DAIŞ'ê ku ji Sûriyeyê vedigeriyan hatin girtin
Li eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê di encama operasyonekê de, 2 çeteyên ku li Sûriyeyê, tevlî El Nûsra û DAIŞ'ê bibû û vegeriyan hatine binçavkirin. -
Li Îtalyayê qezaya helîkopterê: 6 kes mirin
Li herêma Abrûzzo ya Îtalayê helîkopterek ket. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Namzetê Wezîrê Karên Derve yê Nû yê DYA Tîllerson ji aliyê Senato ve hat erêkirin
Rex Tîllerson, ku ji aliyê Serokê nû yê DYA Trûmp ve ji bo Wezareta Karên Derve namzet hat nîşandan, ji aliyê Senato ve hat erêkirin. -
Lîdera nû ya Sînn Feînê O'Neîll e
Piştî ku Martîn McGûîness ji ber krîza siyasî û pirsgirêkên tenduristiyê îstifa kir, Mîchelle O'Neîll bû lîdera Sînn Feînê. -
1236 çete li Fransayê ketin ber lêpirsînê
Li Fransayê, ku ji sala 2015'an û vir ve gelek caran komkujî lê hatin kirin, 1236 kes ji ber sûcên 'pêwendiya xwe bi terorîzmê re heye' tên darizandin yan jî li wan tê gerîn. 51 ji van kesên di sala 2016'an de ketin ber lêpirsînê, zarok in.