CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê li dijî 54 navnîşanên DAIŞ'ê operasyon
Polîsên Elman, li dijî hûcreyên DAIŞ'ê yên dikevin rojavayê welat de bi ser zêdeyî 50'î navnîşanên DAIŞ'ê de girtin. -
Rapora Freedom House: Azadî herî zêde li Tirkiyeyê kêm bûye
Li gorî rapora "Azadiya li Cîhanê 2017" a ji aliyê Freedom House ve hate amadekirin, azadî herî zêde li Tirkiyeyê kêm bûye. -
Patronên mezin ên Amerîkî ji welatên qedexekirî hatine
Karsaz jî li ber biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî koçberan rabûn. -
Karê ku Trûmp di nava hefteyekê de kir bi vî rengî ye
Serokê nû yê DYA Donald Trûmp, piştî ku dest bi wezîfeyê kir mohra xwe danî binê gelek biryarên sosret. Biryarnameyên ku li dû hev hatin îmzekirin, li qada navneteweyî deng vedan. -
FARC û hikûmet wê bi hev re li dijî narkotîkê têbikoşin
Hikûmeta Kolombiyayê û tevgera gerîla FARC'ê, ku mohra xwe danîn binê peymana aştiyê, li dijî hilberîna koka ya li derveyî qanûnan, planeke hevpar pêşkêş kirin. -
Dibe ku qadên manyetîk biguherin û di asta global de elektrîk bê birîn
Lêkolînerên Îngilîz dan xuyakirin, ku di nava 2 hezar salên pêş de dibe ku qadên manyetîk ên gerstêrkê biguherin û di asta global de elektrîk bê birîn. Ev tespît ji aliyê du profesorên Zanîngeha Leedê ve hat kirin. -
Li Kolombiyayê di nava 2 mehan de 17 aştîxwaz hatin kuştin
Li Kolombiyayê, ku di 26'ê Mijdarê de peymana aştiyê ya ji bo qedandina şerê navxweyî yê 52 salan hat îmzekirin, di nava 2 mehên dawî de herî kêm 17 rûspiyên civaka sivîl hatin kuştin. -
Keştiyek bazirganiyê ya ji serdema Roma maye li Mallorcayê hate dîtin
Li peravên Mallorcayê, ku yek ji giravên Derya Spî ye, keştiyek binavbûyî hate dîtin. Di encama lêkolînan de derket holê ku keştî, keştiyeke bazirganiyê ya serdema Roma ye. -
Li ser dewamkirina koalîsyona li Awûstûryayê li hev hat kirin
Li Awûstûryayê, ku di rojên dawî de nîqaş li ser belavbûna hikûmeta koalîsyonê dihat kirin, partiyên desthilatdar ji bo pêşî li têkçûneke gengaz a li hilbijartinê bigirin, di mijarên aborî, koç û ewlekariyê de li hev kirin. -
Ji ber şewata li Şîlî daristana ji 380 hezar hektarî şewitî
Şewata li Şîlî ev du hefte ne dewam dike. Tê gotin, heta niha bi qasî 400 hezar hektar qada daristanî şewitiye. -
Wezîra Edaletê ya li ber qedexekirina vîzeyê rabû ji wezîfeyê hat girtin
Sally Yates, ku wekîlî wezîfeya Wezareta Edaletê ya DYA dimeşand, piştî ku da xuyakirin ew qedexeya vîzeyê ya ji aliyê Donald Trûmp ve hat îmzekirin hiqûqî nabîne, ji wezîfeyê hat girtin. -
Li Brezîlyayê ku bi mîlyonan kes bê zevî ne, ji biyaniyan re zeviyê çandiniyê tê dayîn
Serokdewletê Brezîlyayê Mîchel Temer ê ji eniya rastgiriya navendî, wê zeviyên çandiniyê ku ji xwe bi giranî di destê şîrketên mezin de ne, hê bêhtir bide talankirin. -
Li Ûkraynayê ‘Tevî agirbestê’ jî bîlançoya şer: Herî kêm 7 kes mirin
Bîlançoya şerê li herêma rojhilatê Ûkraynayê ku di navbera yekîneyên artêşê û milîtanên ku Rûsya piştgirî dikin de, diqewime giran dibe. Li gorî agahiyê dawî, di şerê duh şev heta niha de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Trûmp wê ji Peymana Avhewayê jî vekişe
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) Danold Trûmp, ragihand ku wê ji Peymana Avhewayê ya ku sala borî qebûl kirî, derkeve. -
Li Bexdayê pêngava bersivdayinê: Hate qedexekirin ku Emrîkî werin Iraqê!
Rêveberiya Bexdayê, bersiv da biryara Serokê DYE’yê û ragihand ku welatiyên Emrîkî 90 rojî nikarin werin welatê wan. -
Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 kes hatin kuştin
Li Kanadayê, êrîşeke çekdarî li mizgeftekê hat kirin û li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Sosyalîstên Fransayê namzetê ‘Hê çepgir’ Hamon hilbijart
Pêşhilbijartina ku wê namzetê Serokkomariyê diyar bike ku ji aliyê Partiya Sosyalît (PS) a li ser dethilatê û partiyên mutefîk ve hate organîzekirin, Benoît Hamon ê ku polîtîkayên Françoîs Hollande red dike qezenç kir. -
Martîn Schûlz bû hevrikê Merkel
Serokê berê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Martîn Schûlz, di hilbijartina giştî ya Elmanyayê de ku meha Îlonê bê lidarxistin wê bibe namzetê Serokwezîrê Demokratên Sosyalîst. -
Bicihanîna qanûna koçberan a Trûmp hat rawestandin
Dadgeha Federal a New Yorkê, bicihanîna biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li ser qedexekirina hatina welatiyên 7 welatên Misilman, ji bo demekê rawestand. -
Trûmp peyama 'hevkariyê' dide lîderên cîhanê
Serokê DYA Donald Trûmp ku ji 20'ê Çileyê û vir ve mohra xwe daniye gelek biryarên cihê nîqaşê, di hevdîtinên bi gelek lîderên cîhanê re balê dikişîne ser girîngiya 'dewamkirina hevkariyê'. -
Kanada: Em amade ne penaberan vehewînin
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, li hemberî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî hatina penaberan, da xuyakirin ku ew amade ne mexdûrên şer li welatê xwe vehewînin. -
Pêşhilbijartina partiya desthilatdar a Fransayê îro ye
Tûra duyemîn a pêşhilbijartina diyarkirina namzetê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê û partiyên hevalbendên wê ji bo Serokkomariyê, îro ye. -
Li Yemenê şer dijwar dibe
Li Mûha ya Yemenê di navbera yekîneyên Siûdî Erebîstan piştgirî dike û milîsên Şiî Hûsiya de şerê dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane. -
Trûmp betlanaya ji bo 7 welatan qedexe kir: Li balafirgehan hatin astengkirin
Piştî Serokê Dewleta Amarîkayê Donalt Trûmp biryarnameya hatina koçberan û bi vîzeyan hatina ji 7 welatina û şûn ve qebûl kir, aloziyên mezin derketin. -
Trûmp sînorên DYE’yê ji welatiyên 7 welatan re girt
Serokê DYE’yê Donald Trûmp, sînorê Emrîka ji penaberan re girt, ku ji 7 welatê misilman tên.