CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rapora NY: Xeterî heye li Sûdan a Başûr komkujî bê kirin
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, ji ber şerê navxweyî yê li Sûdan a Başûr, hejmara komên çekdar zêde bûye û rîsk zêde ye ku komkujiyê rû bide. -
Venezûelayê ji DYA xwest lêborînê bixwaze
Aloziya navbera Venezûela û DYA, ku piştî danekirinên li ser Alîkarê Serokdewletê Venezûelayê Tarek el Aîssamî hat ferzkirin dest pê kir, didome. Serokdewlet Madûro ji DYA xwest, ku ji ber sûcdariya bazirganiya narkotîkê, lêborînê bixwaze. -
Li Dresdenê zincîra ji 12 hezar kesî ya li dijî komkujî û nîjadperestiyê
Li gelek bajarên li rojhilatê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin û bi mîlyonan mirovên di Şerê Duyemîn ên Cîhanê de ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin û bi hezaran sivîlên ji aliyê hêzên hevalbend ve hatin bombekirin, hatin bîranîn. -
Li Romanyayê wê têkoşîna li dijî nelirêtiyê pêşkêşî referandûmê bê kirin
Li Romanyayê, ku ev du hefte ne xwepêşandanên li dijî nelirêtiyê tên lidarxistin, Parlamentê biryar dar li ser têkoşîna li dijî nelirêtiyê referandûm were lidarxistin. -
Xebatkarên cemaweriyê yên li gelek eyaletên Elmanyayê di greva hişyarkirinê de ne
Bi sed hezaran xebatkarên li saziyên cemaweriyê yên li eyaletên Elmanyayê wezîfedar in, beriya danûstandinên tomerî yên li ser mafên wan, îro dikevin greva hişyarkirinê. -
Hevdîtinên li Cenevreyê roja 23'ê Sibatê dest pê dikin
Hevdîtinên li Cenevreyê, ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji bo peydakirina rêyeke çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê tên lidarxistin, wê roja 23'ê Sibatê ji nû ve dest pê bikin. -
Li Tayvanê otobusa geştê qelibî: Herî kêm 32 kes mirin
Li Tayvanê di encama qelibîna otobuseke geştê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Pakîstanê êrîşa întîxarî: Gelek kes mirine
Li bajarê Lahor ê Pakîstanê di encama êrîşa bombeyî de ku ji hêla Talîbanan ve hate lidarxistin, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Hêzên leşkerî yên Elmanya û Norweçê wê hevpar fuzeyan pêş bixin
Elmanya û Norweçê di çarçoveya ‘Polîtîkaya parastinê’ de biryara hevpar a pêşxistina fûzeyan ragihand. -
Elmanya: Eger hevkariya Transatlantîkê têk biçe wê bi sed hezaran kes bê kar bimînin!
Tê gotin ferzkirina polîtîkayên aboriyê yên destêwerdêr di serî de li ser Elmanya yên li ser dewletên Ewropayê yên ji hêla Serokê nû yê DYA’yê Trûmp ve, wê rê li ber bê kar mayina bi sed hezaran kesî veke. -
Endamên Podemosê careke din Îglesîas hilbijartin
Sekreterê Giştî yê partiya çep a radîkal a Spanyayê Podemosê Pablo Îglesîas, di kongreya partiyê de ji nû ve bû sekreterê giştî yê partiyê. Di nava partiyê de, demeke dirêj bû rewşeke parçebûyî hebû. -
Li Moskowayê çalakiya li dijî qanûna rewakirina şîdeta li nava malbatê
Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi qasî 100 kes li dijî qanûna ku şîdeta li nava malbatê rewa dike, çalakiyeke protestoyî lidar xistin. -
NY: Îslamofobî terorîzmê sor dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, di dema serdana Erebîstana Siûdî de daxuyaniyek da û diyar kir, Îslamofobî terorîzma li hin cihên cîhanê sor dike. -
Li Swîsreyê karê welatîbûna neviyên koçberan sivik bû
Li Swîsreyê, di referandûmê de ji bo sivikkirina kar û barên welatîbûna neviyên koçberan dengê 'erê' hat dayîn. -
Li 20 bajarên Meksîkayê xwepêşandanên li dijî Trûmp hatin lidarxistin
Li gelemperiya Meksîkayê bi hezaran kes daketin kolanan û polîtîkayên Serokê DYA Donald Trûmp ên li dijî welatê wan, şermezar kirin. -
Xwepêşandanên li Romanyayê duh bi şev jî dewam kirin
Li Romanyayê, tevî ku hikûmet ji biryarnameya xwe ya 'qanûnîkirina' nelirêtiyê vegeriya jî, gel ji kolanan dernakeve. -
Li Swîsreyê roja referandûmê: 2 ‘erê’ 1 ‘Na’ derket
Li Swîsreyê di hilbijartina referandûmê de ku îro li ser 3 mijarên ku gel deng dan pêk hat, 2 erê 1 jî na derket. -
Serokkomarê nû yê Elmanyayê hate hilbijartin
Di hilbijartina îro ya li Desteya Hilbijartinê ya Federal a Elmanyayê hate kirin, bi piraniya dengan Wezîrê berê yê Karê Derve Frank- Walter Steînmerîer bi ser ket. -
Koreya Bakur fuzeya balîstîk firand
Koreya Bakur ragihand, ku wan fuzeya balîstîk firandine. DYA û Japonyayê, li dijî vê hewldana Koreya Bakur helwesteke hevpar nîşan dan. -
Li Parîsê di çalakiya şermezarkirina şîdeta polîsan de şer derket
Li herêma Bobîgny a Parîsê, bi sedan kes ji bo şermezarkirina şîdeta polîsan li hev civiyan. Di vê çalakiyê de, di navbera çalakgeran û polîsan de şer derket. -
Li şûna polîsan, ciwanên demokrat dest li Neonaziyan werdan
Bi bahaneya salvegera bombekirina bajarê Dresdenê di sala 1945'an de ji aliyê Hevalbendan ve, bi sedan Neonaziyan xwepêşandan lidar xistin. Nerazîbûna li vê xwepêşandanê zêde dibe. -
Elmanya wê îro Serokkomarê xwe yê nû hilbijêre
Li şûna Serokkomar Joachîm Gaûck, ku wezîfeya wî di meha pêş de diqede, wê îro li Desteya Hilbijarkaran a Federal Serokkomarê nû were hilbijartin. -
NY bi israr dixwaze Serokwezîrê berê yê Fîlîstînê Fayyad bibe nûnerê taybet
Neteweyê Yekbûyî (NY) ragihand, ku ew bi biryar e Serokwezîrê berê yê Fîlîstînê Saslam Fayyad weke Nûnerê xwe yê Taybet li Lîbyayê wezîfedar bike. -
Greva polîsan a li Brezîlyayê dewam dike
Li eyaleta Espîrîto Santo ya Brezîlyayê, tevî lihevkirina bi rayedarên herêmî re, greva polîsan dewam dike. Hevserên polîsan, peymana hatiye kirin îllegal dibînin. -
Li Bexdayê di xwepêşandanan de 7 kes mirin
Alîgirên lîderê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr, ji bo guhertina endamên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind li paytext Bexdayê xwepêşandan lidar xistin.