CÎHAN
Hemû Nûçe
-
NY: Wê xebatên bêçekirina FARC’ê hata dawiya Gulanê biqede
Li Kolombiyayê mîsyona çavdêriya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di bin serokatiya Javîer Perez Aqûîno de, anî ziman ku dîroka ji bo xebata bêçekirina gerîlayên FARC’ê wê di dema hatî diyarkirin de dewam bike. -
Trûmp ji bo hêzên deryayî yên DYA daxwaza keştiyeke nû ya balafiran dike
Serokê DYA Donald Trûmp, ku çend roj berê ragihand ew ê budçeya parastinê bi 54 mîlyar dolarî zêde bike, da xuyakirin ku ew ê keştiyên nû yên şer û keştiyên binê avê ji bo Hêzên Deryayî peyda bike. -
Şensê Macron zêde ye ku bibe Serokkomarê Fransayê
Li gorî anketên li ser hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, ku wê di 23'ê Nîsanê de pêk werin, Emmanûel Macron hê jî namzetê herî bi şens e. -
Cotkarên Fransayî ji siberojê bêhêvî ne
Pirsgirêkên aboriyê yên cotkarên Fransayê, di salên dawî de gihîştine asteke giran. Zêdeyî nîvê cotkaran mehane 350 Euro qezenç dikin. Neh ji dehên cotkaran jî ji siberojê bêhêvî ne. -
Mîkro-fosîlên 4 mîlyar salî hatin dîtin
Li gorî encamên lêkolînek li kovara Natûre hatin weşandin, mîkro-fosîlên li Kanadayê hatin dîtin, 4 mîlyar salî ne. -
Li gorî anketên li Hollandayê nîjadperestan kêm kirine
Li gorî anketên dawî yên li ser hilbijartinên giştî yên Hollandayê, ku wê di 15'ê Adarê de pêk werin, dengên partiyên lîderê nîjadperest Geert Wîlders û Serokwezîr Mark Rûtte nêzî hev in. -
Pêşnûmeya Brexîtê li Kamara Avamê hat vegerandin
Pêşnûmeya Brexîtê, ku beriya niha li Kamara Avamê hatibû qebûlkirin, piştî dengdana li Kamara Lordan, li Kamara Avamê hat vegerandin. -
Li Fransayê bi gumanbariya êrîşa terorîstî 4 zarokên keç hatin girtin
Li Fransayê, duh li gelek bajaran operasyon hatin kirin û 4 zarokên keç hatin girtin. Fikar heye, ku ev her çar zarokên keç plan dikirin, li welêt êrîşeke terorîstî bikin. -
Rûsya û Çînê pêşnûmeya danekirina li ser Sûriyeyê veto kirin
Pêşnûmeya ku danekirinê li ser rêveberiya Sûriyeyê ferz dike, di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin. -
Mûçeyên kêmtirîn ên li Yekîtiya Ewropayê hê jî gelekî kêm in
Li gorî lêkolînek Weqfa Hans-Bocklerê, mûçeyên li 22 welatên Yekîtiya Ewropayê zêde bûbin jî, mûçeyên kêmtirîn hê jî di asta yek ji sê parên mûçeyên xebatkaran de ne. -
NY: Li Yemenê 1500 zarok weke şervan tên bikaranîn
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku di nava şerê navxweyî yê Yemenê de ev 2 sal sin zarok weke şervan tên bikaranîn. -
Li Cezayîrê gelek îslamiyên radîkal hatin kuştin
Li Cezayîrê yekîneyên artêşê li dijî komên Îslamiyên Radîkal operasyon lidar xistin, di operasyonê de 9 mîlîtan hatin kuştin. -
SpaceX: Tûrîstên destpêkê wê di dawiya sala 2018'an de biçin Heyvê
Şîrketa SpaceX a Amerîkî ragihand, wê di dawiya sala 2018'an de tûrîstêm destpêkê bişînin ser Heyvê. -
Kamara Lordan dixwaze Plana Brexîtê were guhertin
Tê payîn, hikûmeta Brîtanyayê heta dawiya meha pêş serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bike. Tê gotin, Kamara Lordan wê zextê li hikûmetê bike ku hin guhertinan bike. -
Ji xwîna ejderê Komodo wê antîbiyotîkek super bê çêkirin
Di encama lêkolînan de derket holê, ku hin bakteriyên di xwîna ejderê Komodo de hene, ku kujer in, wê karibe li dijî bakteriyên super ên antîbiyotîk bi kêrî wan nayê, bên bikaranîn. -
Têkoşîna li dijî nêçira bêdestûr nikare pêşî li komkujiya Gergedanan bigire
Li Afrîka Başûr, têkoşîna li dijî nêçira bêdestûr gihîştiye asteke gelekî girîng e. Lê belê tevî vê yekê jî rayedar dikin nakin nikarin pêşî li komkujiya gergedanan bigirin. -
Penaberên ji DYA direvin berê xwe didin Kanadayê
Penaber, ji ber polîtîkayên rêveberiya Donald Trûmp ên li dijî koçberan, di nava serma û seqemê de hewl didin xwe bigihînin Kanadayê. Rayedar ji ber vê rewşê bi tirs û fikar in. -
Budceya parstina DYA’yê tê zêdekirin
Di pêşnûmeya nû de ya ji aliyê rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) ve hate ragihandin, budceya beşa parastinê di rêjeyekî mezin de hate bilindkirin, tê payîn ku budceya gelek ajansên federal û piştgiriya alîkariyê bên kêm kirin. -
NY ji bo 'parastina mafên mirovan' bang li dewletan kir
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin. Qisekeran ji bo parastina azadî û mafên mirovan bang li hemû dewletan kirin. -
Bi hezaran kesî li Londonê li fîlmê Farhadî temaşe kirin
Fîlmê derhênerê Îranî Asgar Farhadî, ku ji ber biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî koçberan Oscar boykot kir, li Londonê ji aliyê bi hezaran kesî ve li meydanê hat temaşekirin. -
Fîlîstîniyan ji bo boykotkirina edaleta leşkerî ya Îsraîlê bang kirin
Fîlîstîniyan bang kirin, ku roja Yekşemê dadgehên leşkerî yên Îsraîlê werin boykotkirin. -
Bi hezaran kes ji bo bîranîna Nemtsov li Moskowayê meşiyan
Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi hezaran kes ji bo bîranîna lîderê mûxalefetê Borîs Nemtsov ê du sal berê hat kuştin, meşiyan. -
Pirsgirêka Sahara Rojava: Fas ji herêmeke bi nîqaş vekişiya
Hikûmeta Fasê ragihand, ku wan xwe ji herêmeke bi nîqaş vekişandine. Vê herêm di navbera hikûmetê û alîgirên serxwebûnê de rê li ber aloziyeke mezin vekiribû. -
Parêzerê Mandela, dostê Kurdan Moosa jiyana xwe ji dest da
Parêzerê lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela û dostê gelê Kurd Essa Mûsa danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. -
Çepgirên li nava Partiya Demokrat a Îtalyayê tevgereke nû ava kirin
Çepgirên li nava Partiya Demokrat (PD) a li Îtalyayê desthilatdar e, li ber polîtîkayên lîberan ên serdema Matteo Renzî rabûn û biryar dan ji partiyê cihê bibin.