CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Qirkirina Namîbya: Wê doza tazmînatê ya ji 30 mîlyar dolarî li Elmanyayê bê vekirin
Ji ber qirkirina di navbera salên 1904 û 1908'an de li Namîbya welatê li başûrrojavayê Afrîkayê ji aliyê Elmanyayê ve hat kirin, hikûmet wê doza tazmînatê ya ji dehan mîlyar dolarî veke. -
Li Perûyê barana ji ber El Nîno: Herî kêm 65 kes mirin
Li Perû welatê Başûrê Amerîkayê, barana dijwar a ji ber fenomena El Nîno dibare, roj bi roj zerareke giran dide herêmê. -
Sembola Rock'n'Roll Chûck Berry jiyana xwe ji dest da
Hunermendê DYA'yî Chûck Berry, ku weke sembola muzîka Rock'n'Roll tê nîşandan, di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
ETA bi biryar e ku dev ji çekan berde
Hikumeta Îspanyayê bersiva neyînî da hewldanên çekberdana ETA’yê ya ku tevgera çekdar a welatê Baskê ye û tê plankirin ku heta 8’ê Nîsanê karê çekberdanê bi dawî bibe. -
Li Yemenê êrîş: Bi dehan koçber û leşker hatin kuştin
Li Yemenê di encama êrîşa li dijî yekîneyên hikûmetê hate lidarxistin de herî kêm 26 leşker hatin kuştin, di êrîşa koçberên Somalî hate hedefkirin de jî herî kêm 42 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Bûlgarîstanê Sefîra xwe ya li Enqereyê vekişand
Hikûmeta Bûlgarîstanê, Sefîra xwe ya bilind a li Enqereyê Nadejda Neynskî vekişand. -
Ji sedî 30 ê Elmanan di zarokatiyê de bûne mexdûrê şîdetê
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, yek ji sê esên li welêt, di dema zarokatiya xwe de bûne mexdûrê şîdetê li nava malbatê. -
Parlamenta Brîtanyayê xebitandina ferdên malbatê qedexe kir
Li Îngilîstanê hat qedexekirin, ku ferdên malbatên endamên parlamentê li karê mîn şêwirmendiyê werin xebitandin. -
Li gorî anketan pêşbirk di navbera Le Pen û Macron de ye
Anketên hilbijartinê yên li Fransayê hatin kirin nîşan didin, ku pêşbirka Serokkomariyê wê di navbera Emmanûel Macron ê lîberal û Marîne Le Pen a rastgira tund de pêk were. -
'Nameya bi bombe ji aliyê anarşîstên Yewnan ve hatiye şandin'
Hat îdîakirin, ku nameya duh ji buroya IMF a Parîsê re hat şandin, mîna nameya bi bombe ya ji Wezareta Maliye ya Elmanyayê re hat şandin, ji Yewnanîstanê hatiye birêkirin. -
Li Ofîsa IMF’ê teqîn
Li Paytexta Fransayê Parîsê, li ofîsa IMF’ê teqînek pêk hat. -
Yekemîn gundê Alzheimerê yê Fransayê tê avakirin.
Li bajarokê Daxê yê bi ser herêma Nouvelle-Aquitaine ya Fransayê ye, yekemîn Gundê Alzheimerê tê avakirin. -
Paketa bi bombe ji Yewnanîstanê hatiye Elmanyayê
Derket holê, paketa bi bombe ya ku duh bi rêya postayê ji Wezareta Maliye ya Federal a Elmanyayê hat şandin, ji Yewnanîstanê hatiye birêkirin. -
Li penaberên li herêma bê alî asê man e, îşkence tê kirin
Tevî ku bala hemû cîhanê li ser penaberên hewl didin ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê, derket holê ku li penaberên li herêma bê alî ya navbera Fas û Cezayîrê asê man e, îşkence tê kirin. -
Encama hilbijartinên li Hollandayê eşkere bû
Li Hollandayê, di hilbijartinên giştî de Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) bi ser ket. -
Banka Navendi ya DYA’yê fayîz bilind kir
Banka Navendî ya DYA’yê di nava vê salê de du car, di deh salên dawî de jî cara 3’emîne ku fayîz bilind kir. -
Li Etiyopyayê hêjmara miriyan gihişte 113’an
Piştî hezaza li sergoyekî ku di dawiya hefteyê li Etiyopyayê qewimî û şûn de, hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişte 113’an. -
Li Tikrîtê êrîşa bombeyî: Herî kêm 8 kes mirin
Îro li bajarê Tikrît ê Iraqê, di encama êrîşa wesayîta bombebarkirî de herî kêm 8 kes mirin, zêdetirî 50 kes birîndar bûn. -
Fransa: Ji bo rakirina Rewşa Awarte şert û merc êdî hatine avakirin
Li Fransa ji bo rakirina pêkanîna Rewşa Awarte ya ku piştî qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya di 13’ê Mijdara 2015’an û şûn de hate îlankirin, diyar kir ku ‘êdî şert û merc’ destdayîne. -
Li Şamê êrîşa xwekujî: 50 mirî
Di êrîşa li paytexta Sûriye Şamê de, Edliya hate hedefkirin. Herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Şerê navbera hikumeta Trablûsê û yekîneyên general Haftar gur dibe
Li Lîbyayê, ku ji sala 2011’an û vir ve şerekî navxweyî lê heye, di navbera hikumeta Trablus û yekîneyên general Halifa Haftar yê ku nêzî hikumeta defakto ya Tobrukê ye, şer gurtir dibe. -
Nelirêtiya li Petrobrasê: 83 siyasetmedar dikevin ber lêpirsînê
Ji ber nelirêtî û bertîla li dora şîrketa Petrobras a Brezîlyayê rû da, gelek siyasetmedar dikevin ber lêpirsînê. -
Li Meksîkayê goreke komî ku bi sedan cesed tê de ne, hat dîtin
Li Meksîkayê, ku zêdeyî 30 hezar kes 'winda' ne, di encama lêkolînekê de goreke komî derket holê ku kiloxên 250 kesî tê de hatin dîtin. -
Reforma tenduristiyê ya li DYA wê 14 mîlyon kesî bê sîgorta bike
Bi reforma nû ya tenduristiyê re, ku li ser daxwaza Serokê DYA Donald Trûmp dikeve meriyetê, tê texmînkirin ku herî kêm 14 mîlyon xizan ji sîgorta tenduristiyê bêpar bimînin. -
DYA balafirên bê mirov ên bi çek dişîne Koreya Başûr
Rêveberiya DYA, ku ji ber bernameya nukleerî li dijî Koreya Bakur daxuyaniyên tund dide, wê li Koreya Başûr balafirên şer ên bê mirov bi cih bike.