CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Eger li hev neyê kirin wê Tsîpras daxwaza civîna bilind a YE bike
Danûstandinên navbera Yewnanîstanê û Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euroyê wê sibe li Maltayê pêk werin. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras ragihand, eger li hev neyê kirin, wê daxwaza civîneke bilind a YE ya awarte bike. -
Hilbijartinên Fransayê: Mêlenchon di nava mehekê de 5 pûan zêde kir
Beriya hilbijartinên Serokkomariyê, ku wê di 23'ê Nîsanê de li Fransayê bên kirin, zêdebûna dengê namzetê çep Jean-Lûc Mêlenchon ê di anketan de balê dikşîne. -
Karesata lehiyê ya li Kolombiyayê: Hê jî bi sedan kes winda ne
Bîlançoya lehiya ku hefteya derbasbûyî ji ber barana zêde li Kolombiyayê rabû, giran dibe. Tê gotin, hê jî bi sedan kes winda ne. -
Li Îranê erd hejiya
Li nêzî bajarê Meşhed ê Îranê, bi dijwariya 6,1 pileyî erd hejiya. -
Bêkariya li Herêma Euro ji sala 2009'an û vir ve di asta herî kêm de ye
Danîmarka û Lîtvanya ne di navê de, rêjeya bêkariyê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kêm bû. Li Herêma Euro, ji Gulana 2009'an û vir ve bêkarî di asta herî kêm de ye. -
Xwepêşandanên xwendekaran ên li Sirbîstanê di roja 2. de ne
Li Sirbîstanê, bi hezaran xwendekarên lîse û zanîngehê ku dibêjin, di hilbijartinên Serokkomariyê yên roja Yekşemê de hîle hatiye kirin, daketin kolanan. -
Êrîşkarê St. Petersbûrgê eşkere bû
Hat ragihandin, kesê ku li bajarê St. Petersbûrg ê Rûsyayê êrîşa bombeyî kiriye, welatiyekî Rûs ê bi eslê xwe Kirgiz e. Di êrîşa duh de 11 kes miribûn, herî kêm 45 kes jî birîndar bûbûn. -
Li Misrê kavilê pîramîdekî nû hate dîtin
Li Misrê, di encama xebatên arkolojîk de kavilê pîramîdekî ji 3 hezar 700 salî hate dîtin. -
Hejmara demokratan têra blokekirina namzetê Trûmp ê ji bo Destûra Bingehîn dike
Serokê DYA Donald Trûmp dixwaze Neîl Gorsûch bîne ser Dadgeha Destûra Bingehîn a Amerîkayê. Demokrat bûn xwedî hejmareke têrker, ku namzetiya Gorsûch bloke bikin. -
16 welatên YE dozgeriya têkoşîna li dijî sûcên malî ava dikin
16 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE), tevî mûxalefeta gelek endamên din jî, di mijara avakirina dozgeriya hevpar a dijî sûcên malî de li hev kirin. -
Bîlançoya lehiya li Kolombiyayê giran dibe
Li Kolombiyayê, bîlançoya lehî û şemitîna erd ku ji ber barana zêde rû da, roj bi roj giran dibe. -
YE wê tenê ji bo pêvajoya derbasbûnê, tehmûla Esed bike!
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), di aliyê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de berovajî DYA’yê, baş berê xwe nade formîla Esad, ragihandin ku wê di demekî kurd de ji bo çûna Esad bi israr bin. -
Li Rûsyayê teqîn: 10 mirî
Li metroya St. Petersbûrg a Rûsyayê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyê destpêk herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hêzên ewlekariya Rûsyayê diyar kirin ku teqîn “Êrîşekî terorî” ye. -
Li Ekvatorê di hilbijartinan de namzetê çep Moreno bi ser ket
Li Ekvatorê, di hilbijartinên Serokkomariyê de namzetê çep Lenîne Moreno bi ser ket. -
Hejmara mirovên li Kolombiyayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 250 kesî
Hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê li herêma Mocoa ya Kolombiyayê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 250 kesî. -
Li Kolombiyayê lehî rabû: 254 kes mirin
Li bajarê Mocoa yê li başûrê rojavayê Kolombiyayê lehî rabû û 254 kes mirin. -
Ji bo parastina mîrata çandî daxwaza misyona NY’yê
Italya ku îsal wê ji Civîna G7 re malxweyîtiyê bike ji bo ku li tevahiya dinyayê mîrata çandî were parastin biryar da ku mîsyonek were avakirin. -
Serokwezîra Skoçyayê mohra xwe danî binê nameya referandûma serxwebûnê
Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon, nameya li ser daxwaza referandûma duyemîn a ji bo serxwebûna welatê xwe, erê kir û mohra xwe danî binî. -
Li Şerîa Rojava piştî 25 salan yekem jînwarê Yahûdiyan tê çêkirin
Hikumeta Îsraîlê, piştî 25 salan destûr da ku li Şerîa Rojava jînwarekî nû bê çêkirin. Tê gotin, ev biryar wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê girantir bike. -
Pûtîn: Germbûna global ne ji ber mirovan e!
Piştî biryarnameyeke nû ya enerjiyê ya rêveberiya DYA, ku gefê li Peymana Avhewayê dixwe, nûçeyeke din a neyînî ji Rûsyayê hat. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn careke din got, germbûna global ne ji ber mirovan e. -
UETD ji du aliyan re sîxuriyê dike
UETD a li Swêdê, hem mûxalîf û dijberên rejîmê yên li Swêdê ji dewleta Tirk re radigihîne, hem jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê mirovên ji Tirkiyeyê reviyane Swêdê, îxbara wan li cem polîsên Swêdê dike. -
Dermanê bi bandor ê kanserê bûye sedema mirina gelek kesan
Li Fransayê, qedexekirina dermanekî kanserê di rojevê de ye. Ev derman ji sla 1996'an û vir ve tê bikaranîn û tê gotin, ji ber vî dermanî bi dehan nexweşan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Bexdayê êrîş: 15 kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi tankera petrolê ya bombebarkirî li dijî bendeke kontrolê ya polîsan êrîşek hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê hêviya ji bo namzetê hevpar ê çep diqede
Di hilbijartinên serokkomariya Fransayê de, ku wê roja 23'ê Nîsanê bê kirin, ji bo cara dawî banga yekbûnê li du namzetên girîng ên eniya çep hat kirin. Lê belê ev bang jî bê encam ma. -
Trûmp mohra xwe danî binê biryarnameya avhewayê
Serokê DYA Donald Trûmp mohra xwe danî binê biryarnameya avhewayê, ku demeke dirêj e nîqaş li ser tê kirin. Bi vî rengî, armancên DYA yên li ser germa global pûç dibin.