CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Hollandayê girtina wekîlên HDP'yî mehkûm kir
Partiyên li Meclîsa Nûneran, ku baskê jêrîn ê Parlamenta Hollandayê ye, der barê girtina parlamenterên HDP'yî de biryarek standin û girtina wan mehkûm kirin. -
Nasnameya êrîşkarê Londrayê hate eşkerekirin
Hat ragihandin ku endamê DAIŞ’ê yê duh li paytexta Îngîlîstanê Londonê li pêşiya avahiya Parlemetoyê êrîş êrîşek pêk anîbû û 4 kes kuşt, welatiyê Îngîlîz ê bi navê Khalîd Masood e. -
Li Belçîkayê kesek bi gumana wê bi wesayîtê êrîş bike hate girtin
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê welatiyek Fransî bi gumana ku wê bi wesayîtê êrîşekê lidar bixe hate binçavkirin. -
Li Ûrûgûayê yekemcar agirê Newrozê geş bû
Li Ûrûgûayê yekemcar agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, endamên çapemeniyê, nûnerên saziyên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka tevlî bûn. -
Para berhemên nebatî zêde dibe
Zerar berhemên kîmyewî yên ji ber petrol û çavkaniyên din ên fosîlê li ser tenduristiya mirovan tê zanîn. Ewropa berê xwe didin berhemên nebatî. -
Ji bo Somalî tenê yek ji sê parên fonan hatiye hevdan
Ji bo li Somaliyê mîna sala 2011'an xela rû nede, pêwîstiya bi fonan hatibû diyarkirin, lê bele heta niha tenê yek ji sê parên van fonan hatiye hevdan. -
Di êrîşa Londrayê de 4 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
Di êrîşa li paytexra Îngilîstanê Londrayê pêk hatî de polîsek jî di nav de 4 kes mirin, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. -
Hêzên Iraqê bajarokê Baduş ji çeteyan rizgar kirin
Bajarokê Baduş ê Telefer ê dikeve bakûrêrojavayê Mûsilê, ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha rêveberekî DAIŞ'ê jî di nav de 40 çete hatine kuştin. -
Kesê ku li Parlamenta Îngîlîstanê êrîş kirî hate kuştin
Hate diyarkirin ku kesê li dijî Parlementoya Îngîlîstanê êrîş lidar xistibû, ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. -
Belçîka: Divê têkliyên Tirkiye- YE bi dawî bînin
Serokwezîrê Belçîka Mîchel ragihand ku pêwîste têkliyên Tirkiye-Yekitiya Ewropa bêne qûtkirin. -
DYA û Îngilîstan hin astengiyên nû danîn pêşiya rêwiyên ji Rojhilata Navîn
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îngilîstan qedexe dike, ku di balafirên balafirên ji Rojhilata Navîn tên de, kompûter li cihê rûniştinê hebin. -
Di nava hefteyekê de 6 hezar koçber li Derya Spî hatin rizgarkirin
Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Koçberan ragihand, di nava hefteya dawî de 6 hezar koçber hatine rizgarkirin. -
Statuya 'mirov' dan çemên Ganj û Yamûna
Eyaleta Ûttarakhan a li bakurê Hîndîstanê, ji bo pêşî li gemarîbûna her du çemên pîroz ên li welêt bigire, statuya 'mirov' da van çeman. Çemê Ganj yek ji wan çeman e ku herî zêde tê gemarîkirin. -
2016'an bû sala herî germ a dîrokê
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ragihand, sala 2016'an sala herî germ a dîrokê ye. -
Li Tîmora Rojhilat gerîlayekî berê bû serokê dewletê
Francîsdo Gûterres ê bi nasnavê Lû-Olo ê li Tîmora Rojhilat berê gerîla, ji bo serokatiya dewletê hate hilbijartin. -
Fermandarê berê yê ÎRA’yê Mcguinnes jiyana xwe ji dest da
Fermandarê berê yê ÎRA’yê McGuinnes ji ber nexweşiya dil, jiyana xwe ji dest da. -
Serokwezîrê Kanadayê Trûdeaû Newroz pîroz kir
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, bi wesîleya Newrozê peyamek bi dîmen weşand û bi Kurdî got, 'Newroz pîroz be'. -
Li Swîsreyê siyaset li kantonan tê kirin
Namzetê SP'ê yê hilbijartina Kantona Vaud a Swîsreyê Îhsan Kûrt got, "Gazin têrê nakin, nabe ku mirov pişta xwe bide. Divê em baş zanibin ku li Swîsreyê siyaset li kantonan tê kirin." -
Şaredarê Strasboûrgê: Ez li dij im ku Erdogan mîtîngê lidar bixe
Hat ragihandin, Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo referandûmê hewl dide li bajarê Strasboûrg ê Fransayê mîtîngê lidar bixe. Şaredarê Strasboûrgê Roland Rîes got, ew li dij e ku Erdogan bê bajêr. -
Li Elmanyayê, kesekî têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re heye û plana êrîşê dikir hat girtin
Hat ragihandin, li bajarê Lîppstadt ê Elmanyayê, kesekî ku tê gotin têkiliya xwe bi lîderê çete yê bi navê Abû Walaa heye û tê texmînkirin ku plana êrîşê dikir, hat girtin. -
Partiyên Bûlgar nerazîbûn nîşanî destwerdana AKP'ê ya li hilbijartinan dan
Der barê destwerdana hikûmeta AKP'ê li hilbijartinên dawiya hefteyê yên li Bûlgarîstanê, du partiyên sereke yên Bûlgar nerazîbûneke tund nîşan dan. -
Hejmara mirovên li Perûyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 75 kesî
Li Perûyê, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 75 kesî. -
Li dijî şîdeta polîsên Fransayê meşeke girseyî hat lidarxistin
Ji ber cînayet û şîdeta polîsan, ku di salên dawî de li Fransayê zêde bûye, xwepêşandaneke protestoyî ya girseyî hat lidarxistin. -
Wîkstrom: Bila peymana penaberan were betalkirin
Parlementera Ewropayê ya Partiya Lîberal a Swêdê Cecîlîa Wîkstrom xwest ku peymana sekinandina şandina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de were betalkirin. -
Koreya Bakur vê carê jî motora fuzeyê ceriband
Koreya Bakur, piştî ceribandina fuzeyan ku li qada navneteweyî bû sedema nerazîbûnan, da xuyakirin ku motoreke nû ya fuzeyan ceribandiye.