CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Teqîna volkanê li Gûatemalayê sekinî
Teqîna volkanê Fûego, yê li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, ku roja Înê dest pê kir, sekinî. Hat ragihandin xeterî nema ku lava ji volkan herikî xwe bigihîne paytextê. -
Tom Perez bû serokê Partiya Demokrat
Ji bo serokatiya Partiya Demokrat a Amerîkayê, ku di hilbijartinên serokatiyê de têk çû, Tom Perez hat hilbijartin. Perez bi desteka xwe ya ji bo Hîllary Clînton tê naskirin. -
Li Elmanyayê nîqaşên li ser Agenda-2010 dewam dikin
Piştî ku namzetê Serokwezaretiyê yê SPD'ê Martîn Schûlz mijara Agenda-2010 xist rojevê, partiyên din ên siyasî jî tevlî vê nîqaşê bûn. -
Li Elmanyayê bi wesayitê êrîş: 3 kes birîndar bûne
Li bajarê Heîdelberg a Elmanyayê, bi wesayîtekê êrîşî kesên derdor hatin kirin, 3 kes birîndarbûn, ajokarê wesayîtê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin. -
Li Efrîkaya Başûr di çalakiyên dijî penaberan de bûyer
Li Başûrê Efrîkayê van demên dawî êrîşên li dijî biyanniyan zêde bûn, bûyer ji kontrolê derketin û polîs ketin dewrê -
Organên medyayê yên ku hatin astengkirin li dijî Qesra Spî helwest nîşan dan
Li DYE’yê, Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer civîneke çapemeniyê pêk anî, nehişt ku nûnerên CNN, New York Tîmes, BBC û Los Angeles Tîmes tevlê bibin. Helwestên li dijî vê biryarê zêde dibin. -
Çîn bû hevkarê herî mezin ê Elmanya yê bazirganiyê
Di hinardekirinê de Çînê da pêşiya DYE’ê û Elmanyayê û bû şîrikê herî mezin ê Elmanyayê. -
Elmanya: Dîplomatên Tirk serlêdana penaberiyê dikin
Elmanyayê ragihand, 136 kesên xwedî pasaporta dîplomatîk a Tirkiyeyê ne, li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine. -
SPD'ê yekemcar demokratên Xiristiyan li dû xwe hişt
Li gorî anketa Deutschlandtrend a li televîzyona ARD hat weşandin, beşeke girîng a gelê Elman ji polîtîkayên kar û alîkariya bêkariyê aciz in, ku ji salên 2000'î û vir ve di meriyetê de ne. -
Li Fransayê, tifaqên navbera namzetan zelal dibin
Ji bo hilbijartinên Serokkomariya Fransayê 8 hefte man. Tifaqên navbera nazmetan jî zelal dibin. -
Trûmp dixwaze kapasîteya çeka nukleerî bê zêdekirin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, li hemberî rêveberiya Koreya Bakur gotinên tund bi kar anî û diyar kir, ew ê kapasîteya çeka nukleerî ya welatê xwe zêdetir bike. -
Swêd xwe amade dike ku ji dîktatoriyê re bêje 'NA'
Kurdistanî û Tirkiyeyiên li paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û 'Platforma Swêdê ya NA' ava kirin, xwe amade dikin ku ji rejîma şexsekî û dîktatoriyê re bêjin 'NA'. -
Di tedawiya lezyonên mejî de gaveke girîng hat avêtin
Hat ragihandin, di encama xebateke enstîtuya lêkolînên norolojîk a Zanîngeha Poîtîers a Fransayê de, di mijara tedawiya lezyonên mejî de gaveke girîng hatiye avêtin. -
Li Nîjerê êrîş: 15 leşker hatin kuştin
Li Nîjerê, ku welatê Rojavayê Afrîkayê ye di encama êrîşa çeteyên El Kaîdê de, 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê çetê ku dixwast ‘Êrîşekî bombeyî’ pêk bîne hate girtin
Li Elmanyayê eyaleta Nîedersachsenê çetê ku dixwast li dijî polîs û leşkeran ‘Êrîşekî bombeyî’ pêk bîne hate girtin. -
Li peravên Lîbyayê 730 penaber hatin rizgarkirin
Li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê, di 7 operasyonên cuda de 730 penaber hatin rizgarkirin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene. -
Rastgirên tund ên li Ûkraynayê li dijî Rûsyayê xwepêşandan pêk anîn
Bi hezaran neteweperest û rastgirên tund ên li paytexta Ûkrayna Kîevê li hev civiyan, bi daxwaza 'têkoşîna li dijî Rûsyayê' xwepêşandanek lidar xistin. -
NY: Li dijî birçîbûna li 4 welatan, 5,6 mîlyar dolar divê
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, 20 mîlyon mirovên li 4 welatên Afrîka û Rojhilata Navîn birçî ne û diyar kir, bi rengekî lezgîn pêwîstî bi fonek ji 5,6 mîlyar dolarî heye. -
NASA: 7 gerstêrkên nû hatin dîtin, li 3 ji van jiyan pêkan e
Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya DYA (NASA) ragihand, li derveyî Sîstema Rojê 7 gerstêrkên nû hatine dîtin û li 3 ji van jiyan pêkan e. -
Ji bo penaberên Afgan, balafirgeh hat dagirkirin
Tevî ku li Afganîstanê şerekî giran diqewime jî, di dema dawî de hejmara penaberên Afgan ên ji Elmanyayê tên dersînorkirin, zêde bûn. Bi sedan aktîvîstan li dijî vê yekê Balafirgeha Munchenê dagir kirin. -
Elmanya hejmara leşkerên xwe zêde dike
Li Elmanyayê, ku ji sala 1990'î û vir ve 2 ji 3 parên hejmara personelên leşkerî hatin kêmkirin, tê plankirin ku hejmara personelên artêşê ji nû ve bê zêdekirin. -
Li Sûdan a Başûr xeteriyeke mezin a xelayê heye
Li Sûdan a Başûr, ji ber şerê navxweyî xeteriyeke mezin a xelayê rû da. Serokdewlet Salva Kîîr, piştî zextên giran ên lê hatin kirin, da xuyakirin, ku ew ê astengiyê dernexîne pêşiya xebatên însanî yên li welêt. -
Tê payîn bi mîlyonan koçberên li DYA bên dersînorkirin
Tê gotin, biryarên ji aliyê rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) tên girtin, nîşan didin ku wê bi mîlyonan koçberên bê destûr werin dersînorkirin. -
Skandala Petrobras li tevahiya herêmê belav dibe
Lêpirsîna li ser Petrobrasê, ku ji sala 2014'an û vir ve li Brezîlyayê tê meşandin, tê gotin êdî li gelemperiya herêmê belav bûye û gelek siyasetmedarên Latîn Amerîkayê tevlî vê skandalê bûne. -
Par li Elmanyayê di asta rekorê de penaber hatin dersînorkirin
Li gorî daxuyaniya buroya Serokwezîr Angela Merkel, 80 hezar ji penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatin redkirin, par hatin dersînorkirin.