CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bi Brexîtê re referandûma serxwebûna Skoçyayê ket rojevê
Kamara Avamê, destpêkirina pêvajoya derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) erê kir. Bi vê yekê re referandûma ji bo serxwebûna Skoçyayê ji nû ve ket rojevê. -
Kiloxekî hat dîtin, wê ji bo kifşkirina koka Neandertalan bibe alîkar
Bi saya kiloxa ferdekî ji malbata Homînoîdea (mirovokî), ku di sala 2014'an de li Portekîzê hat dîtin, tevî koka mirovan wê koka Neandertalan jî bê kifşkirin. -
Husnu Mubarek serbest tê berdan
Hat ragihandin ku wê Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek serbest were berdan. -
Di teqîna li Şamê pêk hat de 46 kesan jiyana xwe ji dest da
Li paytxta Sûriye Şamê û li heman herêmê li pey hev 2 teqîn pêk hatin. Hat diyarkirin ku piranî kesên ku jiyana xwe ji dest dane welatiyên Iraqê ne. -
Komara Gel a Çînê fîloya xwe xurt dike
Piştî ku DYE’yê biryar da ku bûdçeya parastinê sedî 10 zêde bike, Komara Gel a Çînê jî di serî de hêzên zeryayî bûdçeya parastinê zêde kir. -
Serokwezîrê Hollandayê: Çavûşoglû dikare bê dîtina laleyan
Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin, ku eger Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ji bo berhevkirina dengan bê Hollandayê, wê bi xweşbînî neyê pêşwazîkirin. -
Tûsk ê ji nû ve bû serokê KE; Polonya ne razî ye
Donald Tûsk ji bo Serokatiya Konseya Ewropayê (KE) careke din hat hilbijartin. 27 delegayonên neteweyî destek dan Donald Tûsk. -
Hêzên Iraqê dixwazin di nava mehekê de rojavayê Mûsilê bi dest bixin
Hêzên Iraqê dixwazin operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ku di meha Sibatê de dan destpêkirin, bi ser bixînin. -
Cihêkarî û nefret bi hatina Trûmp re zêde bûn
Li gorî anketek li DYA hat weşandin, bi qasî du ji sê parên Amerîkiyan bawer in, piştî hilbijartina Donald Trûmp ji bo serokatiyê, cihêkarî û nefret zêde bûne. -
Ji ber şewata li wargeheke Gûatemalayê, 19 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
Li Gûatemalayê, ku welatekî li Amerîka Navîn e, li wargeheke ciwanan şewat derket. Ji ber şewatê herî kêm 19 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dan. -
Herî kêm 22 koçber hatin kuştin
Çeteyên ku ji Libyayê heta Îtalyayê mirov dibirin, herî kêm 22 koçberên Efrîqî qetil kirin. -
Kamara Lordan pêşnûmeya Brexîtê careke din guherand
Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bide destpêkirin. Lê Kamara Lordan astengiyeke nû derxist pêşiya hikûmetê. -
Brezîlya di nava lepên krîzeke giran a aboriyê de ye
Brezîlya, ku di dema dawî de bi skandalên bertîlê yên rayedarên dewletê ket rojevê, di nava krîza herî giran a aboriyê ya dîroka xwe de ye. -
Çar ji pênc parên Okyanûsan wê germ û bi asît bibin
Li gorî lêkolînek ku di kovara Natûre Commûnîcatîons de hat weşandin, eger gaza zerarê dide xwezayê neyê kêmkirin, wê çar ji pênc parên Okyanûsan germ û bi asît bibin. -
Li Nîjerê êrîş: Herî kêm 5 jenderme mirin
Li Nîjerê, ku têkoşîna li dijî çeteyên Boko Haram lê didome, duh êrîşek hat kirin ku tê texmînkirin ji aliyê komeke din a nêzî El Qaîdeyê ve hatiye kirin. Di encamê de herî kêm 5 jendermeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Wîlders: Divê hemû wezîrên Tirk weke 'mirovên nayên xwestin' bên îlankirin
Parlamenterê partiya rastgir a tund Geert Wîlders, li dijî hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya Hollandayê derket. -
Li Fransayê namzetê rastgir têk diçe
Li Fransayê, namzetê rastgir ê Serokkomariyê Françoîs Fîllon, piştî ku karên wî yên ne li rê derketin holê, piştgiriya hilbijêran winda kir. -
Li Somaliyê ji ber ziwayiyê di nava 48 saetan 110 kes mirin
Li Somaliyê, rojên Pêncşem û Înê, ji ber ziwayiyê bi qasî 110 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Polîsan li Rihayê êrîşî jinan kirin: 23 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Rihayê dest li meşa 8'ê Adarê werdan. Rêveberên HDP, DBP û KESK'ê jî di nav de 23 jin hatin binçavkirin. -
Berdevkê Obama got, îdîaya Trûmp ne rast e
Berdevkê Serokê berê yê DYA Barack Obama Kevîn Lewîs da xuyakirin, ku îdîaya 'şopandin û guhdarîkirina li Donald Trûmp' ne rast e, ku ev îdîa ji aliyê Trûmp bi xwe ve hat kirin. -
IMF û Ûkraynayê li ser krediyê li hev kirin
Hat ragihandin, Fora Pereyan a Navneteweyî (IMF) biryar daye krediyeke nû bide Ûkraynayê, ku ev welat ji ber şerê navxweyî di nave zor û zehmetiyeke giran a aboriyê de ye. -
Li Fransayê, ji bo cezakirina 3 zarokên gumanbarên DAIŞ'ê doz hat vekirin
Li Fransayê, 4 zarokên keç bi sedema ku 'pêwendiya wan bi çeteyên cîhadîst hene' hefteya derbasbûyî hatibûn binçavkirin. Biryar hat girtin, li hemberî 3 ji van zarokan doz bê vekirin. -
Malezya sefîrê Koreya Bakur dersînor dike
Hikûmeta Malezya, ji ber xirabûna têkiliyên piştî kuştina birayê Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-Ûm û şûnde, ragihand ku wê sefîrê wî welatî dersînor bike. -
Hijmara penberên ku çûn Italyayê pir zêde bûne
Di ser Libyayê re hijmara penaberên ku dixwazin biçin Italyayê û hatine xilaskirin di nav 2 rojan de ji 1700'î bihurî. -
Li Bakurê Îrlandayê dengên Sînn Feîn zêde bûn
Li gorî encamên destpêkê ya hilbijartina Parlementoya Bakurê Îrlandayê ku duh pêk hat, rêjeya dengên Sînn Feîn zêde bûn, dengê DÛP a alîgirên Londrayê jî daket.