CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên ewlekariyê yên Ramadî xendekan li ber DAIŞ'ê dikolin
Hêzên ewlekariyê yên wîlayeta El Anbar a Iraqê, ji bo pêşî li çeteyên DAIŞ'ê bigirin, li dora bajêr xendekan dikolin. -
Penaberên li Fînlandiyayê ev 10 roj in li ber xwe didin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, çalakiya penaberan a ji bo sekinandina dersînorkirinê û meşandina polîtîkayeke penaberiyê ya însanî hat destpêkirin, di roja 10. de ye. -
Di êrîşa xwekujî de li Mogadîşûyê herî kêm 39 kes mirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, di êrîşa xwekujî de, ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin, herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kolombiyayê teqîn: Polîsek mir, 31 kes birîndar bûn
Li Kolombiyayê, ku bi komên gerîla re danûstandinên ji bo aştiyê tên kirin, roja Yekşemê teqînekê rû da. Di êrîşê de polîsek mir, 31 kes jî birîndar bûn. -
Gerîlayên FARC'ê gihîştin qadên danîna çekan
Di çarçoveya peymana aştiyê ya navbera FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de, bi qasî 7 hezar gerîla gihîştin qadên danîna çekan. -
Swêd, daxwaz kir ku Trûmp armanca axaftina xwe zelal bike
Sefîrê DYA’yê yê Swêdê, serî li Wezareta Karê Hundir ê DYA’yê da, daxwaz kir Trûmp axaftinên xwe yên duh ku têkildarî Swêdê kirî zelal bike. -
Li Somaliyê êrîşa bombeyî: 16 kes mirin
Li Somaliyê di êrîşekî wesayîta bombebarkîrî de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûne. -
Li Kongoyê êrîşa etnîkî: Herî kêm 25 kes mirin
Li Komara Kongo ya demokratîk, ji ber êrîşa komeke milîs a etnîkî herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Komên Rûs bi gumanbarî nêzî agirbesta Ûkraynayê dibin
Tê payîn, li rojhilatê Ûkraynayê, agirbesta navbera yekîneyên artêşê û serhildêrên Rûs, ji sibe û pê ve bikeve meriyetê. Serhildêran dan xuyakirin, ku ew bi guman in, Kîev li gorî agirbestê tevbigere. -
Zêdeyî nîvê gelê Fransayê, mêtîngeriyê weke sûcekî dibîne
Di nîqaşên li ser dîroka mêtîngeriyê de, ku di rojên dawî de ji nû ve bû rojeva Fransayê, derket holê ku nîvê gelê Fransayê mêtîngeriyê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibîne. -
Biryara danekirinê ya Çînê wê tehdê li Koreya Bakur bike
Çîn, ji ber bernameya wê ya nukleerî, biryar da ji îro û pê ve komirê ji Koreya Bakur nekire. Tê payîn, ev biryara Çînê ji aliyê aborî ve gelekî tehdê li Koreya Bakur bike. -
Xwediyên qerta kesk wê nekevin ber biryarnameya Trûmp
Hat ragihandin, Serokê DYA Donald Trûmp, wê biryarnameya xwe ya li ser qedexekirina hatin koçberan a ji aliyê dadgehe ve hat betalkirin, bi hin guhertinan ji nû ve îmze bike. -
Bi sed hezaran kes li Barcelonayê ji bo penaberan meşiyan
Bi sed hezaran kesên li paytexta Katalonya Barcelonayê li hev civiyan, ji bo bes penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest bidin, bang kirin ku penaber bên qebûlkirin. -
Kanada li dijî Fentanyl ku rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir dikeve tevgere
Li Kanadayê hikûmet li dijî êşbira bi navê Fentaynl ku sala çûyî rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir wê tevdîran bistîne. -
Di navbera Sirbîstan û Bosnayê de rageşiya qirkirinê
Têkiliyên di navbera Sirbîstan û Bosna-Hersekê de, têkildarî mijara komkujiyên salên 1990’î ya bi daxwaza ku biryarên Dîwana Dadmendiyê ya Navnetewî (ICJ) ji nû ve were dîtin, xirab dibin. -
Li Elmanya piştî grêvên hişyarîdayinê bi sendîkayên camewerî re lihevkirin
Li Elmanya bi saziyên cameweriyê yên 16 eyaletan re têkilarî mafê 1 milyon xebatkar di muzakereyan de lihevkirinek çêbû. -
Li Pakîstanê piştî operasyonên êrîşa duh 30 ‘terorîst’ hatin kuştin
Duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke xwekujî li tirba Sûfî, li Sehvan a Pakîstanê pêk anîbû, piştî vê li tevahiya welêt operasyon hatin destpêkirin û ji 30’î zêdetir gumanbarê terorê hatin kuştin. -
Li dijî Koreya Bakur, dibe ku çeka nukleerî jî bê bikaranîn
Wezîrên Karên Derve yên DYA, Koreya Başûr û Japonyayê, ku bi wesîleya Civîna Bilind a G20'an li Bonnê li hev civiyan, daxuyaniyeke hevpar weşandin û îlan kirin, ku li dijî Koreya Bakur dibe ku çeka nukleerî jî bê bikaranîn. -
Maşotê xetere gefê li karê çandiniyê yê Afrîkayê dixwe
Ji ber maşotên payîzê ku weke Spodoptera frugiperda tê naskirin, bi sed hezaran hektar erdê garis û çandiniyê yên li Afrîkayê di rewşeke xetere de ne. -
Li gorî anketan Le Pen û Macron li pêş in
Li Fransayê, ji bo hilbijartina Serokkomariyê tenê 2 meh man. Li gorî anketan, lîdera nîjadperest Marîne Le Pen hê li pêş e. -
Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên G20'an, li ber protestoyan dest pê kir
Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên G20'an, li paytexta berê ya Elmanyayê Bonnê dest pê kir. Komên otonom jî li dijî vê civînê xwepêşandanên protestoyî lidar xistin. -
Li Bexda qetlîam
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi wesayîtekî bombeyî êrîşek pêk hat, gelek kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne. -
Ji Lîbyayê pêleke mezin a koçberan tê payîn
Hejmara koçberên di ser Derya Spî re ji Lîbyayê berê xwe dan welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), di sala 2016'an de gihîşt asta rekoê. Tê payîn îsal pêleke mezintir a koçberan bê. -
Li Elmanyayê, giliyê li dijî naskirina Qirkirina Ermeniyan nehat qebûlkirin
Li dijî biryara Meclîsa Federal a Elman ya li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan, kesekî ji Tirkiyeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê da. Îtiraza vî kesî nehat qebûlkirin. -
Qeşa li Antarktîkayê ji her demê bêhtir kêm bûye
Li gorî pîvandina herî dawî ya Navenda Agahiyan a Qeşa û Berfê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NSIDC) herêma qeşagirtî ya li Antarktîka, ji her demê bêhtir kêm bûye.