CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya li Hannoverê di roja 4’emîn de ye
Greva birçîbûnê ya li Hannoverê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 4’an de ye. -
RHEE: Zerfên bêmohr li dijî qanûnê ye
Rêxistina Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) ya ku Yekîtiya Ewropayê û Amerîka, têkîldarî rêferandûmê li benda nirxandina wan bû, pêşrapora xwe li Enqereyê eşkera kir. -
Di kongreyên Ewropayê de girtî hatin silavkirin
Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin û ji bo berxwedanê jî bang hat kirin ku raya giştî were avakirin. -
Şerîda Gazeyê wê ji av û elektrîkê bêpar bimîne
Santrala elektrîkê ku yek ji sê parên rojê elektrîkê dide Şerîda Gazeyê, hat bêbandorkirin. Pêkane ku ev jî li ser vê herêma ji aliyê Misir û Îsraîlê ve hatine blokekirin, bê birîn. -
Daxuyaniya DYA ya li ser referandûmê
Der barê referandûma Tirkiyeyê de, ku bi rengekî bi guman qediya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxuyaniyek da. -
Papa di peyama xwe ya Paskalya de bal kişand ser şer û birçîbûnê
Lîderê rûhanî yê Dêra Katolîk Papa Francîs, bi wesîleya Cejna Paskalya ya Xiristiyanan peyamek da û hêviya xwe ya ji bo dawîhatina li şer, birçîbûn û kiryarên li derveyî mirovahiyê anî ziman. -
Girtiyên Fîlîstînî wê dest bi greva birçîbûnê bikin
Girtiyên Fîlîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê ne, ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê, di 17'ê Nîsanê de dikevin greva birçîbûnê. -
Li DYA bi hezaran kesî ji Trûmp xwestin ku baca dide eşkere bike
Bi hezaran kesên li gelek bajarên DYA çalakiyên protestoyî lidar xistin, ji Serokê DYA Donald Trûmp xwestin, ku baca dide eşkere bike. -
Di nava rojekê de 4 hezar penaber li Derya Spî hatin rizgarkirin
4 hezar penaberên ji peravên Lîbyayê berê xwe dan Ewropayê hatin rizgarkirin. Penaber bi 35 operasyonan hatin rizgarkirin. -
Roja Çarşemê wê asteroîdek di ber cîhanê re derbas bibe
NASA'yê ragihand, asteroîdekî bi 600 metreyî dirêj, wê roja Çarşemê di ber cîhanê re debas bibe. NASA'yê diyar kir, asteroîd wê ti zerarê nede cîhanê. -
Hilbijartinê Îranê: Rûhanî dîsa endam e
Li Îranê 19’ê Gulanê hilbijartina sreokkomariyê heye Hasan Rûhanî dîsa xwe di ber re kir. -
Li Meksîkayê karesata tankerê: Bi dehan kes mirin
Li Meksîkayê duh tankerek teqiya û di encamê herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Kanada jî tevlî Peymana Bazirganiya Çekan dibe
Hikûmeta Kanadayê, ku di salên dawî de ji ber firotina çekan ji bo welatên cihê nîqaşê ne tê rexnekirin, diyar kir ku ew ê bibe aliyekî Peymana Bazirganiya Çekan (ATT). -
Li okyanûsa li peyka Saturnê dibe ku jiyan hebe
Li gorî encama lêkolînên li ser peyka Saturn Enceladûsê, di kûrahiya vê peykê de okyanûsek hatiye dîtin û madeyên pêwîst ên ji bo afirandina jiyanê, dibe ku lê hebin. -
Zêdeyî 700 penaber li Derya Spî 'winda' ne
Li peravên Lîbyayê, ku ji destpêka salê û vir ve bi qasî 600 penaberan jiyana xwe ji dest dan, hat îdîakirin ku 100 penaberên di keştiyeke duh noqî binê avê bû de winda bûn. Ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 700 penaber li vê derê winda ne. -
Trûmp: NATO 'rêxistineke ku jê derbas bûye' nîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, berevajî kampanya xwe ya hilbijartinê bal kişand ser girîngiya NATO'yê û ragihand, ku ew alîgirê hevkariya bi Rûsyayê re ne. -
Elmanyayê firotina çekan a bi nîqaş, erê kir
Elmanya, ku di salên dawî de ji ber firotina çekan ji welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin re tê rexnekirin, firotina çekên xwe ji bo welatên komkujî lê tên kirin, didomîne. -
'Hevkar'ê êrîşkarê Berlînê nehate dîtin!
Di lêpirsîna êrîşa meha Kanûnê ya li paytext Berlînê de, ku 12 kes lê hatin kuştin, encama 'kujerê endamê DAIŞ'ê Anîs Amrî bi tena serê xwe tevgeriya ye' derket. -
Zêdebûna dengê Mêlenchon rastgir û lîberalên Fransayê xiste nava fikaran
Namzetê tevgera bi navê 'Fransa ya serî natewîne' Jean-Lûc Mêlenchon, ku bi bernameya xwe ya çep a radîkal bû hêvî ji kesên hêviya xwe ji desthilatdariya Partiya Sosyalîst (PS) biriye, êdî weke yek ji 4 namzetên bi şens tê dîtin. -
Schaeûble: Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, dibe ku Tirkiye bikeve nava dîktatoriyê
Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeûble diyar kir, eger di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi ser bikeve, dibe ku Tirkiye bikeve nava dîktatoriyê. -
Rewşa Awarte ji aliyê Meclîsa Misrê ve hate erê kirin
Piştî êrîşên li ser dêran ên li Misrê, pêkanîna Rewşa Awarte ji aliyê Parlamnetoyê ve hate êrê kirin. -
Pûtîn:Bûyerên ku pêktên dişibine mûdaxelya Iraqê ya beriya 2013'an
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn têkildarî êrîşa DYA ya li ser Sûriyeyê ya bi hinceta bikaranîna çekên kimyewî axivî û diyar kir ku bûyerên ku pêktên dişibin mudaxeleyên Iraqê ya beriya 2003’an. -
Xwepêşandan û bûyerên li Venezûelayê naqedin
Li Venezûelayê, ku bandora krîza aboriyê roj bi roj giran dibe, xwepêşandanên mûxalefeta rastgir ji aliyê beşdariyê ve kêm dibin, lê hê bêhtir dijwar dibin. -
DYA: Yek ji pênc parên hêza hewayî ya operasyonî ya Sûriyeyê hate rûxandin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku piştî êrîşa çeka kîmyewî ya li wîlayeta Îdlibê bombe li hêzên rejîma Sûriyeyê barand, diyar kir ku yek ji pênc parên kapasîteya hêzên hewayî yên rejîmê hatiye îmhakirin. -
UNHCR ji YE xwest, bes penaberan bişîne Macarîstanê
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, penaber bi awayekî rêk û pêk li Macarîstanê tên binçavkirin û ji welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwest, dersînorkirinê bisekinînin.