CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê antî-faşîst li dijî Le Pen daketin kolanan
Di hilbijartinên Serokkomariyê yên Fransayê de, ku duh tûra yekemîn pêk hat, namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen ji tûra duyemîn re ma. Ev yek li gelek bajaran hate şermezarkirin. -
Li Fransayê namzetê lîberal Macron û ya rastgira tund Le Pen di tûra 2’emîn de ne
Li Fransayê di hilbijartina îro ya serokkomariyê de namzetê navendî-lîberal Emmanûel Macron û Marîne Le Pena rastgireke tund man ji tûra duyemîn re, namzetê partiya desthilatdariyê jî dengên herî kêm ê dîroka xwe stend. -
Li Fransa rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li gorî hilbijartina 2012'an ne
Li Fransayê dengdayîna ji bo hilbijatina serokkomariyê di dome, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê mîna hilbijartina sala 2012'an bû û di hat texmînkirin ku kêmtir jî tevlî hilbijartinê bibin. -
Gelo Afganên anîne Wanê wê bikin cerdevan?
Li Wanê, bi hezaran Afganên bi kontrola dewletê û bi desteka Şaxê ÎHH a Wanê hatin anîn, li bajêr hatin bicihkirin. -
Mûxafazakarên li Brîtanyayê dibe ku dengê herî bilind ê 65 salên dawî bi dest bixin
Serokwezîra Brîtanya Mezin Therea May, ku piştî destpêkirina danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê biryara hilbijartina giştî ya pêşwext da, dibe ku partiya wê xwe bigihîne rêjeya ji sedî 50 ê dengan. -
Gelê Fransayê Serokkomarê xwe yê nû hildibijêre
Hilbijêrên li Fransayê, ji bo hilbijartina serokkomarê nû îro dengê xwe didin. -
Êrîşa Dortmundê ji hêla ciwanê ku ‘dixwest bibe dewlemend’ ve pêk hatiye
Tê gotin êrîşa bi ser tîma Borussîa Dortmund a Elmanya de, ku 11’ê Nîsanê bi bombeyê pêk hatibû, ji hêla ciwanekî ve pêk hatiye ku xeyal kiriye bi senedên borsayê xwestiye bibe dewlemend. -
Al Gore: Şansê ku DYE li ser Peymana Kîşwerê bimîne zêde ye
Piştî ku Donald Trûmp bû serokê DYE’yê metirsiyên ku DYE wê ji Peymana Kîşwerê ya NY’yê vekişe zêde bûbûn, yek ji alîkarê berê yê seroktiyê Al Gore peyamên erênî dan. -
Bakurê Italyayê wê ji bo xweseriya bacê biçe referandûmê
Herêmên Lombardiya û Venedîkê ên bakurê Italya li dijî razemîniyên li herêmên hêjartir ên başûr ên rêveberiya navendî ya Italyayê, ji bo zêdetir xweseriyê wê biçin referandûmê. -
Li Efxanîstanê êrîş bi ser baregehê de; bi dehan leşker hatin kuştin
Li Efxanîstanê, li bakurê wê yê Balkhayê Talîbanan bi ser leşkeran de êrîşek anî, bi dehan leşker û sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Li Venezûelayê di xwepêşandanên li dijî Madûro de herî kêm 20 kes mirin
Li Venezûelayê di xwepêşandanên ji duh şeve ve li dijî Serok Dewlet Nîcolas Madûro hatin lidarxistin de, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Efrîkaya Başûr qeza: Herî kêm 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest da
Li Efrîkaya Başûr di encama qezaya otobûsa servîsê de herî kêm 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane. -
Êrîş li avahiya îstîxbaratê ya Rûsyayê hate kirin
Li bajarê Habarovskt ê Rûsyayê, êrîş li avahiya FSB'ê hate kirin. Di bûyerê de 3 kes mirin, ku yek jê êrîşkar e. -
Destûr ji namzetiya Ahmedînejad re nehate dayîn
Mahmûd Ahmedînejad, ku di navbera salên 2005-2013'an de Serokkomarî ji Îranê re kir, xwest îsal jî bibe namzet, lê belê destûr jê re nehat dayîn. -
DAIŞ'ê êrîşa li Parîsê li xwe girt
Hat îdîakirin, kesê ku li Bûlvara Champs Elysees a li paytexta Fransa Parîsê gule li polîsan reşand, endamê DAIŞ'ê ye. -
Pêşnûmeya li ser Koreya Bakur li astengiya Rûsyayê aliqî
Ji bo ceribandina fuzeyan a Koreya Bakur bê mehkûmkirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Ev pêşnûmeya ku Çîn jî destekê dide, li vetoya Rûsyayê aliqî. -
Li Venezûelayê xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê: Herî kêm 2 kes hatin kuştin
Li Venezûelayê, di xwepêşandanên dijî Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro de, xwepêşandêr û polîs bi hev ketin. Herî kêm 2 kes mirin. -
Li Fransayê 2 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
Du kesên ku bi îdîaya, 'amadekarî ji êrîşa terorîstî ya beriya hilbijartinên Serokkomariyê dikirin' hatin binçavkirin, pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene û gelek madeyên teqemeniyê bi wan re hatine girtin. -
Li DYA êrîşa 'terorîstî': 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê, kesekî gule li derdora xwe reşand û herî kêm 3 kes kuşt. Hat îdîakirin, êrîşkarê hate girtin, tekbîr aniye. -
Li Fransayê 2 kesên beriya hilbjartinê amadekariya êrîşê dikirin hatin binçavkirin
Li Fransayê 2 kes hatin binçavkirin, hat îdakirin ku ev her 2 kes beriya hilbijartina serokkomariyê ya roja Yekşemê, amadekariya êrîşêkê dikirin. -
Serokwezîra Îngilîstanê ji bo hilbijartina pêşwext bang kir
Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May, ji bo roja 8'ê Hezîranê hilbijartina pêşwext were kirin, bang kir. Ji bo biryar li ser lidarxisitna hilbijartinê were dayîn, pêwîste du ji sê parên Kamara Avam vê yekê erê bike. -
Hilbijartinên Fransayê: Şensê her 4 namzetan heye
Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê roja Yekşemê ye. -
Artêşa Venezûelayê ragihand ku ew bi Madûro re ye
Li Venezûelayê, mûxalefeta rastgir bi hinceta krîza aboriyê daxwaza îstifaya Serokdewlet Nîcolas Madûro dike. Artêşa Venezûelayê ku weke hêzeke girîng a li welêt tê dîtin, ragihand ku ew destekê dide Madûro. -
Asteroîdekî mezin wê di ber Cîhanê re bibihure
Li gorî daxuyaniya Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NAK), asteroîdekî mezin ê bi sedan metreyî berfireh, wê ji cihekî nêzî Cîhanê derbas bibe. -
Koreya Bakur ji Emerîkayê re got em ji her cure şer re amade ne
Rêveberiya Koreya Bakur a ku ji ber ceribandinên fuzeyên balîstîk Emerîka wê ji xwe re dike armanc vê carê jî got ku, “em ji her cure şerî re amade ne”.