Li DYA êrîşa 'terorîstî': 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê, kesekî gule li derdora xwe reşand û herî kêm 3 kes kuşt. Hat îdîakirin, êrîşkarê hate girtin, tekbîr aniye.
Li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê, kesekî gule li derdora xwe reşand û herî kêm 3 kes kuşt. Hat îdîakirin, êrîşkarê hate girtin, tekbîr aniye.
Bûyer li bajarê Fresno yê Kalîforniyayê, li gorî dema herêmê saet di 10:45'an de qewimî. Kesekî çek pê re bû, gule li derdora xwe reşand. Şefê polîsan ê Fresnoyê Jerry Dyer anî ziman, ku êrîşkarê bi navê Korî Alî Mûhammed, 16 caran gule berdaye ciwanên li derdorê.
Dyer anî ziman, bi hatina polîsan re êrîşkar xwe avêtiye erdê, teslîm bûye û got, "Êrîşkar dema polîs dît, yekser xwe avêt erdê û hate girtin. Dema ku ev kes hate birin, bi dengekî bilind got 'Allah û Ekber'."
Jerry Dyer der barê êrîşê de konferansa çapemeniyê lidar xist û diyar kir, ku êrîşkar di îfadeya xwe de gotiye, ew ji 'spiyan hez nake' û di parvekirinên medya civakî de jî heman gotin bikar aniye.
Li gorî agahiyan, Korî Alî Mûhammed hefteya derbasbûyî li motelekê wezîfedarekî ewlekariyê kuştibû û ji hingî ve polîs lê digeriyan.
Televîzyona CBS ragihand, rayedar vê komkujiya 3 kesan jiyana xwe ji dest dane di çarçoveya 'terorîzma navxweyî' de dinirxînin.