CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenta Awûstûryayê qedexekirina bûrka erê kir
Parlamenta Awûstûryayê, pêşnûmeya li ser qedexekirina lixwekirina bûrka û belavkirina Quranê li qada cemaweriyê, erê kir. -
NY Ji bo Sûriyeyê destûreke nû ya bingehîn pêşniyar kir
Qasidê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê, di tûra nû ya danûstandinên Cenevreyê de, ku roja Sêşemê dest pê kir, pêşniyara destûreke bingehîn a nû kir. -
Yewnanîstan di greva giştî de ye
Li dijî polîtîkayên teserûfê yên ku welatên deyn dane Yewnanîstanê ferz dikin, li vî welatî greva giştî tê kirin. -
Meclîsa Elman pirsgirêka 'Încîrlîkê' nîqaş dike
Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ji ber ku dewleta Tirk nehişt ku wekîlên Elman biçin baregeha Încîrlikê, helwesteke tund nîşan da. Mijar hate rojeva Meclîsê. -
Erdogan xweranegirî û çavsoriya xwe li Qesra Spî jî kir
Di dema serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a DYA de, komekê li ber Qesra Spî çalakiyeke protestoyî lidar xist. Lê parêzvanên Erdogan hewl da li vê komê bidin û lînç bikin. -
Elmanyayê li şûna Încîrlîkê berê xwe da Urdunê
Piştî ku rejîma AKP'ê careke din nehişt komek ji parlamenterên Elman baregeha Încîrlîkê ziyaret bike, hikumeta Elman dest bi nirxandina alternatîfan kir. Wezîra Parastinê ya Elman wê di dawiya vê hefteyê de biçe Urdunê. -
Li Afrîka Navîn, bîlançoya êrîşan giran dibe
Li Komara Afrîka Navîn, ku şerê navxweyî lê diqewime, bîlançoya êrîşa bi xwîn a dawiya vê hefteyê giran dibe. -
Li Venezûelayê mirina di dema protestoyan de zêde dibe
Li Venezûelayê, xwepêşandanên mûxalefeta rastgir ên li dijî Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro, ev 6 hefte ne dewam dikin. Hejmara mirovên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan bû 42 kes. -
Li Yewnanîstanê xebatkar li dijî paketa teserûfê ne
Piştî greva 48 saetan a deryakaran, niha jî xebatkarên cemaweriyê, doktor û mamoste li dijî polîtîkayên teserûfê yên hikumeta Syrîza di grevê de ne. -
Hilbijartina Îranê wê di navbera du kesan de pêk bê
Di hilbijartina serokkomariyê ya Îranê de Eshaq Janagirî ji bo serokkomarê niha Hasan Rûhanî xwe paş ve kişand. Wê hilbijartin di navbera Rûhanî û Reîsî de pêk bê. -
Li Awûstûryayê hilbijartinên pêşwext
Li Awûstûryayê ji ber lihevnekirina koalîsyona mûhafazakar û demokratên sosyal, biryara hilbijartina pêşxwest hate girtin. -
Egzoz bû sedem ku 108 hezar mirov bi zûwextî bimirin
Li gorî lêkolînan, li tevahiya dinyayê gaza egzozê ya ji motorên dîzelê, 2015’an bû sedem ku 108 hezar mirov bi zûwextî bimirin. -
Di dawiya hefteyê de li Derya Spî 20 koçber mirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, di dawiya vê hefteyê de li Derya Spî 20 koçberan jiyana xwe ji dest dane, ku yek jê zarok e. -
Hêzên Afgan navçeyek ji dest Talîban standin
Hêzên ewlekariyê yên Afgan, li herêma Kunduzê navçeyek ji dest Talîban standin. -
Tê gotin, li pişt êrîşa sîber a global Koreya Bakur heye
Lêkolînerên ewlekariya kompûterê ragihandin, ku êrîşa sîber a li dijî deh hezaran şîrket û saziyên îdarî yên li gelemperiya cîhanê, pêwendiya xwe bi Koreya Bakur re heye. -
Ji bo îfadeyê bang li Donald Tûsk hate kirin
Di çarçoveya qezaya balafirê ya Smolensk de, ku hemû rêveberên dewleta Polonyayê jiyana xwe ji dest dan, careke din bang li Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê û Serokdewletê berê yê Polonyayê Donald Tûsk hat kirin ku îfadeyê bide. -
Pêşî li êrîşa nû ya WannaCry hate girtin
Hat ragihandin, pêşî li êrîşeke nû ya vîrûsa bi navê 'WannaCry' hatiye girtin, ku vê vîrûsê roja Înê li 150 welatan xwe gihandibû sed hezaran kompûterî. -
Li Meksîkayê rojnamevanekî din hate kuştin
Rojnamevan li Meksîkayê di hedefa rêxistinên sûc de ne. Li vî welatî rojnamevanekî din hate kuştin. Tenê îsal 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nîjeryayê êrîşî camiya gund hate kirin: 20 mirî
Li Eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê êrîşek li ser camiya gund hate kirin û di êrîşê de bi kêmanî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê hilbijartin: Qalîbaf xwe ji namzetbûnê vekişand!
Serokê şaredariya mûhazafakar ê Tahranê Mûhammed Baqir Qalîbaf namzetiya xwe ji hilbijartina serokkomariyê ya ku wê 19'ê Gûlanê pêk were vekişand. Qalibaf bang kir ku deng ji bo mele Îbrahîmê Reîsî bikar bînîn. -
Li Yemenê li dijî kolerayê Rewşa Awarte hate ragihandin
Ji ber zêdebûna hejmara nexweşên kolerayê, li paytexta Yemen Sanayê Rewşa Awarte hate ragihandin. Rayedaran banga alîkariyê li hêzên navneteweyî kirin. -
Li NRW Merkel bi ser ket, SPD'ê keleha xwe ji dest berda
Di hilbijartinên eyaleta herî girîng a Elmanyayê Nordrheîn Westfalen (NRW) de Demokatên Xiristiyan (CDU) a bi pêşengiya Serokwezîr Merkel bi ser ket. Sosyal Demokratan (SPD) keleha xwe ji dest berda. -
Li Londrayê li pêşiya BBC’yê Eûtelsat hat protestokirin
Biryara Eûtelsatê ya sekinandina weşana 3 televîzyonên Kurdî li Londrayê hat protestokirin. -
Li Berlînê Eûtelsat hat protestokirin: 5 kes hatin binçavkirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Kurd û dostên wan biryara sekinandina weşana kanalên Kurd a bi destê Eûtelsatê bi mîtîngekê protesto kirin. -
Li Bîelê Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê ji bo Şehîdên meha Gulanê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.