CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bahreyn dixwaze Şêx Qasim sirgûnî Iraqê bike
Tê gotin, rêveberiya Bahreynê ji bo lîderê olî yê Şîa Şêx Qasim sirgûnî Necefê bike, heyetek şandiye Iraqê. -
Yekîtiya Ewropa wê mafên welatiyên Brîtanyayê biparêze
Tê gotin, Yekîtiya Ewropa plan dike ku mafên mayinê, ewlekariya civakî û xebatê yên welatiyên Brîtanyayê, ku ji endametiya yekîtiyê derdikeve, ewle bike û biparêze. -
'Baregeha li Urdunê ne kêmî ya li Încîrlîkê ye'
Li gorî pisporan, ti kêmasiya baregeha leşkerî ya li Urdunê nîne, ku Elmanya dixwaze li şûna Încîrlîkê leşkerên xwe lê bi cih bike. Tê gotin, vekişandina leşkerên Elman ji Tirkiyeyê, di her kêliyê de dikare dest pê bike. -
Biryarnameya li dijî koçberan a li DYA bi teqezî betal bû
Biryarnameya li DYA, ku pêşî li hatina welatiyên ji Îran, Iraq, Somalî, Sûdan, Sûriye, Yemen û Lîbyayê ji bo 4 mehan digirt, bi teqezî betal bû. -
Di nava sê rojan de 5.900 koçber hatin rizgarkirin
Di operasyonên navbera Lîbya û Îtalyayê de, ji roja Çaşemê û vir ve herî kêm 4 hezar mirov hatin rizgarkirin. Bi karesata roja Çarşemê re cenazeyên 37 kesan ji nava deryayê hatin derxistin. -
Serokê Kongreyê Ryan: Divê Tirkiye bi awayê fermî lêborînê bixwaze
Serokê Kongreya DYA’yê Paûl Ryan, têkildarî êrîşa li Washingtonê ya ku parêzvanên Erdogan êrîşî xwepêşandaran kiribû, diyar kir ku divê Tirkiye bi awayê fermî lêborînê bixwaze. -
Trûmp di civîna NATO’yê de ji bo budçeya parastinê israr dike
Di civîna NATO’yê ya li bajarê Brûkselê ya Belçîkayê Serokê DYE’yê Donald Trûmp daxwazên xwe yên malî yên ji bo welatên endam dubare kir. -
Artêşa Îngilîz dest li zanîngehekê werda
Polîs û artêşa Îngilîz, li bajarê Trafford ê li bakurê welêt dest li zanîngehekê werdan. -
Bi hezaran kesî Trûmp û Erdogan şermezar kirin
Li paytexta Belçîka Brukselê di civîna NATO'yê de hatinûçûneke zêde heye. Li rojeva lîderan mijarên giran hene. -
Li Brezîlyayê xwepêşandanên li dijî Temer
Li dijî Serokdewletê Brezîlyayê Mîchel Temer, ku îdîayên nelirêtiyê yên têkildarî wî zêde bûne, bi deh hezaran kes daketin qadan. yekîneyên leşkerî li paytext Brasîlîayê hatin bicihkirin. -
Li Elmanyayê, newekheviya heqdestên karkeran zêde bûye
Li Elmanyayê, ku ji salên 2000'î û vir ve polîtîkayên Agenda-2010 ên di çarçoveya karsazan de tên meşandin, newekheviya hatineyan a karkeran zêde bûye. -
Wezîrê şer ê DAIŞ’ê li Sûriyeyê hate kuştin.
Hat ragihandin ku yek ji kesê sereke yê DAIŞ’ê Ebû Mûsab Al-Masrî li bejahiya Helebê hatiye kuştin. -
Zeîd bang li Îsraîlê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra’ad Husseîn, bang li Îsraîlê kir ku li hemberî zagonên mafên mirovan ên navneteweyî bi hurmet bin. -
Îdîaya ku Trûmp 'agahiyên veşartî bi Dûterte're parvekiriye
Donald Trûmp ê ku bi hinceta agahiyên sîxûrî yên veşatî yên DYA’yê bi Rûsyayê re parvekiriye û hinek şêwirmendên wî jî bi rêveberên wî welatî re di nava têkiliyan de ne, bûye hedefa çapemeniyê û muxalefetê, niha jî hat îdîakirin ku agahî dane Filîpîniyan. -
Rûhanî bi darvekirinê dest bi kar kir
Hat ragihandin ku li girtîgehên bajarên cûda yên Îranê, 8 girtî hatine darvekirin. -
Artêşa Îngilîz li nêzî parlamentê bi cih dibe!
Piştî êrîşa li Manchesterê hate ragihandin ku artêşa Îngilîz li nêzî parlamenta li Londonê bi cih dibe. -
Li Fîlîpînan serdegirtina dêrê û rewşa awarte
Li Fîlîpînan, piştî ku koma Ebû Sayyaf a ser bi DAIŞ'ê avêt ser dêrekê û 10 kes dîl girt, li herêmê ji bo 60 rojî rewşa awarte hate ragihandin. -
Komkujiya li Manchesterê bi xweşiya medya AKP'ê çû!
Komkujiya ku DAIŞ'ê li konsereke li bajarê Manchester ê Îngilîstanê kir, ji aliyê medya AKP'ê ve bi 'kêfxweşî' hate weşandin. -
Îranê li dijî êrîşa li Bahreynê helwest nîşan da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Zarîf li dijî êrîşa Bahreynê ya li ser Şîa helwesta nîşan da û got, "Ev êrîş encama berbiçav a têkiliyên Trûmp ên bi dîktotarên Riyadê re ye." -
Hambûrg xwe ji bo xwepêşandaneke mezin amade dike
Li dijî civîna bilind a G20'an, ku wê di destpêka meha Tîrmehê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, amadekarî ji xwepêşandaneke mezin a protestoyî re tê kirin. -
Madûro bi biryar e ku Meclîsa Damezrîner ava bike
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, ku mûxalefeta rastgir ji bo îstifaya wî ev çend meh in xwepêşandanan lidar dixe, da xuyakirin ku ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû ew bi biryar e Meclîsa Damezrîner ava bike. -
Li Bahreynê dest li xwepêşandêrên Şîa hate werdan: 5 mirî
Li Bahreynê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, polîsan dest li xwepêşandanekê werdan. Di encamê de gelek xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Ûkranyayê yasaya sînorkirina weşanê bi zimanê Rûsî
Parlementoya Ûkranyayê, piştî ku hinek malperên înternetê yên bi Rûsî girt û şûnde, niha jî pêşnûmeyekî ya sînorkirina bikaranîna zimanê Rûsî ya di weşanên televîzyonan de erê kir. -
Êrîşa Manchesterê: Nasnameya êrîşkar diyar bûye
Diyar bû ku êrîşa ku li ser li cihê konserê ya Manchesterê bûye êrîşeke xwekujiyê ye. -
Li Fransayê tevdîrên ewlehiyê hatin jidandin
Piştî êrîşa li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, li Fransayê ji bo bernameyên çandî û sporê tevdîrên ewlehiyê hatin jidandin.