CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îranê mesaja Trûmp red kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf, ji bo mesaja Trûmp a li ser êrîşên li Tehranê got, "mehdê mirovan jê dixele" û red kir. -
Hevdîtinên li Astanayê taloq bûn
Hevdîtinên li ser Sûriyeyê, ku dihat payin di 12-13'ê Hezîranê de li paytexta Kazakîstan Astanayê werin kirin, careke din taloq bûn. -
Şerê ku ev 50 sal in nade: Şerê 6 Rojan -DOSYA
Şerê ku di Hezîrana 1967'an de dest pê kir û tenê 6 rojan dewam kir, bi serketina Îsraîlê qediya. Lê belê pirsgirêkên ji ber vî şerî rû dan, hê li benda çareseriyê ne. -
Welatekî din jî têkiliya xwe ya bi Qatarê re birî
Xeleka dîplomatîk a li dora Qatarê fireh dibe. Senegalê Sefîrê xwe yê bilind ê li Dohayê vekişand. -
Li Îngilîstanê hilbijêr îro dengê xwe didin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên li Îngilîstanê, bi mîlyonan hilbijêrên li Îngilîstanê îro diçin ser sindoqan. -
Li gorî Trûmp, Îran dibe qurbanê desteka xwe ya ji bo terorîzmê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trûmp li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Îranê axivî û îdîa kir, ev welat dibe qurbanê piştgiriya xwe ya ji bo terorîzmê. -
Okyanûsên ku jiyana mirovan diparêzin, divê bên rizgarkirin
Konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê, ku li ser parastina okyanûsan tê lidarxistin, dewam dike. Di raporeke NY de jî banga lezgîn tê kirin. -
Comey: Trûmp ji min xwest ku lêpirsîna Flynn bisekinînim
Dîrektorê berê yê FBI James Comey, ku ji aliyê Serokê DYA Donald Trûmp ve ji wezîfeyê hate girtin, îdîa kir ku Trûmp jê xwestiye, ew lêpirsîna il ser şêwirmendê wî yê berê Mîchael Flynn rawestîne. -
Ji êrîşa Îranê DYA û Siûdî Erebîstan berpirs hate nîşandan
Mûhafizên Şoreşa Îranê, ji êrîşa Tehranê DYA’yê û Siûdî Erebîstan berpirs nîşan da. -
Di êrîşa Tehranê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Îranê di êrîşên hemwext ên li hember avahiya parlementoyê û gora Xumeynî de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, 42 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku her 6 êrîşkar jî hatine kuştin. -
Krîza li Kendavê girantir dibe
Di krîza Qatarê de Siûdî şertên xwe rêz dike û Qatar jî banga diyalogê dike. DYA, Rûsya û Tirkiye derbarê krîzê helwesta xwe diyar dikin. -
DYA'yê êrîşkariya parêzvanên Erdogan şermezar kir
Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), pêşnûmeyek li ser şermezarkirina şîdeta parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan û daxwaza hesabpirsînê ji wan, qebûl kir. -
Aştiya li Kolombiyayê: 581 endamên FARC'ê hatin berdan
Li Kolombiyayê, di çarçoveya peymanan aştiyê de 581 endamên FARC'ê hatin berdan. Tevî endamên FARC'ê, 72 leşkerên artêşa Kolombiyayê jî hatin berdan. -
Hilbijartina Kraltiya Yekbûyî: Corbyn wê zorê li May bike
Li Kraltiya Yekbûyî ku di van hefteyên dawî de êrîşên terorê lê hatin kirin, sibe hilbijêr wê biçin ser sindoqê û hikumeta ku wê muzakereyên derketina ji Yekîtiya Ewropayê bike, hilbijêrin. -
Katedralê Notre Dameyê berê jî armanca DAIŞ’ê bû
Êrîşeke bi ser Katedrala Notre Dameyê jî berê ji aliyê polîsên Fransayê ve hatibû astengkirin. -
Li Parîsê kesê ku bi çakûç êrîşî polîsan kir hate birîndarkirin
Li paytext Parîs a Fransayê polîsan kesekî ku bi çakûç êrîşî wan kirin birîndar kir. -
Qatarê bi paş ve gav avêt!
Qatar ku ji hêla 7 welatên bi pêşengiya Siûdî ve hate dorpêçkirin, ragihand ku ew ê ti bersivê nede. -
Niha jî qedexeya hewayî li ser Qatarê hate danîn
Misirê 'heta fermaneke din' qada hewayî li ser balafirên Katarê girt. Tê got, Siûdî û Bahreyn jî wê heman biryarê bidin. -
Nasnameya 2 ji 3 êrîşkarên li Londonê eşkere bû
Hat ragihandin, nasnameya 2 ji 3 êrîşkarên şeva Şemiyê li paytexta Îngilîstan Londonê êrîş kirin, eşkere bûye. -
Di dengdana derveyî Fransayê de namzetên Macron li pêş in
Ji bo tûra yekemîn a hilbijartinên giştî yên 11'ê Hezîranê yên Fransayê, dengdana li derveyî welat pêk hat. Hat ragihandin, di vê dengdanê de namzetên partiya Serokkomar Macron li peş in. -
Îran, Tirkiye û Iraq wê bi rojeva Katarê li hev bicivin
Hat ragihandin ku Îran, Tirkiye û Iraq ji bo krîza di navbera welatên Kendavê û Katarê de nîqaş bikin, wê li Bexdayê civînekê li dar bixin. -
Elmanya wê biryara xwe ya li ser Încîrlîkê roja Çarşemê eşkere bike
Wezîrê Parastinê Ûrsûla von der Leyen diyar kir ku Elmanya wê biryara xwe ya ji bo leşkerên Elmanyayê yên li Încîrlîkê di civîna Desteya Wezîran a roja Çarşemê de eşkere bike. -
Li herêmê aloziya dîplomatîk: Têkiliyên bi Qatarê re hatin birîn
Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Emaretên Ereb ên Yekbûyî, bi hinceta ku bê aramiya li herêmê mezin dike, dan xuyakirin ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qatarê re birîne. -
Li Londrayê 12 kes hatin binçavkirin
Têkildarî êrîşa li Londrayê 12 kes hatin binçavkirin. -
Hejmara kesên li Londonê di êrîşê de hatin kuştin zêde dibe
Şevê din, li paytexta Îngilîstan Londonê êrîşek pêk hat. Hejmara kesên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bû 7. Her sê êrîşkar jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.