CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Schûlz: Divê mîtîngên Erdogan werin qedexekirin
Lîderê SPD'ê Martîn Schûlz xwest, destûr ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ji bo civîna G-20'an tê Elmanyayê neyê dayin, ku mîtîngan lidar bixe. -
Rêveberiya DYA'yê li balafirgehan wê tevdîran bijidîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li balafirên ku wê ji gelek balafirxaneyan rabin û ber bi welêt ve werin, li ser amûrên elektorîk tevdîr jidand. -
Li Fransayê erka biryarnameya ji bo desteserkirina mafên karkeran
Li Fransayê, pêşnûmeya li ser kirina reforman bi rêya biryarnameyan, dikeve rojeva meclîsê. Bi vê yekê re wê Serokkomarê lîberal Emmanûel Macron û hikumeta wî karibin mafên karkeran xesp bikin. -
Lêçûnên parastinê yên NATO’yê zêdetir dibe
Li gorî daneyên beriya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO’yê ya ku wê sibê bicive, zêdebûna lêçûnên leşkerî yên welatên endam didome. -
Dengdana li ser ObamaCare dîsa taloq bû
Senatoyê, dengdana li ser pêşnûmeya nû ku wê 22 mîlyon kesên li DYA ji sîgorta tenduristiyê bêpar bihêle, careke din taloq kir. -
Êrîşa kîmyewî bê kirin, wê Fransa û DYA bi hev re bersivê bidin
Nîqaşên li ser îdîaya DYA ku dibêje, rejîma Sûriyeyê xwe ji bo êrîşeke bi çekên kîmyewî amade dike, didomin. Fransa û DYA'ye ragihandin, ku di êrîşeke gengaz de ew ê bi hev re bersivê bidin. -
Awûstûryayê hişyar kir: Tirkiye wê Balkanan tevlîhev bike
Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê Hans-Peter Doskozîl got, Tirkiye bi bandora li ser Kosova, Bosna û Albaniya re li herêmê dibe xwedî gotin û welatên Yekîtiya Ewropayê hişyar kir. -
FARC'ê hemû çekên xwe radest kirin
FARC’ê hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. NY'yê diyar kir 7 hezar û 132 çek radestî wan hatine kirin. -
Diviya ne cîhanê Afrîka, lê Afrîkayê cîhan têr bikira!
Dîrektorê Bankaya Rabûnê ya Afrîkayê Akînwumî Adesîna ji Le Monde Afrîkayê re axivî û got, "Diviya ne cîhanê Afrîka, lê Afrîkayê cîhan têr bikira." -
Piraniya avahiyên bilind ên Brîtanyayê ne ewle ne
Piştî şewata li Grenfell Towerê, ku di 14'ê Hezîranê de rû da û herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dan, hate ragihandin ku beşeke mezin a avahiyên bilind ên li Brîtanya Mezin, ji testa ewlekariyê derbas nebûne. -
Di meha destpêkê ya Macron de hejmara bêkaran zêde bû
Li Fransayê, ku ev 9 sal in hejmara bêkaran her zêde dibe, hat ragihandin ku ev hejmar di meha Gulanê de jî zêde bûye. -
Li Ewropayê bi sed hezaran berhemên sexte hatin girtin
Hat ragihandin, li welatên Ewropayê çend hefteyan operasyon hatine kirin û di encamê de bi sed hezaran berhemên qaçax û sexte, bi sedan kîlo madeyên narkotîkê hatin zevtkirin. -
Siwêdiyê ku ev 6 sal bû di destê El Qaîdeyê de bû hate berdan
Johna Gustafsson ê 42 salî jî Swîsreyê ku li Malî yê di sala 2011’an de ji aliyê El Qaîdê ve hate revandin û 6 sal bû girtî, hate berdan. -
Banga Federasyona Rojnamevanan a Swedê ya ji bo Tv yên Kurd
Serokê Federasyona Rojnamevanan a Swedê (SJF) Jonas Nordlîng bang li hikumeta Fransayê kir ku li hemberî hewldanên dewleta Tirk ên ku dixwazin Tvyên Kurdan bigire, bila helwesta xwe diyar bikin. -
Sosyalîst li Albaniyayê dîsa bûn desthilatdar
Gelê Albaniyayê, ji bo hilbijartina parlamentê duh çû ser sindoqan û dengê xwe da. -
Keştiya 150 tûrîst tê de bûn noqî avê bû
Li herêma rêveberiya Antîoqûîa ya Kolombiyayê, li gola bendavê ya herêma tûrîstîk a bi 80 kîlometreyan li rojhilatê Medellînê, keştiyeke 150 tûrîst tê de bûn noqî avê bû. -
Li Afganîstanê êrîş: 10 kes mirin
Li navçeya Çaşt Şerîf a wîlayeta Herat a li rojavayê Afganîstanê, êrîş li polîsên ku li ber Bendava Selma bûn hate kirin. Di vê êrîşê de 10 kes mirin. -
Ji ber kolerayê 1310 kes mirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji meha Nîsanê û vir ve li Yemenê ji ber şewba kolerayê, 1310 kes mirin. -
Tankera sotemeniyê teqiya: 123 kesî jiyana xwe ji dest dan
Li Pakîstanê, ji ber teqîna tankera sotemeniyê 123 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Wê piştî 2030'an gotûbêjên qedexeya li ser wesayîtên dîzel û benzînê werin kirin
Li Elmanyayê ku rêjeya wesayîtên bi elektirîkê ku dibin rêjeya 1 ji 100’î de ye, li gel vê jî kete rojevê ku piştî 2030'an wesayîtên dîzel û benzînê werin qedexekirin . -
Li Pakîstanê êrîş: 40 kes mirin
Li Pakîstanê di encama êrîşê de, zêdetirî 40 kesî jiyana xwe ji dest da. -
ELN’ê nûçegihanên ku desteser kiribûn berdan
Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) ku li Kolombiya hê jî şerê gerîlatiyê dikin, nûçegihanên Hollandî ku beriya niha desteser kiribûn serbest berdan. -
Ultîmatom dane Qatarê: Di hedefê de Tirkiye jî heye!
4 welatên ku ambargo li ser Qatar danîn ji bo ku cezayên ku li ser hatiye danîn bi dawî bibe gavek avêt. -
Rûsya ji Derya Spî 6 moşek avêtin Sûriyê
Rûsya ragihand ku wan ji keştiyên şer û keştiyên binzeryayî yên li Derya Spî 6 moşek avêtin cihên DAIŞ’ê yên li Sûriyê. -
Êrîşkarê li Parîsê jî ji Tirkiyeyê derbas bûye!
Çeteyê DAIŞ'ê yê li Parîsê êrîş kir û mir, derket holê ku gelek caran çûye Tirkiyeyê û li wê derê hatiye lêpirsîn jî.