CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fîzîknasên Çînî di teleportasyonê de rekor şikandin
Fîzîknasên Çînî, di teleportasyona kûantûmê de (şandina tîrêjê), mohra xwe danîn binê rekoreke nû. -
DYA: Biryara girtina parêzvanên Erdogan mesajeke vekirî ye
Biryar hate dayin, 12 parêzvanên Erdogan ên li Washîngtonê êrîşî çalakgerên aştiyane kirin, bên girtin. -
Salvegera 41. a berxwedana mezin: Soweto
Li gelemperiya Afrîkayê 'Roja Zarokên Afrîkî' tê pîrozkirin. Lê îro salvegera 41. a berxwedana mezin a bi sedan zarokan e, ku ji ber xwedî li zimanê xwe yê dayikê derketin, ji aliyê rejîma Apartheîdê ve hatin kuştin. -
Şewba kolerayê li Yemenê belav dibe: Nêzî hezar kes mirin
Li Yemenê, ku ji ber şerê navxweyî nîvê nifûsa ji 26 mîlyonî birçî ye, pêşî li belavbûna şewba kolerayê nikare were girtin. Heta niha nêzî hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. -
Tê gotin, wê Trûmp bazirganiya bi artêşa Kuba re qedexe bike
Serokê berê yê DYA Barack Obama di sala 2014'an de polîtîkayeke ku xwe nêzî Kubayê dike, dabû destpêkirin. Tê gotin, Serokê DYA Donald Trûmp biryareke ku ji vê polîtîkayê vegere, girtiye. -
Senatoya DYA danekirinên nû li ser Rûsyayê ferz dike
Senatoya DYA, projeyeke nû ya danekirinê, ku bi îdîaya destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartinên serokatiyê hate amadekirin, erê kir. -
Trûmp kete ber lêpirsînê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, bi îdîaya 'pêşî li edaletê girtiye' kete ber lêpirsînê. -
Li Elmanyayê reşikek bû şaredar
Li bajarokê Rîttmarshaûsen ê Elmanyayê, ku 770 kes lê dijîn, Chîcgoûa Noûbactep ê ji Afrîkayê bû şaredar. Noûbactep hem bi nasnameya xwe ya biyanî hem jî bi rêbaza xwe ya ku di têkiliyan de xwe ji burokrasiyê vedigire, balê dikişîne. -
Krîza Qatarê û pêvajoya piştî wê
Ji 5'ê Hezîranê û vir ve, ku krîzekê li dora Qatarê dest pê kir, pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Ev serdema nû hêdî hêdî zelal dibe. -
Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê ragihand ku dawî li erka xwe tîne
Wezîrê Karê Derve yê xwedî ezmûn ê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter, ragihand ku wê 31’ê Cotmeha 2017’an dawî li erka xwe bîne. -
Partiya Erdogan a li Fransayê PEJ di bin rêjeya 1 ji sedî de ma
Partiya Wekhevî û Edaletê (PEJ) a dûvikê Erdogan, ku tevî nerazîbûnan jî tevlî hilbijartinên li Fransayê bû, ya ku dixwest bi dest nexist. -
AKP a Tûnisê pişta xwe da Erdogan!
Partiya Ennahda ku ji ber têkiliyên wê yên nêz ên bi AKP’ê re û di ser heman modêlê re xwe birêxistin dike weke AKP a Tûnisê tê nirxandin, sînyala guherînê da! -
Monarşiyên Ereb çawa li ser piyan man?
Bi krîza Rojhilata Navîn re monarşiyên ku li Rojhilata Navîn serwer in û bi Îngilîstanê re derketin holê û ji wê serbixwe bûn çawa li ser piyan man? Em li bersiva vê pirsê digerin. -
Agir bi avahiya 27 qatî ket
Li herêma Lancaster a li rojavayê Londonê, agir bi avahiyeke 27 qatî ket. -
YE li hemberî welatên penaberan red dike, prosedura cezayê da destpêkirin
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku li hemberî Polonya, Çekya û Macaristanê yên ku li gorî bernameya parvekirina penaberan a sala 2015’an nabin, dest bi prosedura cezayê kiriye. -
Li Sûdanê nêzî 250 zarok ji ber navçûnê mirin
Neteweyên Yekbûyî ragihand, li Sûdanê di nava deh mehên dawî de ji ber navçûnê, bi qasî 250 zarokên ji 5 salî mezintir, jiyana xwe ji dest dane. -
Li gorî anketan CDU-CSU li pêş e
Li Elmanyayê wê di 24'ê Îlonê de hilbijartinên giştî werin kirin. Li gorî anketên dawî, bloka Demokratên Xiristiyan a Serokwezîr Angela Merkel li pêş e. -
Daxwaza betalkirina Meclîsa Damezrîner a Madûro nehat qebûlkirin
Dadgeha Bilind a Venezûelayê, serlêdana li dijî Meclîsa Damezrîner a Serokdewlet Maduro hate kirin, qebûl nekir. -
Daxuyaniya Civîna Jîngehê ya G7’ê ya ‘derveyî DYA’yê
Di Civîna Wezîrên Jîngehê yên G7’ê de ya li Îtalyayê hat destnîşankirin ku NY ji Peymana Werzê ‘bi paş ve venagere’ û di helwesta DYA’yê de jî tu guherîn çênebû. -
Li Rûsyayê li dijî xwepêşandanên li hember hikûmetê û nelirêtiyê mudaxeleya hişk
Li Rûsyayê, li gelek bajaran li dijî hikûmet û nelirêtiyan xwepêşandan hatin lidarxistin, hat diyarkirin ku di xwepêşandan de gelek kes hatine binçavkirin. -
Raperîna Rîfê mezin dibe
Raperîna li herêma Rîfê ya Fasê, ev heft meh in dewam dike. Ji bo piştgirî ji vê raperînê re were dayin, li gelek bajarên Ewropayê xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Hikumeta nû ya Brîtanyayê ava bû
Theresa May, ku di hilbijartinên giştî de 13 kursî winda kir û neçar ma hikumeta hindikanî ava bike, desteya xwe ya nû ava kir. -
Trûmp: Wê xala 5’an a NATO’yê bê bikaranîn
Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp got welatê wî di nav çarçoweya endamtiya NATO’yê de xala 5’an a yekîtiyê bi teqezî wê bê bikaranîn. -
Li 3 bajarên Iraqê êrîşên bombeyî: Herî kêm 21 kes mirin
Li bajarên Kerbela, Bexda û Mûsayîb ên Iraqê, ji ber êrîşên bombeyî herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûn. -
Di hilbijartinên Brîtanyayê de ti partî serwer nebû
Li gorî encamên hilbijartinên pêşwext ên li Brîtanyayê, partiya Mûxafazakaran a bi serokatiya Theresa May bi 314 kursiyan bû yekemîn, lê tevî vê yekê jî li parlamentê serwer nebû.