CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Yemenê kolera: Di du hefteyan de 115 kes mirin
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî diyar kir li Yemenê di nav du heftiyan de 115 kes ji kolera mirine. -
Di êrîşên sîber de li 150 welatî 200 hezar kes ‘mexdûr’ bûn
Midûrê rêxistina hevkariya polîsan a Ewropayê Europol Rob Waînwrîght, diyar kir di êrîşa sîber de ku roja Înê pêk hat, li 150 welatî 200 hezar kes mexdûr bûne. -
Macron bi fermî bû Serokkomar
Emmanûel Macron ê lîberal ku di hilbijartina Serokkomariyê ya Fransayê de bi ser ket, vê Şemiyê bi merasîmeke fermî li ser kursiya Serokkomariyê rûnişt. -
Koreya Bakur fuzeya balîstîk ceriband, alozî zêde bû
Koreya Bakur, roja Yekşemê careke din fuzeya balîstîk ceriband. -
Li Kolombiya pêvajoya bêçekbûna koma pêşî ya gerîla temam bû
Li Kolombiya piştî peymana aştiyê ya di navbera gerîlayên FARC’ê û hikûmetê de pêvajoya bêçekbûna koma pêşî ya gerîla ku wê derbasî jiyana sivîl bibin temam bû. -
Macron serdana xwe ya destpêkê li Elmanyayê dike
Serokkomarê nû yê Fransayê Emmanûel Macron, wê di destpêkê de biçe serdana Elmanyayê. -
Kanadayê deriyê xwe li hilbijartinên Îranê girt
Rayedarên Kanadayê destûr nedan, ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê li Kanadayê buroyên dengdanê bên vekirin. -
Li Pakîstanê teqîn: 10 kes mirin, yek ji birîndaran senator e
Li eyaleta Belûcîstan a Pakîstanê, êrîşeke bombeyî li konvoyekê hate kirin. Herî kêm 10 kes mirin. -
Dinya ji ya ku tê zanîn bêhtir şînahî ye!
Nûçeyên zanistê, ekolojiyê, sirûştê, biyocelebî bi giştî têkildarî mirovahiyê kêm caran nûçeyên baş didin. -
Li Romayê teqînekê rû da
Li paytexta Îtalya Romayê, teqînekê rû da. -
FARC û ELN: Em dilsozê pêvajoya aştiyê ne
FARC û ELN û du tevgerên mezin ên gerîla yên li Kolombiyayê ne, eşkere kirin ku ew ê di dema hikumeta nû ya piştî hilbijartinê de jî dilsozê pêvajoya aştiyê bin. -
DYA 160 fuzeyên Patrîot wê bifiroşe Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî
DYA wê bi bihayê 2 milyar dolar 160 fuzeyên Patrîotê bifiroşe hevalendê xwe yê Kendavê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî. -
63 hezar zarokên penaber ên li Ewropayê bi tena serê xwe ne
Saziya Statîstîkan a Ewropayê (Eûrostat), hejmara penaberên zarok ku dê û bavê wan an jî mezinekî wan li cem wan nîne û bi tena serê xwe ji herêmên şer û krîzê reviyane Ewropayê, eşkere kir. -
Îtalya dersînorkirinê zêde dike
Li Îtalyayê, ku di 4 mehên destpêkê yên îsal de hejmara penaberan li gorî sala 2015'an bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû, hikumet dixwaze paralelî hatina penaberan di demsala havînê de, dersînorkirinê zêde bike. -
'Di Peymana Avhewayê de wê berjewendiyên Amerîkayê esas bin'
Tîllerson bibîr xist, biryara li ser Peymana Avhewayê ya li konferansa COP21 a Parîsê di Mijdara 2015'an de hate qebûlkirin û di Nîsana 2016'an de pêşkêşî îmzekirinê hate kirin, wê di dawiya meha Gulanê de bê dayîn. -
Civîna 6’an a Cinêvê wê 16’ê Gulanê destpê bike
De Mîstûra, diyar kir ku hevdîtinên Cinêv ên ku wê 16’ê Gulanê ji nû ve destpê bike, wê 3 rojan dom bike. -
Li Nîjeryayê şewba menenjîtê: Bi hezaran kes mirin
Li Nîjeryayê ji ber vîrusa menenjîtê ji meha Mijdarê û heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku şewb ketiye bin kontrolê. -
NY: Li Somaliyê 275 hezar zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Somaliyê ya ku birçîbûn lê gelekî zêde ye banga alîkariyê kir û hişyarî da ku ji ber birçîbûnê 275 hezar zarok li ber mirinê ne. -
Li Bûenos Aîresê nîv mîlyon kesên ‘bi çarika spî’ derketin qadan
Li Arjantînê nîv mîlyon kes bi çarikên spî li Bûenos Aîresê derketin kolanan, ji ber ku Dadgeha Bilind cezayê êşkencakarekî berê kêm kir. Xwepêşandêran ev biryar protesto kirin. -
Li Hîndîstanê di dema dawetekê de dîwar hilweşiya: 24 mirî
Li rojavayê Hîndîstanê, di dema dawetekê de dîwar hilweşiya. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Krîza li Venezûelayê giran dibe
Li Venezûelayê, di xwepêşandana mûxalefeta rastgir a dijî Serokkomar Nîcolas Madûro de, 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan. -
Macron wê di îhaleyan de karibe giraniyê bide ser şîrketên Ewropî
Pêşniyarên Serokkomarê nû yê Fransayê Emmanûel Macron ên ji bo parastina îhaleyên cemaweriyê yên yekîtiyê, di nava Yekîtiya Ewropayê de tên nîqaşkirin. -
Bicihatina armancên li ser germahiya global zehmet e
Danûstandinên welatên Peymana Hawirdore ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC), li Bonnê dewam dike. Ev bajar wê di meha Mijdarê malovaniyê ji konferansa avhewayê COP23 re bike. -
Komîsyona YE neçar e Însiyatîfa Stop-TTIP nas bike
Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da, ku Însiyatîfa Stop-TTIP a li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera YE û DYA ava bûye, weke mûxatabê fermî bê naskirin. -
Trûmp: Ligel Rûsyayê em ê li Sûriyeyê tiştên gelekî baş bikin!
Serokê DYA’yê Donald Trûmp Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ezimand. Trûmp got: “hevdîtineke gelekî baş bû.”