Li Awûstûryayê hilbijartinên pêşwext
Li Awûstûryayê ji ber lihevnekirina koalîsyona mûhafazakar û demokratên sosyal, biryara hilbijartina pêşxwest hate girtin.
Li Awûstûryayê ji ber lihevnekirina koalîsyona mûhafazakar û demokratên sosyal, biryara hilbijartina pêşxwest hate girtin.
Ji ber lihevnekirina di navbera Partiya Demokrat a Sosyal (SPO) û Partiya Gel a Awûstûrya (OVP) hilbijartina ku sala bê wê bihata kirin, tê plankirin ku wê 15'ê Cotmehê pêk were. Biryara ku ji aliyê OVP û SPO yê ve hatî girtin, di rojên pêşiya me de bi erêkirina partiyên din wê pêşkêşî parlamentoyê were kirin.
Di hilbijartinê de ligel Serokê SPO'yê Chrîstîna Kern û Wezîrê Karê Derve Sebastîan Kûrz ku duh bibû Serokê OVP’ê, şensê Partiya Azadiyê ya Awûstûrya a rastgir jî heye.
Anket didin diyarkirin ku rêjeya dengên her 3'ê partî di navbera sedî 26 û 29 de ne. Bi hatina Sebastîan Kûrs re rêjeya dengê OVP'ê ji sedî 21-23 derbasî sedî 26-28 bûye.