Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 kes hatin kuştin

Li Kanadayê, êrîşeke çekdarî li mizgeftekê hat kirin û li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta eyaleta Qûebec a Kanadayê Qûebec Cîty, li Navenda Çanda Îslamê ya Qûebec Cîty ku weke mizgeftê jî tê bikaranîn, di dema nimêja eşa de êrîşeke çekdarî hat kirin. Li gorî daxuyaniyên destpêkê, êrîş ji aliyê 3 kesên çekdar ve hatiye kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûn.

Polîsê Qûebecê ragihand, du gumanbar piştî bûyerê hatine binçavkirin. Rayedarên emniyetê gotin, herêm hatiye ewlekirin û rewş ketiye bin kontrolê.

Şahidên bûyerê ji çapemeniya xwecihî re axivîn û diyar kirin, dema ku 40 Misilman ji bo nimêja eşa li hundirê mizgeftê bû, êrîş hatiye kirin.

TRÛDEAÛ MESAJA SERSAXIYÊ WEŞAND

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû piştî êrîşê peyamek sersaxiyê weşand. Trûdeaû bi rêya twîtterê peyam weşand û got, "Şêniyên Kanadayê îşev şîna mirovên li mizgefta li Qûebec Cîtyê bi êrîşeke namerdî hatin kuştin, digirin." Serokwezîr Trûdeaû ji malbatên mirovên jiyana xwe ji destdane re sersaxî xwest.