CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îtalyayê ji ber aşûtê 30 kes mirin
Li herêmên navîn ên Îtalyayê, aşûta ji ber erdhejê rû da, otelek di binê berfê de hişt. Di bûyerê de 30 kes mirin. -
Danûstandinên navbera hikûmeta Kolombiya û ELN di 7'ê Sibatê de dest pê dikin
Hat ragihandin, danûstandinên navbera hikûmeta Kolombiya û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ku duyemîn mezintirîn rêxistina gerîla ya li vî welatî ye, wê di 7'ê Sibatê de bi rengekî fermî dest pê bikin. -
Rûsya: Hevdîtinên li ser Ûkraynayê wê ji nû ve dest pê bikin
Li Ûkraynayê ku ev 3 sal in çareseriyeke siyasî nehatiye peydakirin, hat ragihandin wê hevdîtinên navbear Rûsya, Elmanya û Fransayê bidomin. -
WMO: Germa sala 2016'an li gorî sala 1880 bi 1,1 pileyî zêde bû
Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ve hatin weşandin, ji sala 1880'û vir ve germa herî zêde di sala 2016'an de bû. -
Yekîtiya Ewropa nîjadperest û faşîstan fînanse dike
Yekîtiya Ewropayê, di nava du salên dawî de bi 2,3 mîlyon Euroyî alîkarî da APF û AENM, ku kom û partiyên nîjadperest, Nazî û faşîst di bin sîwana Yekîtiya Ewropayê de ava kirine. -
Li Maliyê êrîşa xwekujî: Herî kêm 50 kes mirin
Li Malî ya dikeve Rojavayê Afrîkayê li dijî kampeke leşkerî êrşek pêk hat. Di encama êrîşê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da. -
Rewşa Astana hê ne diyar e
Hê zelal nebûye bê ka DYA wê tevlî civîna Astanayê ya têkildarî Sûriyê bibe yan na. -
Namzetê seroktiya federal a Keskan wê bibin Gorîng-Eckardt û Ozdemîr
Ji bo hilbijartina giştî ya federal a Elmanya ku îsal wê were kirin, hikûmetê li ser 24’ê Îlonê biryar da. Namzetên seroktiyê yên Keskan weke Cem Ozdemîr û Katrîn Gorîng-Eckardt hatin hilbijartin. -
Qralê Swêdê avahiyên dewletê dide dost û xizmên xwe
Kovara Scoop ragihand, Qralê Swêd Carl Gûstaf ê XVI., avahiyên dewletê bi buhayekî gelekî erzan bi kirê dide ximz û dostên xwe. -
Di navbera Sûriye û Îranê de peymaneke nû hat îmzekirin
Serokwezîrê Sûriyeyê Îmad Xemîs li Tehranê bi Alîkarê Serokdewlet Îshaq Cîhangîr re rûnişt. -
Li Şamê teqîn: 9 leşker mirin, 1 jê general e
Li cihekî nêzî paytexta Sûriye Şamê êrîşeke bombeyî hat kirin. Di encamê de generalek û 8 leşker mirin. -
Hollanda wê di asta rekorê de laleyan biçîne
Hollanda ku yek ji hilberînerên sereke yên gula laleyê ye, wê di nava vê salê de 2 mîlyar laleyan biçîne. -
Amnesty: Azadiya li Ewropayê kêm bû
Li gorê lêkolîneke nû, ku ji aliyê Rêxistina Efrûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ve hat weşandin, 'pêla terorîzma Îslamî' ya li welatên Yekîtiya Ewropayê, azadî û mafên bingehîn ên li van welatan kêm kirine. -
Li Mûsilê 3 tax û Mizgefta Mezin hate rizgarkirin
Rayedarên Iraqî ragihandin ku li Mûsilê mizgefta Mezin û 3 tax ji çeteyan hate rizgar kirine. -
Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, serlêdana ji bo qedexekirina NPD'ê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, daxwaza ji bo qedexekirina Partiya Neteweperest a Elman (NPD), ku bi nêrînên xwe yên alîgiriya nîjadperestî û Neonazî tê naskirin, red kir. -
Parlamenta Ewropayê serokê xwe yê nû hilbijart
Parlamenterê Îtalyanî Antonîo Tajanî ji bo Serokatiya Parlamenta Ewropayê hat hilbijartin. -
Stasyona çavdêriyê ji ber germa global bar dike
Ji ber germa global, qeşa li cemseran roj bi roj dihele. Navendeke lêkolînê ya li Antarktîkayê, ku çavdêrî li guhertina avhewayê dike, wê ji ber germa global bar bike. -
Astronotê dawî yê çû ser Heyvê jiyana xwe ji dest da
Astronotê ji Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê Eugene Cernan, ku mirovê dawî bû çû ser Heyvê, duh jiyana xwe ji dest da. -
Forûma Aboriyê ya Cîhanê îro dest pê dike
47. Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) di nava tedbîrên giran ên ewlekariyê de îro dest pê dike. Serokdewlet û serokwezîrên zêdeyî 30 welatan wê beşdarî vê civîna bilin a li Davosê bibin. -
Rûsya di asta rekorê de gaza xwezayî difiroşe Elmanyayê
Li Rûsyayê, ku ji ber şerê navxweyî yê Ûkraynayê danekirin li ser hat ferzkirin, zêdebûna firotina gazê balê dikişîne. -
Portekîzê li ser bermayiyên nukleerî giliyê Spanyayê kir
Hikûmeta Portekîzê giliyê Spanyayê kir, ku biryar daye li cihekî bi 100 kîlometreyî dûrî sînorê welatê wan, bermayiyên nukleerî bixe depoyê. -
Li Misrê êrîş: 8 polîs mirin
Li cihekî nêzî paytexta Misrê Kahîreyê êrîşek çekdarî hat kirin û di encamê de herî kêm 8 polîs mirin. -
IMF: Wê di sala 2017'an de rêjeya ekonomiyê 3,4 bilind bibe
Li gorî texmînên ku ji aliyê Fona Dirav a Navneteweyî (IMF)hate weşandin, di wê pêşbîniyê de ne ku di sala 2017'an de rêjeya mezinbûna ekonomiyê ya di cîhanê de wê bigihêje 3,4. -
Li girtîgehên Brezîlyayê di nava 16 rojan de ji 100 zêdetir mirî
Di bûyerên dijwar ên li girtîgeha Alcaçûz a dikeve Bakûrê Brezîlyayê de, herî kêm 26 kes mirin. -
Rapora Oxfam: 8 kes ji 3,6 mîlyar kesî dewlemendtir in
Li gorî daneyên ji aliyê saziya alîkariyê ya bi navê Oxfam International ve hatin weşandin, cudahiya navbera dewlemend û xizanan, ji texmînan gelekî zêdetir e.