CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Bexdayê teqîn: 13 mirî, 50 birîndar
Li herêmeke Şîa ya li rojhilatê paytexta Iraq Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. -
Mayin wê êdî bi balafirên bêmirov bên tespîtkirin
Li gelemperiya cîhanê, ji ber mayinan her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Ji bo rakirina mayinan rêbazeke hê bi ewle tê afirandin. -
Li stargeha extiyaran a li Fransayê bi dehan mirina bi guman
Li stargeheke extiyaran a li bajarê Lyon ê Fransayê, ji ber bi dehan mirinên bi guman Wezareta Tenduristiyê lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Ewropayê ji ber sermayê bi dehan kes mirin
Li gelemperiya Ewropayê, serma herî dijwar a sed salên dawî heye. Li gorî tespîtan, heta niha 23 kes ji be sermayê qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. -
Serokê dîrokî yê sosyalîst ê Portekîzê Soarês mir
Piştî derketina dîktatorê Portekîzê Salazar, Marîo Soares ê serokwezîrê kevin ê sosyalîst û Serokkomarî kiribû ku di dema derbasbûna demokrasiyê de rolekî girîng lîst, jiyana xwe dest da. -
DYA yekîneyeke ji 300 kesî pêk tê şand Afganîstanê
Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA), ji ber şerên dijwar ên bi Talîbanan re ya li eyaleta Helmandê, wê 300 leşkerên nû ji bo erkê bişînin Afganîstanê. -
Li DYA jimarên îstîhdamê ketin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di dawiya sala 2016’an de rêjeyên bêkariyê ji bendewariyê kêmtir zêde bûn, lê di jimarên nû yên qadên îstîhdamê de jî ketin heye. -
Li dijî balafirgeha DYA êrîşa çekdarî: 5 mirî, 12 birîndar
Li dijî Balafirgeha Fort Lauderdalê ya li eyaleta Florîda ya DYA êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 5 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn. -
Li Brezîlyayê dîsa ‘îsyana girtîgehê’: 33 mirî
Li girtîgehek Monte Crîsto ya girêdayî eyaleta Roraîma ya Brezîlyayê îsyan çêbû, hat ragihandin ku herî kêm 33 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. -
Li dijî qirkirina Namîbya ya Elmanyayê doz hat vekirin
Li DYA'yê li ser navê gelên Herero û Namayê, yên ku di destpêka sedsala 20'emîn de ji hêla dewleta Elmanyayê ve hatibûn qirkirin, doz hate vekirin. -
'Heval Sara damezrînera şoreşa azadiya jinan e'
Gerîlayên YJA Starê, di salvegera komkujiya Parîsê de her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û gotin, ew ê şopdarên wan bin. -
Tercîha destpêkê ya çepa Fransayê Mêlenchon e; Dibe ku Macron surprîzê bike
Tê dayîn di hilbijartinên Serokkomara Fransayê de, ku wê di meha Nîsanê de bê kirin, Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê winda bike. -
Çîn wê bi sed mîlyaran dolarî li enerjiya dikare bê nûkirin xerc bike
Komara Gel a Çînê, tevî bernameya herî mezin a enerjiya dikare bê nûkirin, xwe amade dike ku giraniyê bide ser enerjiya nukleerê. -
Li wargeheke penaberan a li Elmanyayê şewat derket: Bi dehan kes birîndar bûn
Li wargeheke penaberan a li nêzî bajarê Paderborn ê Elmanyayê şewat derket. Tê gotin, herî kêm 60 kes ji ber şewatê birîndar bûne. -
Li Kongoyê şerê navbera kabîleyan: Bi dehan kes mirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk, kabîle bi hev ketin. Tê gotin, di vî şerê de gelek kes mirin e. -
Eger Madûro ji wezîfeyê bê kirin wê Aîssamî yê ji Rojhilata Navîn bibe serok
Eger hewldanên mûxalefeta rastgir a ji bo kirina ji wezîfeyê ya Serokdewletê Sosyalîst Nîcolas Madûro bi ser bikeve, wê alîkarê Madûro yê ji Rojhilata Navîn bikeve şûna wî. -
Netanyahû xwest Azarîa bê efûkirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû got, leşkerê Îsraîlî yê li Şerîa Rojava gule berda serê Fîlîstîniyekî birîndar û duh ji aliyê dadgehê ve sûcdar hat dîtin, divê bê efûkirin. -
Bersûcê sûcê şer ê Sirbîstan lê digeriya li Fransayê hat girtin
Serokwezîrê berê yê Kosova û yek ji lîderên ÛÇK Ramûş Haradînaj, ku tê gotin di dema şerê Kosova de sûcê şer li Sirpan kiriye û bi vê sûcdariyê lê dihat gerîn, li Fransayê hat binçavkirin. -
Şewba çûkan: Li Fransayê wê 1,3 mîlyon werdek bên kuştin
Li Fransayê ku di hefteyên dawî de şewba çûkan lê gelekî belav bûye, wê 1,3 mîlyon werdek bên kuştin. -
'Fermana ekonmiyê' a yekem aTrûmp wê rakina sîgortaya tendirûstiyê be
Hat ragihandin ku karê yekem ê Donald Trûmp wê rakirina yasaya ku li Dewletên Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) a ewlehiya sîgortaya tendirûsiyê ya deh milyon hejaran diparêze û weke Obamacare tê nasîn be. -
Operasyona li dijî têkiliyên Amrî
Li dijî kesên têkiliya xwe bi Anîs Amrî re heye, li paytexta Elmanya Berlînê roja 19'ê Kanûnê komkujî kir û 12 kes kuşt, operasyon hat kirin. -
Mîrateya dîrokî ya Misrê ji ber krîza aborî bê xwedî ma
Li Misrê, ku ji sala 2011'an û vir ve serdemeke tevlîhev lê heye û krîza aboriyê serdest e, gelek berhemên dîrokî bêxwedî man e. -
Piştî erdheja 7,2 a li Fîjî, xeteriya tsûnamî rû da
Li Giravên Fîjî yên li Okyanûsa Pasîfîk, bi şîdeta 7,2'an erd hejiya. Li vê herêma ku ji sedan giravan pêk tê, xeteriya tsûnamiyê rû da. -
Di sala 2016'an de li Iraqê 7 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dane
Li Iraqê ji sala 2008'an û vir ve di şer û êrîşên qewimî de 54 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di sala 2016'an de jî 6 hezar û 878 sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Fosîlê marîjokê 260 mîlyon salî bi rasthatinî hat dîtin
Derket holê, kevirekî ku tûrîsteke Elman beriya 14 salan bi rengekî îllegal biribû welatê xwe, fosîlekî beriya 260 mîlyon salî ye.