Netanyahû xwest Azarîa bê efûkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû got, leşkerê Îsraîlî yê li Şerîa Rojava gule berda serê Fîlîstîniyekî birîndar û duh ji aliyê dadgehê ve sûcdar hat dîtin, divê bê efûkirin.

Leşkerê bi navê Elor Azarîa, ku milîtanekî Fîlîstînî yê birîndar înfazk ir, di rûniştina duh de ji aliyê dadgehê ve sûcdar hat dîtin. Biryar nehat dayîn ku leşker çiqasî di girtîgehê de bimîne. Tê payîn ev biryar di nava mehekê de eşkere bibe. Pêkane ku heta 20 salan cezayê girtîgehê li vî leşkerî were birîn.

Vê darizandinê, raya giştî ya Îsraîlê kir du parçe. Rastgirên tund dixwazin Azarîa bê berdan. Saziyên mafên mirovan û partiyên mûxalefetê jî dixwazin bê cezakirin.

Kesekî din ku eşkere kir ew dixwaze Azarîa bê berdan, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ye. Netanyahû piştî dadgehê bi rêya malpera xwe ya Facebookê îdîa kir, ku divê cezayê Azarîa were efûkirin.

Wezîrê Perwerdeyê Naftalî Bennett jî, ku bi xwe rastgirekî tund e, banga efûkirina leşkerê Îsraîlî kir.

Lê belê biryara efûkirina leşkerê ku milîtanê Fîlîstînî yê birîndar înfaz kir, ancax ji aliyê Serokkomar Reûven Rîvlîn ve bê dayîn.

Ev înfaz di meha Adarê de hatibû kirin. Artêşa Îsraîlê piştî vê înfazê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, ku ev yek li nirxên artêşê nayê.

Beriya rûniştina duh a darizandina Elor Azarîa, bi sedan alîgirên rastgir ên tund xwepêşandan lidar xistibûn û xwestibûn bê berdan.