CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tûnisê gel li dijî 'vegera çeteyên selefî' daket kolanan
Li Tûnisê, bi hezaran kes li dijî dibetiya vegera kesên tevlî DAIŞ'ê û çeteyên din ên selefî bûne, daketin kolanan. -
Dermanê Ebola yê ji sedî sed bi bandor e, hate dîtin
Li Gîneyê, ku Şewba Ebola di navbera salên 2013-2015'an de herî zêde bandor li vî welatî kiribû, dermanê nû li ser 5 hezar 800 kesî hate ceribandin. Encamên vê yekê jî li kovara The Lancet'ê hate weşandin. -
Yek ji kelehên dawî yên Boko Haram 'Camp Zero' hate xistin
Bi saya operasyonên leşkerî yên li dijî çeteyên Boko Haram, yek ji kelehên dawî yên van çeteyan li Nîjeryayê hate xistin û rêxistin hate qelskirin. -
Swêdî li ber astengiyên li pêşiya mafên zimanê dayikê yên li Fînlandiyayê rabûn
Piştî ku qanûneke li ser navendîkirina sîstma tenduristiyê li Fînlandiyayê hate qebûlkirin, Fîniyên bi Swêdî daxivin, nerazîbûneke mezin nîşan dan. -
Balafira Rûsyayê ya 92 kes tê de bûn, kete xwarê
Balafira bi tîpa Tûpolev Tû-154 a Rûsyayê, piştî ku ji balafirgeha bajarê Soçî bi hewa ket, têkiliya pê re qut bû. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Înterfaxê, balafir li herêmeke çiyayî ketiye xwarê. -
Girêdayî êrîşa Berlînê 3 çete li Tûnûsê hatin girtin
Hat diyarkirin ku têkildarî faîlê qetlîama Berlîn a Elmanyayê Anîs Amrî yê ku duh sibehê li rojhilatê Îtalyayê hate kuştin, 3 kesên ku têkilî li gel hebûn li Tûnûsê hatin binçavkirin. -
Trûmp: Piştî 20’ê Çileyê wê li NY’yê rewş cuda be
Di dengdanê de ji ber sedema ku DYA, mafê wê yê vetorkirinê hebû jî, bêalî ma, li dijî Îsraîlê ya li Şerîa ya Rojava, pêşnûmeya ku qonaxeke cidî bû hate qebûlkirin. -
‘Li Fransayê gefa ku êrîşa terorîstî pêk were pir xurt e’
Polîsê Fransa daxuyaniyek da û got, ji ber sedema Noelê û pîrozkirina sersalê, gefa êrîşa terorîstî li welat pir xurt e’’ -
Li Fransayê ‘komaleya’ ku xebatên çetewarî li girtîgehan dimeşand hat redkirin
Der heqê ‘komaleya alîkariyê’ ya ku li Fransayê di gelek dosyayên îslamîstên radîkal de navên wê derbas dibû û xebatên radîkalkirina ciwananên girtî dimeşand biryara girtinê derketibû. Ev ji hêla Konseya Dewletê jî hat qebûlkirin. -
Çalakiya revandina balafirê ya li Maltayê hat bidawîkirin
Hat ragihandin ku alîgirên Kaddafî yên ku ji Lîbyayê balafirek rêwiyan revandin û li Maltayê danîn, çalakiya xwe ya dîlgirtinê bi temamî bi dawî kirine û teslîm bûne. -
Hejmara penaberên ku li Behra Spî xeniqîn 5 hezar derbas kir
Li gor saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, ji serê vê salê ve hejmara penaberên ku li Behra Spî û Egeyê fetisîne gihiştiye 5 hezaran. Ev hejmar heta niha nehatibû dîtin. -
Elmanya: Gefa terorê didome
Wezîr Thomas de Maiziere ji bo tevdîra destpêkê ya pêşîgirtina êrîşan, wek çareserî bi lezûbez şandina penaberên ku biryara wan a dersînorkirinê hene pêşkêş kir. -
Ji balafira hate revandin 109 rêwî hatin berdan
Tê gotin, du çalakgerên balafira şîrketa Afrîqiyah a ji bajarê Sabha yê Lîbyayê diçû Trablûsê revandin, heta niha 109 rêwî berdan e. -
Ji ber kêmasiya polîsên Elman xwe gihande Îtalyayê
Polîsên Elman, heta ku li tevahiya Ewropayê fermana lêgerîna Amrî derxist, 30 saet di ser komkujiyê re derbas bû. Tê gotin, Amrî ji vê yekê sûd wergirtiye û bi saya vê kêmasiyê karîbûye xwe veşêre. -
Balafira rêwiyan a ji Lîbyayê hat revandin daket Maltayê
Balafira rêwiyan a bi tîpa Aîrbûs A320 a şîrketa Afrîqiyah, ku ji Lîbyayê hate revandin, daket Maltayê. Tê gotin, yên balafir revandine alîgirê lîderê têkbirî Mûammer Kaddafî ne. -
Êrîşkarê Berlînê li Îtalyayê hate kuştin
Anîs Amrî ku weke kujerê 12 kesên li Berlînê hatin kuştin li gelemperiya Ewropayê lê dihat gerîn, li Îtalyayê hate kuştin. -
Pêşnûmeya li ser wargehên li Şerîa Rojava hate vekişandin
Pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya li ser sekinandina çêkirina wargehên Yahûdî li Şerîa Rojava, ku ji aliyê rêveberiya Misrê ve hat pêşkêşkirin, di kêliya dawî de hat taloqkirin. -
Li Elmanyayê gotinên populîst herî zêde bandorê li hilbijêrên mêr û extiyar dikin
Li Elmanyayê, ji ber koça penaeran a du salên dawî û êrîşên demên dawî, tê payîn rêjeya dengê AfD a nîjadperest zêde bike. Li gorî anketan, hilbijêrên extiyar berê xwe didin partiya rastgir a tund. -
Hejmara mirovên li Meksîkayê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, bû 35 kes
Hejmara mirovên li bazareke fîşekên hewayî ya li Meksîkayê di teqîna roja Sêşemê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 35 kesan. -
FARC: Hewldanên provokatîf ên artêşê dewam dikin
Li Kolombiyayê, piştî qebûlkirina peymana aştiyê, gerîlayên FARC'ê li cihê hatiye diyarkirin, kom dibin. Lê belê hat ragihandin, ku hewldanên tacîzê yên hin yekîneyên artêşê dewam dikin. -
Îran û Aîrbusê hevpeymanek 20 mîlyar dolarî kirin
Piştî pêkanînên navneteweyî hatin rakirin, Îranê pêşxistina bazirganiya bi welatên rojavayî re domand, bi Aîrbusê re hevpeymanek mezin a 20 mîlyar dolarî îmze kir. -
Kesê ku Elmanya lê digeriya eşkere bû ku êrîşa Berlînê kiriye
Diyar bû ku welatiyê Tûnisî yê bi nave Anîs Amrî li bajarê Berlîn ê Elmanyayê qetlîam kiriye, ji ber nehatiye girtin jî hikûmet di nava zoriyê de ye. -
Di êrîşa bombeyî ya Mûsilê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Mûsilê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşek bombeyî pêk anîn, hat ragihandin ku herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
NY wê sûcên şer ên li Sûriyeyê bi 'tîmeke taybet' lêkolîn bike
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da, ji bo lêkolînkirina sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê di 6 salên şerê navxweyî de rû dane, tîmeke taybet amade bike. -
Li Nîjeryayê 1900 sivîl hatin rizgarkirin, 600 çete hatin girtin
Di operasyonên artêşa Nîjeryayê de, ku li dijî çeteyên Boko Haram hatin lidarxistin, bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin, bi sedan çete jî bi saxî hatin girtin.