CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Brezîlyayê rewşeke din a sosret
Dor li Serokkomarê nû yê Brezîlyayê Mîchel Temer teng dibe. Rêjeya mirovên destekê didin Temer, ku bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin daket ji sedî 10'an. Gel dixwaze Temer îstifa bike û hilbijartin bê kirin. -
Nîqaşa li ser 'Destwerdana Rûsya' li hilbijartina DYA mezin dibe
Tevî ku di ser hilbijartina serokdewletiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re zêdeyî mehek derbas bûye jî, nîqaşên li ser hîle û destwerdana derve naqedin. -
Banê dêrek li Nîjeryayê rûxiya: Ji 60 heta 200 kesî jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Ûyo yê Nîjeryayê, di dema îbaretê de banê dêrekê rûxiya. Tê gotin, 60 heta 200 kesî di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane. -
Wezîrê berê yê Fransayê Macron zû dest bi kampanya hilbijartinê kir
Emmanûel Macron, piştî ku ji hikûmetê îstifa kir giranî da ser xebatên hilbijartinê. Macron li Parîsê bi xwepêşandaneke girseyî xwe nîşan da. -
Li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev kirin
Welatên hilberîner, ku ji sala 2014'an û vir ve ji ber kêmbûna buhayê petrolê ji aliyê aborî ve tengav bûne, li hev kirin ku hilberîna petrolê kêm bikin. -
Li dijî gemarîkirina hawirdorê wê vînyet li Fransayê were ferzkirin
Li Fransayê, pêkanîna vînyetê wê ku ji 1'ê Çileyê û vir ve di meriyetê de ye, lê ne mecbûrî ye, wê êdî li hin bajaran mecbûrî be. Li gorî agahiyan, hikûmet ji bo wesayîtên zerarê nadin hawirdorê, wê tedbîrên nû bigire. -
Li Fansayê hikûmet dixwaze Rewşa Awarte dirêj bike
Li Fransayê Bernard Cazeneûve yê ku vê hefteyê erka serokwezîrêyê girt diyar kir ku ji ber xeteriya êrîşên terorîstî daxwaz dikin ku pêkanîna rewşa awarte dirêj bikin. -
Li Yemenê êrîşa întixarî: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin
Li bajarê Aden a Yemenê ji aliyê komeke îslamiyên redîkal ve çalakiyeke întixarî hate pêkanîn. Hat diyarkirin ku di êrîşên de herî kêm 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. -
Îdeaya ABD li Mûsilê leşkerê Iraqê bombe kirine
Hat îdeakirin ku balafirên Amerîkayê bi şaşîtî li leşkerê Iraqê daye û bi dehan leşkerê Iraqê jiyana xwe ji dest dane. -
Santos, Xelata Aştiyê ya Nobelê ‘Li ser navê qurbaniyan’ girt
Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Serokê Dewleta Kolombiyayê. Serok Santos, anî ziman ku xelatê li ser navê kesên ku di şerê navxweyî de bûne qûrban digire. -
Bi dehan BAES’î têne berdan
Di nav de serek sûcdarê Komkujiya Enfalê û Wezîrê Parastinê yê berê Sultan Haşîm jî di nav de bi dehan rêveberên BAES’ê têne berdan. Di nav projeya normalîzkirina dîrokê de gelek rêveberen rejîma BAES têne berdan. -
Şîrketên enerjiyê wê bi pereyan ji berpirsiyariya nukleerê rizgar bibin
Li Elmanyayê ku wê sala 2022’yan santralên nukleerî bi temamî bên girtin, têkîldarî paqijkirin û veşartina pîsîtiyên santralan de dewlet û şîrket li hev nakin. -
Brîtanya, ‘fêm dike’ bê çima Siûdî Yemenê bombe dikin
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ku li Bahreynê di konferansek ewlehiyê de axivî, daxuyaniyek xwe ya rojên bihurî kiribû daqurtand û bombekirina Siûdî ya li Yemenê parast. -
Li Madagaskarê mîlyonek û nîv kes bi birçîbûnê re hevrû ne
Ji ber El Nîno ya ku li okyanûsan bandora wê zêde dibe û dibe sedem ku germahî zêde bibin, li gelek welatan qadên çandiniyê zerarê dibînin. -
Trump hê Wezîrekî Karên Derve nedîtiye
Donald Trump ê ku wê meha Çileyê wezîfeya serokdewletiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) dewir bigre, hê kabîneya xwe diyar nekiriye. -
Li Nîjeryayê du êrîşên bi koordîne: Herî kêm 56 mirî
Li Nîjeryayê ji hêla çeteyên Boko Haram ve 2 êrîşên cuda hatin kirin, hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 56 kesan jiyana xwe dest dane. -
Astronotê navdar ê DYA'yî John Glenn mir
John Glenn, ku piştî astronotê Rûs Yûrî Gagarîn weke astronotê herî extiyar ê çûye fezayê û li dora cîhanê geriya ye tê naskirin, di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Piştî erdheja li Pasîfîkê, hişyariya tsûnamiyê hate dayîn
Li Giravên Solomon ên li Okyanûsa Pasîfîkê, bi dijwariya 7,8'an erd hejiya. Pisporan li ser tsûnamiyeke gengaz hişyarî dan. -
Lavrov: Li Helebê ji bo sivîlan me navber da operasyonê
Serokê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bo rizgarkirina bi hezaran sîvîlên li Helebê navber daye operasyonan. -
Li Yewnanîstana grevên giştî
Li dijî polîtîkayên şidandina qayişê yên Yewnanîstanê ku bi daxwaza dezgehên YE hatin kirin, greva giştî dest pê kir, li gelek bajaran jî bi hezaran xebatkarî xwepêşandan li dar xistin. -
Ji bo wezîrê Hollande yê nelirêtî kiribû cezayê hepsê
Ji bo Wezîrê berê yê Bûdçeyê yê Partiya Sosyalîst Jérome Cahuzac ku bi sûcên nelirêtiya bace û şofandina pereyên reş dihat tewanbarkirin û rêveberên banka Swîsreyê ku di vî sûcî de pê re bûne alîkar, cezayên hepsê hatin birîn. -
Rewşeke din a sosret a Elmanya: Niha jî wê leşkerên Siûdî perwerde bike
Tê gotin, ji bo 'yekîneya antî-terorê' ya Erebîstana Siûdî ji aliyê pisporên leşkerî yên Elman ve bên perwerdekirin, bazarî hatiye kirin. Erebîstana Siûdî ku di nava şerê Yemenê de ye, tê zanîn destekê dide komên çete yên li Sûriyeyê. -
Ji YE bernameya alîkariya însanî ji bo 100 hezar ciwanî
Bernameya ku di meha Îlonê de ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hate îlankirin, dest pê kir. Bi vê bernameyê re tê xwestin, bi qasî 100 hezar ciwan di projeyên însanî de bên xebitandin. -
Wekîla Swêdî: Li me qedexe kirin ku em ji medyayê re baxivin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve, ku niha li Tirkiyeyê ye, ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re got, "Nasnameya me kontrol kirin û jendermeyan ji me re gotin, nabe ew daxuyaniyê bidin medyayê." -
Trûmp polîtîkaya li ser hawirdorê radestî 'dostê komirê' Prûîtt dike
Donald Trûmp ê ji bo serokdewletiya DYA hate hilbijartin, bi tayînek li ser polîtîkayên hawirdorê re, rê li ber tirs û fikaran vekir.