Li Yewnanîstana grevên giştî
Li dijî polîtîkayên şidandina qayişê yên Yewnanîstanê ku bi daxwaza dezgehên YE hatin kirin, greva giştî dest pê kir, li gelek bajaran jî bi hezaran xebatkarî xwepêşandan li dar xistin.
Li dijî polîtîkayên şidandina qayişê yên Yewnanîstanê ku bi daxwaza dezgehên YE hatin kirin, greva giştî dest pê kir, li gelek bajaran jî bi hezaran xebatkarî xwepêşandan li dar xistin.
Bi banga sendîkayan ku konfederasyona sendîkayan GSEE jî heye, greva giştî ya 24 saetan dest pê kir.
Ji ber greva giştî ji bilî memûrên gelemperî, xebatkarên banka û şîrketên behrê jî naxebitin. Li welêt ku doktor û xebatkarên hesinrê jî eleqeyek mezin nîşanî greva giştî didin, dezgehên çapemeniya nivîskî jî nehatin weşandin.
Ji vê grevê ferîbotên rêwiyan jî bandor bûn, xizmetên veguhestina komî jî asteng dibin.
Bi armanca protestokirina hikûmeta Yewnanîstanê, li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Atînayê herî kêm 15 hezar, Selanîkê jî herî kêm 5 hezar xebatkar tevlî çalakiyê bûn.