Li ser kêmkirina hilberîna petrolê li hev kirin
Welatên hilberîner, ku ji sala 2014'an û vir ve ji ber kêmbûna buhayê petrolê ji aliyê aborî ve tengav bûne, li hev kirin ku hilberîna petrolê kêm bikin.
Welatên hilberîner, ku ji sala 2014'an û vir ve ji ber kêmbûna buhayê petrolê ji aliyê aborî ve tengav bûne, li hev kirin ku hilberîna petrolê kêm bikin.
Endamên Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC), li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hev civiyan û li hev kirin ku hilberîna rojane ya petrolê daxînin 562 hezar warîlî. Ev rêje ji bo welatên hilberîner ên ne endamên OPEC'ê ne derbasdar e.
Ji sala 2001'ê û vir ve, cara yekê ye welatên OPEC'ê û 11 welatên ne endamên vê rêxistinê ku Rûsya, Meksîka, Kazakîstan, Bolîvya, Azerbaycan û Malezya jî di nav de ne, bi vî rengî li hev dikin.
Welatên OPEC'ê di dawiya meha Mijdarê de jî li Viyanayê li hev civiya bûn û biryar da bûn hilberîna rojane daxînin 1,2 mîlyon warîlî.
Bi vî rengî, wê ji 1'ê Çileyê û pê ve 1,7 mîlyon warîl rojane bê kêmkirin. 300 hezar warîl a vê rêjeyê wê ji aliyê Rûsyayê ve bê kêmkirin.
Buhayê petrolê di mehên navîn ên sala 2014'an de gihîştibû 116 dolarî. Heta destpêka vê salê daketibû 30 dolarî. Ji go pêşî li vê kêmbûnê were girtin, hewl tê dayîn petrol kêmtir bê derxistin û li gorî daxwaza reel hilberîn were kirin.
Tevî endamên OPEC'ê yên weke Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê, hilberînerên mezin ên mîna Rûsyayê, ev 2 sal in di nava krîzeke giran a aboriyê de ne. Kêmbûna buhayê petrolê weke sedema bingehîn a vê krîzê tê nîşandan.