Di hefteyên dawî de, di serî de paytext Parîs li gelek bajarên mezin qirêjiya hewayê derket asta herî bilind. Ji ber vê yekê, mijara wesayîtên bi motor ên hawirdorê gemarî dikin, careke din ketibû rojevê. Di mehên havînê de hatibû qedexekirin ku wesayîtên berî sala 1997'an hatine çêkirin li navenda bajarên mîna Parîs û Grenobleyê neyên ajotin. Piştî vê qedexeyê, niha jî tedbîrên nû li dijî qirêjiya hawirdorê di rojevê de ne.
Pêkanîna vînyetê, ku berê biryar li ser hatibû dayîn û weke 'vînyet a li dijî qirêjiya hewayê' tê naskirin, wê êdî li gelek bajaran mecbûrî be. Ev yek di civîna duh a Desteya Wezîran de hat erêkirin. Li gorî vê yekê, wê şaredariyên bajaran, li ser ajokarên wesayîtan ferz bikin, ku li gorî rêjeya gaza ji wesayîtên wan derdikeve, vînyetê bigirin.
4 CUREYÊN VÎNYETÊ
Ji nava vînyetên bi navê CRIT, wê ya kesk ji wesayîtên bi elektrîkê yan jî enerjiya hîdrojenê dixebitin re bê dayîn. Ji ber ku ev wesayît zerarê nadin hawirdorê, wê bi hêsanî karibin bikevin nava bajêr.
Ji wesayîtên di sala 2011'an de hatine çêkirin û bi benzînê dixebitin re wê vînyeta bi rengê mor were dayîn. Ji wesayîtên di navbera 1'ê Çileya 2006'an û 31'ê Kanûna 2010'an de hatine çêkirin û bi benzînê dixebitin, her wiha ji wesayîtên di sala 2011'an de hatine çêkirin û bi dîzelê dixebitin, wê vînyeta bi rengê zer were dayîn.
Wekî din, ji wesayîtên di navbera 1'ê Çileya 1997'an û 31'ê Kanûna 2005'an de hatine çêkirin û bi benzînê dixebitin, ji wesayîtên di navbera 2006'an û 2010'an de hatine çêkirin wê vînyeta bi rengê pirtiqalî were dayîn.
Li gorî texmînan, ji sedî 6 ê wesayîtên li Fransayê di trafîkê de ne, wê vînyetên kesk û mor ên kêm zerarê didin hawirdorê werin dayîn. Ji sedî 23 vînyeta zer û ji sedî 40 jî wê ya pirtiqalî bê dayîn.
JI BO BIKARANÎNA WESAYÎTÊN BI ELEKTRÎKÊ WÊ HÊ BÊHTIR TEŞWÎQ BÊ KIRIN
Di qanûnên beriya niha de ku ji aliyê Wezîra Hawidorê ya Partiya Sosyalîst Segolene Royal ve hatin amadekirin û ketin meriyetê, ji xwediyên wesayît û motorsîtletên bi elektrîkê dixebitin, ji hezar heta 10 hezar Euroyî alîkariya teşwîqê tê dayîn.
Her wiha bi şîrketên otobanan dixebitînin re muzakere tê kirin, ku heqê li otobanan ji wesayîtan tê standin, ji wesayîtên bi elektrîkê dixebitin re neyê standin.