Trûmp polîtîkaya li ser hawirdorê radestî 'dostê komirê' Prûîtt dike
Donald Trûmp ê ji bo serokdewletiya DYA hate hilbijartin, bi tayînek li ser polîtîkayên hawirdorê re, rê li ber tirs û fikaran vekir.
Donald Trûmp ê ji bo serokdewletiya DYA hate hilbijartin, bi tayînek li ser polîtîkayên hawirdorê re, rê li ber tirs û fikaran vekir.
Hat ragihandin, wê ji bo Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê ya Navneteweyî, ku ji polîtîkayên hawirdorê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka berpirsyar e, Scott Prûîtt bê wezîfedarkirin. Prûîtt Wezîrê Edaletê yê Eyaleta Oklohama. Piştî hevdîtina duh a navbera Trûmp û Prûîtt, fikarên li ser polîtîkayên avhewayê yên rêveberiya DYA zêde bûn.
Li gorî nûçeya New York Times, Scott Prûîtt salên dûr û dirêj bi 'gumanbarî' nêzî lêkolînên avhewayê dibe. Her wiha tê destnîşankirin, ku Prûîtt bi şîrketên enerjiya komirê yên li welêt re xwedî têkiliyên baş e.
Li gorî agahiyên di çapemeniyê de cih digirin, yek ji dijberên sereke yên Plana 'Clean Power' a Serokê DYA Barack Obama, Scott Prûîtt e. Prûîtt beriya niha têkildarî vê planê gotibû 'li dijî komirê şer tê meşandin'.
Donald Trûmp ê ji Partiya Komarger hate hilbijartin, soz da bû ku ew ê Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, ku ji aliyê Obama ve hatibû îmzekirin, rake.