Li Brezîlyayê rewşeke din a sosret

Dor li Serokkomarê nû yê Brezîlyayê Mîchel Temer teng dibe. Rêjeya mirovên destekê didin Temer, ku bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin daket ji sedî 10'an. Gel dixwaze Temer îstifa bike û hilbijartin bê kirin.

Li gorî anketa Enstîtuya Datafolha ya Brezîlyayê, hejmara Brezîliyên destekê didin Mîchel Temer, tenê ji sedî 10 e.

Ji sedî 63 ê beşdarên anketê dixwazin Temer heta dawiya vê salê îstifa bike û pêşî li hilbijartinê veke. Serokkomarê mûxafazakar, di çarçoveya skandala nelirêtiyê ya Petrobasê de tê sûcdarkirin.

Rêveberekî berê yê şîrketa BPT Odebrecht, ku di navenda nelirêtiyê de cih digire, da zanîn ku Mîchel Temer ji bo kampanya hilbijartinê ya partiya xwe PMDB, di sala 2014'an de bi qasî 3 mîlyon Euro pere ji şîrketê xwestiye. Temer ev sûcdarî red kir, lê kesî jê bawer nekir.

Beşeke mezin a gel dixwaze Temer îstifa bike. Ji bo gel karibe yekser Serokkomar hilbijêre, divê Temer beriya 31'ê Kanûnê îstifa bike. Naxwe dema wezîfeyê ya Temer di sala 2018'an de diqede.

Li gorî anketê, krîza aboriyê ya li Brezîlyayê jî nerazîbûna gel zêde dike. Di anketên nava gel de tenê ji sedî 10 ê Brezîliyan rêveberiya welêt a Temer erênî dibînin. Ji sedî 51 jî vê rêveberiyê red dike.

Her wiha ji sedî 40 jî dibêje, Temer ji Serokkomara berî xwe xerabtir e. Wekî din, ji sedî 34 dibêje, weke ya beriya xwe ye, ji sedî 21 jî dibêje, jê çêtir e.

Temer ê 75 salî, ketibû şûna Dîlma Roûsseff ku di dawiya Tebaxê de ji aliyê Senatoyê ve ji wezîfeyê hatibû kirin. Roûsseff di encama prosedureke bi nîqaş, bi sûcdariya ku di budçeyê de karên ne li rê kiriye, ji wezîfeyê hatibû kirin. Bi vî awayî dawî li desthilatdariya 13 saln a Partiya Karker hatibû anîn. Roûsseff a 68 salî, ku di sala 2014'an de cara duyemîn ji bo çar salan hatibû hilbijartin, dabû xuyakirin, ku li dijî wê darbe hatiye kirin.