Li Nîjeryayê du êrîşên bi koordîne: Herî kêm 56 mirî

Li Nîjeryayê ji hêla çeteyên Boko Haram ve 2 êrîşên cuda hatin kirin, hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 56 kesan jiyana xwe dest dane.

Tê gotin êrîşên ku li bazara bajarê Madagalî pêk hatine ji hêla çeteyên Boko Haramê hatine kirin.

Rêveberê Xwecihî Yusiv Muhamed daxuyanî da û got, 56 kesan jiyana xwe dest dane, 57 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ku hêzên leşkerî yên heremê ragihandin, ev êrîş bi “Koordîne” hatine kirin û ev yek hatiye tespîtkirin.

Çeteyên Boko Haram bîadî DAÎŞ’ê dikin û ji sala 2009’an û vir ve bi taybet li bakûrrojhilatê sînorê welatên Nîjer û Çadê êrîşên xwe zêde kirine. Artêşa Nîjeryayê di van salên dawî de bi alîkariya dewletên cîranên xwe ve operasyonên hevpar  li dar dixin û derbeyên mezin li çeteyan xistine.