Brîtanya, ‘fêm dike’ bê çima Siûdî Yemenê bombe dikin
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ku li Bahreynê di konferansek ewlehiyê de axivî, daxuyaniyek xwe ya rojên bihurî kiribû daqurtand û bombekirina Siûdî ya li Yemenê parast.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ku li Bahreynê di konferansek ewlehiyê de axivî, daxuyaniyek xwe ya rojên bihurî kiribû daqurtand û bombekirina Siûdî ya li Yemenê parast.
Johnson anî ziman ku mîlîsîn Şîî yên Hûsî ku bajarên girîng ên Yemenê kontrol dikin, ji hêla Îranê tên destekkirin û ‘destê Îranê bi awayekî eşkere tê dîtin’, got ku li dijî Hûsiyan, ‘fikarên ewlehiyê yê Erebîstana Siûdî fêm dike.’
Johnson bi lêv kir ku wê şerê li Yemenê îstîkrarê neyne, bal kişand ku piştgiriyê dide bombekirina hewayî ya ku ji hêla Erebîstana Siûdî dike.
Tê zanîn ku di bomberdûmana koalîsyona Ereban de ku pêşengiya wê Erebîstana Siûdî dike, heta niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson rojên bihurî gotibû li Yemenê ‘şerekî wekaletê’ heye.
Johnson gotibû, Erebîstana Siûdî ‘kûklayan dide lîstandin’ û wiha axivîbû; “Siyasetmedar hene ku ji bo bigihêjin armancên xwe ol û şîroveyên ol bi kar tînin û îstîsmar dikin. Ev yek ji pirsgirêkên herî girîng ê herêmê ye. Ji bo min tiştê trajedî jî – kî ev jî pênase ye bê çima li herêmê şerê wekaletê tê meşandin- li herêmê lîdertiyek xurt nîne.”
Ev gotinên Johnson ji hêla hikûmeta Brîtanyayî wek ‘nêrînên şexsî’ hatibû dîtin û xwedî lê derneketibû.