Li Yemenê êrîşa întixarî: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin
Li bajarê Aden a Yemenê ji aliyê komeke îslamiyên redîkal ve çalakiyeke întixarî hate pêkanîn. Hat diyarkirin ku di êrîşên de herî kêm 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Aden a Yemenê ji aliyê komeke îslamiyên redîkal ve çalakiyeke întixarî hate pêkanîn. Hat diyarkirin ku di êrîşên de herî kêm 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku êrîş dema ku bi sedan leşkerên ku li cihê leşkerî ya El Sawlaban a Adenê li bendê bûn ku mûçeyê xwe bigirin pêk hatiye. Heta niha di êrîşa întixarî de 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, bi dehan jî birîndar in.
Heta niha kesê êrîş negirtiye ser xwe, tê texmînkirin ku komên çeteyên El Qaîde û çeteyên DAIŞ’ê yên li welat ev êrîş li dar xistibin.
Li gel paytext Sanaa ya Yemen û herêmên Bakurê û Bakurêrojava yê welat di bin kontrola milîsên Hûsî yên Şiî de ne, Aedne û herêmên navîn jî di destê hikûmeta di bin rêveberiya Serokwezîrtiya Mansûr El Hadî de ye. Lê herêmên Başûr û Başûrêrojava di destê El Qaîde û çeteyên DAIŞ’ê de ye.
Di encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê ya meha Tebaxê ya li Adenê li dar xistin de 71 leşker hatibûn kuştin.