Di çarçoveya bernameya bi navê Artêşa Piştgiriyê ya YE de, ku Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker ve roja 14'ê Îlonê hate ragihandin, wê ciwanên navbera 18-30 salî di projeyên însanî de bixebitin.
Li gorî vê bernameyê, wê ciwan bi dildarî tevlî projeyên alîkariyê yên destwerdana li krîzên mirovî bibin. Her wiha wê derfet ji ciwanan re bê dayîn ku bi berdêl jî karibin di van projeyan de bixebitin.
Di vê çarçoveyê de wê ciwan hîn bêhtir tevlî projeyên însanî yên saziyên neteweyî û xwecihî yên ji bo destwerdana li krîzên însanî bibin.
Ciwanên serlêdanê ji bo vê bikin, wê karibin ji 2 heta 12 mehan bixebitin. Bi saya vê bernameyê tê xwestin, heta sala 2020'an bi qasî 100 hezar ciwan werin xebitandin.