Rewşeke din a sosret a Elmanya: Niha jî wê leşkerên Siûdî perwerde bike

Tê gotin, ji bo 'yekîneya antî-terorê' ya Erebîstana Siûdî ji aliyê pisporên leşkerî yên Elman ve bên perwerdekirin, bazarî hatiye kirin. Erebîstana Siûdî ku di nava şerê Yemenê de ye, tê zanîn destekê dide komên çete yên li Sûriyeyê.

Tevî ku Erebîstana Siûdî li Yemenê bi sedan jin û zarok kuşt û her sal bi sedan kesî li welatê xwe îdam dike, Elmanya hê jî çekan difiroşe vî welatî. Niha jî dixwaze yekîneyên Siûdî perwerde bike.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegelê de cih girt, ji bo perwerdekirina yekîneyeke leşkerî ya Siûdî, ku tê îdîakirin 'wê li dijî terorê têbikoşe', di navbera her du welatn de muzakere tên kirin. Di nûçeyê de hat gotin, Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen bi xwe li ser mijarê disekine û wê di serdana xwe ya îro ya Riyadê de mijarê binixîne.

Der Spîegel ragihand, perwerdekirina vê 'yekîneya antî-terorê' ya wê li Elmanya ya jî li Erebîstana Siûdî bê kirin û ev her du alternatîf niha tên nirxandin. Li gorî nûçeyê, Siûdiyan pêşniyara vê yekê par kiribûn. Di çarçoveya vê yekê de pêşniyar kirin, ku namzetên efseriyê yên di nava vê yekîneyê de cih bigirin, weke gava destpêkê, ji bo perwerdeyê ji Elmanyayê re bên şandin.

Di nûçeyê de hat gotin, ji ber mirina bi hezran sivîlan li Yemenê, darvekirinên li Erebîstana Siûdî û binpêkirina mafên mirovan ên li vî welatî 'fikarên' Wezareta Parastinê ya Elman hene.

Elmanyayê di salên dawî de hejmara çekên difiroşe Erebîstana Siûdî zêde kiriye.