Astronotê navdar ê DYA'yî John Glenn mir
John Glenn, ku piştî astronotê Rûs Yûrî Gagarîn weke astronotê herî extiyar ê çûye fezayê û li dora cîhanê geriya ye tê naskirin, di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
John Glenn, ku piştî astronotê Rûs Yûrî Gagarîn weke astronotê herî extiyar ê çûye fezayê û li dora cîhanê geriya ye tê naskirin, di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Astronotê navdar, ku di heman demê de welatiyê destpêkê yê Amerîka bû çû fezayê, di nava du salên dawî de ji ber nexweşiya dil û mejî tedawî dibû.
Glenn di 20'ê Sibata 1962'an de bi kapsula fezayê ya bi navê Frîedshîp 7 li dora cîhanê geriya û piştî astronotê Yekîtiya Sowyetan Yûrî Gagarîn, di 'şerê îtibarê' de DYA gavekê bi pêş de biribû.
Vê rêwîtiya wî zêdeyî 4 saetan dewam kir. 36 sal piştî vê rêwîtiya xwe, di sala 1998'an de yanî di 77 saliya xwe de careke din çû fezayê. Di heman demê de bû astronotê herî extiyar ê çû fezayê.
Glenn di sala 1921'ê de li eyaleta Ohîo ji dayik bû. Ji sala 1943'an û pê ve weke pîlotekî tevlî operasyonên Pasîfîk ên Şerê Duyemîn ê Cîhanê bû. Glenn di navbera salên 1974-1999'an de ji Partiya Demokratan weke Senatorê Ohîo wezîfe kiribû.