Bi dehan BAES’î têne berdan
Di nav de serek sûcdarê Komkujiya Enfalê û Wezîrê Parastinê yê berê Sultan Haşîm jî di nav de bi dehan rêveberên BAES’ê têne berdan. Di nav projeya normalîzkirina dîrokê de gelek rêveberen rejîma BAES têne berdan.

Li gorî Ajansa PUK-Medîa ya ku li Başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, li gorî agahiyên ku wan ji derdorên siyasî yê Bexdayê wergirtine, di nav wan de rêveberê BAES’ê ku yek ji serekê sûcdanê Komkujiya Enfalê ye, cezayê wî yê îdamê hatiye pejirandin wê were berdan. Tê gotin gelek kesên sinî yên Iraqî di nav çarçoweya vê projeyê de wê werin berdan. Proje ji hêla hevalbendiya projeya Şiî ve hatibû sazkarkirin.
Ev proje armanc dike ku li Iraqê rageşiya siyasî kêm bike, li tevahiya welêt muxalefetek heye. Li Bexdayê li gelek navenda ji ber sedema bi yasaya ‘normalîzekirina dîrokê’ wê rêveberên rejîma dîktator a BAES’ê wê bê ceza werin hiştin.
Heta niha gelek Şiî û Sinî ji bo vê projeya gelek hewl didin.
Sultan Haşîm ku yek ji kirdeyê qirkirina li ser Kurdan û Erebên Şiî ye û yê Operasyona Enfalê ye, navekî sembol ê rejîma BAES e.