CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Haya komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji fêlên emîsyonê hebû
Skandala Dîeselgate, ku di wesayîtên Volkswagen ên Elman de eşkere bû û derket holê ku bi vê yekê re rêjeya emîsyonê ya van wesayîtan kêm nîşan dide, derbasî asteke nû bû. Derket holê, beriya çend salan haya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji vê hebû. -
CNN: Rûsyayê çeka ji bo xistina peykan ceriband
Televîzyona CNN a Amerîkayê îdîa kir, Rûsyayê ji bo tinekirina peykên li fezayê, çekek afirandiye. -
Li Berlînê operasyonên ji bo dîtina bersûc dewam dikin
Ji bo dîtina Anîs Amrî, ku weke bersûcê êrîşa roja Duşemê ya li Berlînê li wî tê gerîn, operasyon dewam dikin. -
Li Behra Spî 7 koçber xeniqîn
Bi sedan koçberên ku xwestin Behra Spî derbas dikin û biçin Îtalyayê hatin rizgarkirin, herî kêm 7 koçberan jî jiyana xwe ji dest dan. -
Aktîvîsên aştiyê yên Baskî ku li Fransayê komplo li wan hatin kirin, hatin berdan
5 xebatkarên saziyên civakî yên sivîl, ku bi sûcdariya 'endametiya ETA'yê û gerandina çekan bi xwe re" li Fransayê dihat darizandin, di dawiya dawî de hatin berdan. -
DYA operasyona li dijî DAIŞ'ê ya li Lîbyayê qedand
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wan operasyona li Lîbyayê ya li dijî DAIŞ'ê bi rengekî fermî qedandine. -
Ji ber teqînek li Meksîkayê 29 kes mirin
Li Meksîkayê, ji ber teqîna li bazareke fîşekên hewayî, herî kêm 29 kes mirin. -
YE qanûnên li ser bidestxistina çekan dişidîne
Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser şidandina qanûnên bidestxistina çekan ku piştî Komkujiya Parîsê ya sala 2015'an kete rojevê, li hev kirin. -
Yê li Elmanyayê hatî girtin, dibe ku ne failê rast be!
Hat îdîakirin, ew kesê piştî êrîşa ku duh li paytexta Berlîn a Elmanyayê bû sedema jiyana 12 kesan hat girtin, dibe ku ne failê rast be. -
Hejmara mirovên li Berlînê jiyana xwe ji dest dan bû 12
Li paytexta Elmanya Berlînê, qemyonekê da nava bazara Noelê. Di encama vê êrîşê de herî kêm 12 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Piştî êrîşa li Berlînê tedbîrên li Fransayê hatin zêdekirin
Piştî êrîşa li bazareke Cejna Noelê ya li paytexta Elmanya Berlînê, li gelek bajaran bi taybetî li Fransayê tedbîrên ewlekariyê derketin asta herî bilind. -
ÎMF wê bi Lagarde dewam bike
Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) îlan kir, ku ew heta dawiyê bi Seroka Giştî Chrîstîne Lagarde 'piştrast' e. Lagarde dema li Fransayê wezîr bû, bi 'xemsariyê' dihat sûcdarkirin. -
Seroka ÎMF’ê ya Fransa bi ziyandayîna dewletê tê sûcdarkirin
Der barê doza Seroka ÎMF’ê û Wezîra berê ya Darayî Chrîstîne Lagarde ku bi rojan e di rojeva Fransayê de bû, biryar hate dayîn. -
Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Helebê daxwaza çavdêran kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Helebê kom bû, bi armanca şopandina ‘komên mûxalîf’ û tahliyeya sivîlan, daxwaza çavdêran kir. -
Qeyûm tayînî Federasyona Swêd-Tirk hat kirin
Dadgeha Kar a Stockholm-Solna, qeyûm tayînî Federasyona Komeleyên Karker a Swêd-Tirk kir, ku bi lobiya xwe ya ji bo AKP'ê û provokasyonên li dijî Kurd, Ermenî û Asûrî-Suryanî tê naskirin. -
Li Urdunê 1 jê turîst 5 kes hatin kuştin
Li bajarê Karak ê Urdunê komek bi çeke 1 jê tûrîst bi giştî 5 kes kuştin. Di êrîşê de 9 kes jî birîndar bûn. -
Balafira leşkerî kete xwarê: 13 mirî
Li Endonezyayê balafireke leşkerî kete xwarê. Di bûyerê de 13 kes mirin. -
Tevgera Sosyalîst a li Bolîvyayê bi israr dixwaze Morales bike namzet
Serokdewletê sosyalîst Evo Morales, ku piştgiriyê ji xwecihî û mirovên xizan digire, ji bo cara çaran bibe namzet jê tê kirin. -
Hêrsa gelê Polonyayê kêm nabe
Piştî bisînorkirina mafê kurtajê yê jinan, li dijî polîtîkayên hikûmeta Polonyayê yên têkildarî azadya medya û ramanê, xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin. -
Krîza binavê ya navbera Çîn û DYA çareser bû
Hat ragihandin, keştiyeke binê avê ya keşfê ya bêmirov, ku roja Pêncşemê ji aliyê hêzên deryayî yên Çînê ve hatibû desteserkirin, wê radestî DYA were kirin. -
Gregor Gysî bû serokê Çep a Ewropayê
Ji bo Serokatiya Giştî ya Partiya Çep a Ewropayê (EL) ku ji partiyên çep, sosyalîst û komunîst ên welatên Ewropayê pêk tê, endamê Partiya Çep a Elman Gregor Gysî hate hilbijartin. -
Li Papua Gîneya Nû, erdhejek bi tundiya 8.0 rû da
Li peravên Papûa Gîneya Nû, erdhejek bi tundiya 8.0 pêk hat. -
Bi sedan penaberên ku li kolanên Fransayê diman, hatin tahliyekirin
Kampên li qadên vekirî yên li nêzî Saînt-Denîs a li nêzî paytexta Fransa Parîsê ku bi sedan penaber bi neçarî lê dijîn, hatin valakirin. -
Raperîna li girtîgeha Îngilîstanê bi dawî bû
Hat ragihandin, raperîna ku duh li girtîgehek bajarê Bîrmînghamê ya Îngilîstanê dest pê kir û domahiya rojê dewam kir, saetên şevê bi dawî bûye. -
Rûsya: Ji Helebê 9 hezar û 560 kes tahliye bûn
Rûsyayê da xuyakirin ku ji Helebê 9 hezar û 560 kes hatine tahliyekirin ku ji van 4 hezar û 435 kes çekdar in.