Aktîvîsên aştiyê yên Baskî ku li Fransayê komplo li wan hatin kirin, hatin berdan
5 xebatkarên saziyên civakî yên sivîl, ku bi sûcdariya 'endametiya ETA'yê û gerandina çekan bi xwe re" li Fransayê dihat darizandin, di dawiya dawî de hatin berdan.
5 xebatkarên saziyên civakî yên sivîl, ku bi sûcdariya 'endametiya ETA'yê û gerandina çekan bi xwe re" li Fransayê dihat darizandin, di dawiya dawî de hatin berdan.
Li nêzî bajarê Bayonne yê li aliyê serweriya Fransayê yê bajarê Baskê, roja Înê operasyone hatibû kirin û 5 kes bi îdîaya endametiya ETA'yê hatibûn binçavkirin. Hatibû îdîakirin ku çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê bi van kesan re hatine bidestxistin û bi sûcdariya 'endametiya rêxistina terorê ya çekdar' lêpirsîn li wan hatibû vekirin.
Rêxistinên civaka sivîl ên Baskî yên li herêmê dabûn xuyakirin, ku kesên hatine binçavkirin, li gorî biryara ETA'yê ya sala 2011'an dixwestin çekan îmha bikin û rexne kiribûn, ku ev operasyonên tên meşandin, komplo ne.
Her pênc xebatkarên rêxistina civakî ya sivîl a Baskê, sewqî Parîsê hatin kirin û piştî îfade da dadgeriya lêpirsînê ya antî terorê, danê êvarê hatin berdan.
'HATIBÛ RGIHANDIN KU KOMPLO LI DIJÎ ALÎGIRÊN AŞTIYÊ HATIYE KIRIN'
Rêxistina Aştiyê ya Welatê Baskê (Bakea EH) bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku kesên hatine binçavkirin, dixwestin çekên ETA'yê îmha bikin. Daxuyanî li ser twîtterê hate weşandin û hate gotin, "Ji bo pêşî li îmhakirina çekên ETA'yê bê giritn, operasyoneke polîsan tê meşandin."
ETA'yê di sala 2011'an de ragihand, ku ew dawî li têkoşîna çekdarî tînin. Ji hingî ve helwesta tund a Fransayê li tevgerên Baskê balê dikişîne. Di 5'ê Mijdarê de yek ji kesên ji ETA'yê lê dihat gerîn Mîkel Îrastorza hate binçavkirin. Roja Çarşemê jî li Marsîlyayê di encama operasyona hevpar a bi polîsên Spanî re kesek hatibû girtin.