Li Behra Spî 7 koçber xeniqîn
Bi sedan koçberên ku xwestin Behra Spî derbas dikin û biçin Îtalyayê hatin rizgarkirin, herî kêm 7 koçberan jî jiyana xwe ji dest dan.
Bi sedan koçberên ku xwestin Behra Spî derbas dikin û biçin Îtalyayê hatin rizgarkirin, herî kêm 7 koçberan jî jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya tîma ewlekariyê ya perava Îtalyayê Gûardîa Costîera de hat gotin ku nêzî 300 koçberên ku dixwestin derbasî Girava Lampedûsa û bajarên din ên perava Îtalyayê bibin, rizgar kirine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava rojekê de 4 operasyon hatine lidarxistin, koçberên di nava 3 keştiyên lastîk û keştiyekî biçûk de hatine rizgarkirin.
Di operasyonên saziyên alîkariya mirovî û keştiyên bazirganiyê yên aîdî kargehan de jî, cenazeyên 7 koçberan hatin dîtin.
Di dewama daxuyaniyê Gûardîa Costîera de tê gotin di operasyonan de ku ji 1’ê Çileyê û vir ve 180 hezar koçber hatine rizgarkirin, 4 hezar û 800 koçber an mirine an jî di Behra Spî de windayî ne.